Dewleta Tirk a dagirker 4 roj in Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û sivîlan qetil dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî careke din bajarê Til Rifet a Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Exîbiş a Til Temirê navendeke çandiniyê bombe kiribû. Hate hînbûn ku di bombebaranê de jina bi navê Şemsa Newaf El Qenas (30) birîndar bûye. Jina ku ji milê xwe birîndar bû, li Nexweşxaneya Til temirê tê dermankirin.
Balfirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker bombe li malên gel barand. Hate hînbûn ku li gundê Xirb Sûqiye ya Tirbespiyê hin mal hatine hedefgirtin.
Artêşa Tirk a dagirker li Dêrikê derdora girtîgeha DAÎŞ’î tê de ne, bombebaran kir.
Navên 8 kesên ku li Amûdê dema hewl dan xwe bigihînin birîndaran ji aliyê bombebarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn, eşkere bûn. Navên birîndaran wiha ne: Dara Elî Teter, Bariya Xelîl Tewfîq, Ekrem Bîco, Fewazî Silêman, Alan Îbrahîm, Hember, Mesûd, Xalid Selman Macid.
ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BIRÎNDAR BÛN
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“ŞEHBA
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tinib, Ebîn, Soxanekê, Hirbil, Eqîbe, Bênê, Til Qirah, Bêlûniyê, Kefer Garis, Til Rifetê bi 56 topan û dronekê bombebaran kirin.
AMÛDÊ
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Çûlî yê bajarê Amûdê bombebaran kir. Her wiha navenda hêzên me 2 caran li pey hev bi balafirên bêmirov ên biçek bombebaran kirin. Di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn. Dema ku şêniyan birîndar radikirin, balafira bêmirov a biçek cara sêyemîn êrîş pêk anî, di encamê de 8 sivîlên ku birîndar radikirin, birîndar bûn.
TIL TEMIR
Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek li Til Temirê embareke welatiyan bombebaran kir. Her wiha gundê Exîbiş ê tijî şênî bi heman rêbazê bombebaran kir.
DÊRIK
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker du caran li pey hev stasyona petrolê ya li herêma Koçeratê bombebaran kir.”
KARGEH Û GUND HATIN HEDEFGIRTIN
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Çelebiyê kargeheke çîmentoyê, gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê bi dijwarî bombebaran kir.
Depoyên Eyn Îsayê, Kampa Eyn Îsayê û gundên Seyda, Elîmat, Dewalîb, Şêx, Xalidiyê, Hoşan, Dibis û Cideyde hatin bombe kirin.
MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ DAXUYANÎ DA
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrÎşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên “Mertalê Firatê” gundên li eniyên şer û yên dora wê topbaran dike.
Her wiha meclisê da zanîn ku dewleta Tirk baregehên hêzên meclisê topbaran kiriye û di encama êrîşan de zarokek şehîd bûye û gelek kes ji malbata wê û gelek şênî birîndar bûye, gelek malên şêniyan wêran bûne.
Meclisê “êrîşên hovane” yên dewleta Tirk û helwesta Rûsyayê û bêdengiya wê ya li hember van êrîşan şermezar kir.
Meclisê da zanîn ku bersivandin û parastina rewa mafê wan e û heke ev êriş ranewestin dê baregehên dijmin û komên girêdayî wî bikin armanc.
Meclisê wiha domand: “Bersiva me dê ne parastin be. Madem gelê me rasterast tê hedefgirtin, hêzên me soz didin gelê Minbicê ku bersiva guncaw bidin van êrişan. Em berpirsên parastina gel in.”