Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê giştînameyek bi sernavê ‘Têkildarî Zayenda Civakî û Bikaranîna Hin Pênaseyan’ ji midûriyetên giştî û midûriyetên 81 bajaran re şand. Di giştînameyê de hate xwestin, têkildarî pênaseyên ‘zayendiya civakî’, ‘nasnameya zayendiya civakî’, ‘LGBT’, SOGIESC (sexual orientations/meyla zayendî, gender identities/nasnameya zayendî, gender expressions/îfadeyên zayendî û sex characteristics/taybetmendiyên zayendî)’ û ‘perwerdeya zayendî ya berfireh’ helwesteke hevpar bê pejirandin.
Hate destnîşankirin ku dijberiya li pênaseyên navborî divê di belge û civînan de bê nîşandan û hate îdîakirin ku ev pênase zerarê dide avaniya malbatê. Di nivîsa ji bo midûriyeta giştî de hate gotin, divê pênaseyên ‘zayenda civakî’, ‘nasnameya zayendî’ û ‘meyla zayendî’ neyên bikaranîn. Her wiha hate îdîakirin ku ev pênase saziya malbatê û zewacê lawaz dike, zerarê dide avaniya giştî ya civakê, zarok û jinan. Di giştînameyê de hate ragihandin ku sala 2025’an weke ‘Sala malbatê’ hatiye ragihandin û di vê çarçoveyê de hatiye amadekirin.
Rêxistinên jinan û hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî giştînameya navborî dan. Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku li hemberî kuştina jinan, tundî û polîtîkayên bêcezahiştinê gavên şênber nayên avêtin, lê belê desthilatdariyê bi giştînameyên bi vî rengî jinê ji jiyana civakî dûr dixîne û dest li her qada jiyanê werdide. Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen giştînameya ji midûriyetan re hate şandin û bandorên wê yên neyînî yên gengaz nirxand.
Sûzan Îşbîlen diyar kir ku pênaseya zayenda civakî xwedî piştperdeyeke zanistî û dîrokî ye û got, “Armanca esasî ya desthilatdariyê ji vê giştî nameyê ev e: Rakirina pênaseya zayendiya civakî! Ev pênase ji aliyê jinan ve ji ber xwe ve nehatiye afirandin. Di salên 1800’î de li Îngilistanê ji aliyê civaknas Ana Oklav ve hate pênasekirin.
Ev pênaseya ku di encama koletiya jinê ya pênc hezar salî derkete holê, navê rolên civakî yên newekhev ên navbera jin û mêr e. Rolên zayenda civakî jinan bi rêk û pêk dehf dide. Jin di rewşeke welê de bi cih kiriye ku li malê xizmetê dike, zarokan tîne dinyayê, mêr jî weke hêmana bingehîn a civakê pênase dike. Ev rol ji rêze fîlmên televîzyonan heta bi saziyên perwerdeyê li her qadê tê afirandin.”
‘PEYMANA CEDAW’Ê TÊ BINPÊKIRIN’
Sûzan Îşbîlen peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî bi bîr xist û got, “Peymana CEDA’ê (Pêşîgirtina li her cûre cihêkariya li hemberî jinê) ya Neteweyên Yekbûyî, bandorên neyînî yên zayendiya civakî yên li ser jinê nas dike û li hemberî vê yekê jî tedbîran destnîşan dike. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî mafên wekhev ên jinan misoger dike. Ev giştîname binpêkirina van berpirsyariyan hemûyan e.”
Sûzan Îşbîlen anî ziman ku desthilatdarî ji pirsgirêkên civakî re nikare çareseriyê hilberîne, lewma êrîşî destketiyên jinan dike û got, “Ev giştîname şert û mercên jinan ên li nava malbatê zehmet dike. Di asteke welê de ye ku xalên li ser mafên wekkhev ên jinan ên li qadên siyasî, civakî û perwerdeyê tine dihesibîne. Em li hemberî vê yekê ne. Bi êrîşa li ser destketiyên me hewl didin desthilatdariya xwe dewam bikin.”
‘EM Ê MAFÊN XWE BIPARÊZIN’
Sûzan Îşbîlen bang li jinan kir ku li hemberî rîskên nû yên li dijî jinan têbikoşin û got, “Em ê mafên xwe biparêzin ku bi berdêlên salan me bi dest xistin. Bi tinehesibandina pênaseya zayenda civakî re nikarin tundiya li hemberî jinê ji nedîtî ve nîşan bidin. Me li Amedê meş lidar xistin û atolye pêk anîn. Niha jî em ê li kolanan, di nava têkoşîna rêxistinbûyî de bin. Em ê vê giştînameyê pûç bikin.”