“Pêşnûmeya Qanûnê ya Têkildarî Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin.
Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren li ser qanûnê ji ajansa me re axivî.
Serhat Eren destpêkê bi bîr xist ku pêşnûme qanûn wê îro ji saet 15:30’î û pê ve li Komîsyona Edaletê bê nirxandin û got, “Piştî ku li Komîsyona Edaletê hate nirxandin wê bê qebûlkirin û bê Meclîsê. Herî dereng heta roja Pêncşemê pêvajo wê biqede. Piştî ku ji Meclîsê derbas bû wê ji aliyê Serokkomar ve bê erêkirin û li Rojnameya Fermî bê weşandin. Li dû weşandina li rojnameya fermî du xisûsên girîng hene.
Ya yekemîn; du desteyên ku di qanûnê de hatin destnîşankirin wê yekser bêne avakirin. Yek ji van desteyan ew e ku di bin sîwana Serokkomariyê de bê avakirin, yanî wê koordînatoriyek hebe. Di nava vê koordînatoriyê de wê Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Parastina Mîllî, Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlekariya Mîllî, Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê, MÎT û saziyên pêwendîdar hebin.
Ya duyemîn jî di bin sîwana Meclîsê de wê komîsyonek bê avakirin. Eger pêwîstî pê çêbibe, wê komîsyonên jêrîn jî bêne avakirin. Piştî ku qanûn kete meriyetê karê avakirina van komîsyonan wê destpê bike.”
Li ser gavên ji bo vegerê û berdanê Serhat Eren ev agahî dan:
“Desteya Ewlekariya Mîllî wê raporekê amade bike. Wê bibêje, ‘Belê, me piştrast kir. Çek hatiye danîn’. PKK’ê xwe fesix kiriye, pêvajoya çekdanînê jî wê temam bibe. Piştî ku rapora li ser vê yekê li Rojnameya Fermî hate weşandin wê qanûn bikeve pratîkê.
Bi vî rengî wê pêvajoya şeş mehan jî destpê bike. Di nava van şeş mehan de wê pêvajoyek ji bo 3 hezar û 900 kesên girtî destpê bike. Nêzî 900 kes wê girtî bimînin. Di nava van de yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî û kesên ji sala 2005’an û vir ve ‘tevlî sûcê kuştina mirovan bûne’ hebin. Ji bilî van temamiya kesên girtî wê bêne berdan.
Yên li derveyî welat wê karibin yekser serlêdanê bikin. Mirov wê bi xwe yan jî bi rêya parêzer karibe serlêdanê bike. Wê bibêje, ‘Di çarçoveya vê qanûnê de ez ê vegerim, ez ê li welêt vegerim’. Eger dosya di asta dozgeriyê de be wê dozgerî yekser dosyayê lêkolîn bike. Wê lê binihêre û bibêje, ‘Belê, ev dosya dikeve ber vê qanûnê. Tu dikare sûdê ji vê qanûnê werbigire û vegere’. Dikarim bibêjim ku ji sedî 90 wê kesên li derveyî welat karibin bikevin ber vê qanûnê.
Ji bo gerîla jî rewş bi heman rengî ye. Dibe ku yên bên wê hebin. Ew ê jî bên, wê serlêdanê bikin. Dibe ku mekanîzmayeke bi vî rengî bê avakirin: Ji xwe di qanûnê de jî sererastkirinek li ser vê heye. Dibe ku hin deste bêne avakirin. Mînak, ji bo serlêdanên li derveyî welat desteyek bê avakirin. Li derveyî welat, mîna li konsolosxaneyan desteyek dikare bê avakirin. Kes wê serî li vê desteyê bide û bibêje, ‘Ez serî li vê qanûnê didim’. Deste jî wê lê vegere û bibêje, ‘Belê, me lêpirsîna têkildarî rewşa te taloq kir, doza te hebe me taloq kir, cezayê te hebe me biryara taloqkirinê da’. Piştre jî ew mirov wê karibe vegere Tirkiyeyê.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren anî ziman ku ev qanûn bi tena serê xwe nikare pirsgirêka Kurd çareser bike, nikare mafên kolektîf ê Kurdan radest bike û got, “Lê belê yek ji pirsgirêkên esasî yên meseleya Kurd ew bû ku li zemîna siyaseta demokratîk derfetên Kurdan tine bû ku ji bo mafên xwe yên kolektîf têbikoşin. Lewma ev qanûn girîng e. Qanûneke dîrokî ye.”
Serhat Eren destnîşan kir ku qanûn bêguman kêm e, lê belê rê li Kurdan vekiriye ku li ser zemîna siyaeta demokratîk têkoşîna azadiya xwe bimeşînin û got, “Em timî dibêjin, ev destpêkek e, ne dawî ye. Lewma di pêvajoya ji niha û pê ve de bendewariya gelê me ev e: Aştî tenê bi gotinê nabe. Ji bo aştiyeke mayinde divê garantî bêne dayin, gavên şênber bêne avêtin. Dibe ku ev qanûn yek ji sedan garantiyan e. Lewma derketina vê qanûnê qonaxeke girîng e, garantiyeke girîng e.”
Serhat Eren diyar kir ku meseleya Kurd di heman demê de meseleya welatîbûna wekhev e û got, “Ew mesele ye ku Kurd karibin zimanê xwe li qada cemaweriyê bi kar bînin, zimanê Kurdan bê qebûlkirin, di destûra bingehîn de wekheviya nasnameyan bê destnîşankirin, çand û baweriyên cuda di destûra bingehîn de wekhev bêne dîtin, qebûlkirina çanda Kurd e, qebûlkirina statuya Kurd e, qebûkirina demokrasiya xwecihî ye. Lewma ev qanûn ji bo çareseriya meseleya Kurd gava destpêkê ye, ji ber vê girîng e. Ya ku ji niha û pê ve divê bê kirin bêguman weke ku qanûnê di hinceta xwe de got, pêşvebirina pêvajoya demokratîkbûnê ye. Qonaxa ji niha û pê ve nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî û siyasî ye ku bûn sedema şer. Dem ew dem e ku meseleya Kurd êdî bi aliyên xwe yên siyasî û hiqûqî bê nirxandin û nîqaşkirin. Gava destpêkê ya vê yekê jî bi reformên demokratîkbûnê destpê dike.”

