Piştî xwepêşandanên li Qamîşlo, Hesekê û Til Temirê, şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê û Kobanê jî bi xwepêşandan î daxuyaniyên çapemeniyê êrîşên li ser malbatên Serêkaniyê yên ku vedigerin malên xwe protesto kirin.
Gel bang li hikûmeta demkî kir ku tedbîrên pêwîst bigire da ku welatiyên ku vedigerin malên xwe biparêze û sûcdaran hesab bide.
Gel piştgiriya xwe ji bo gelê Serêkaniyê ragihandin û diyar kirin ku parastina sivîlan, misogerkirina mafên wan û parastina rûmeta wan berpirsiyariya aliyên peywendîdar e.
Her wiha bang li rêzgirtina mafên sivîlan û parastina aştiya navxweyî hat kirin.
Di xwepêşandanan de, hat gotin ku divê vegera bi ewle ya kesên bi zorê koçber bûne yên Serêkaniyê were misogerkirin û hişyarî dan ku ger êrîş berdewam bikin wê şer kûrtir bike.

