Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeta JES’ê di roja 55’an de ye: Gundiyên Tatanê nobetê dewr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber abonetiyê derbarê du rojnamevan de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta edaletê ya Şirnexê di hefteya 4’emîn de ye: Daxwaza aştiyê ne sûc e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê li gelek bajaran bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê kolberan qala êşkence û destdirêjiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin
Rojane

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi beşdariya gelek kesan destpê kir. Di axaftinan mijarên ku bên kirin hatin rêzkirin û hat gotin ku divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, siyasetmedar Veysî Aktaş, endama Meclisa Dayikên Aştiyê, Waliyê Dihokê Dr. Elî Tatar, Waliyê Hewlerê Omid Xoşnav û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî forûmê bûn.
 
SERRA BUCAK: EM Ê JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET BIXEBITIN
 
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak xêr hatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca Forûma Aştî û Azadiya Civakî ji bo ku deng û rengên cuda bigîhîne hev û got: “Dîroka vî welatî gelek caran şer û koçberan ve hate nasîn, têkoşîna salan û gelê me sebreke mezin bû. Her çiqasî zehmetî hebin jî em ê ji bo aştiyeke birûmet bi hev re bixebitin. Em soz didin ku em ê aştiyê pêk bînin. Em dixwazin ev hevgirtin û hevdîtînên me bi daîmî bibe.”
 
HAVVA KIRAN: DIVÊ DEWLET ÊŞA DILÊ DAYIKAN FÊM BIKE
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kirang li ser navê hemû Dayikên Aştiyê beşdaran silav kir û wiha got: “Em ji bo aştiyê li hev civiyan e. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek derbas bû û Abdullah Ocalan jî diyar kir ku êşa herî dijwar dayik dikşînin. Wexta demên berê şereke çêdibû dayikan laçikê xwe davêtin erdê û aştî çêdibû. Ev pêncî du sal in hemû dayik êşê dikşînin û dîsa aştiyê dixwazin. Lê mixabin tu kesî bersiva dayikan neda. Çarikê serê me sembola aştiye û tiştekî pir pîroz e. Ji Dayikan Roboskiyê bigre heya Cizîrê dîsa xwe dan li ber şer ku ji bo aştî çêbibe. Lê dîsa bersiva dayikan nedan. Em dayik her tim bûn parazvanên aştiyê û her tim jî wisa bibin. Me çiya, deşt û zozan tu cihek nema ku parazvaniya aştiyê nekiriye. Niha jî Serok ji bo aştî pêk were pêvajo da destpêkirin. Tevgera Azadiyê tiştên ku serokatî got hemû bi cih anî. Lê em bala xwe didin ji aliyê dewletê ve gav nehatiye avêtin. Em dayik ji bo aştiyê ketin rê û çûn li Engereyê hevdîtinan bikin. Heta ku serok statuya vî neyê dayîn pêvajo nameşe. Em dibêjin welatekî azad, nasnameyeke azad û Tirkiyeke azad bila bê. Aştî nan û avê zêdetir ji bo me hewce ye. Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike. Heke dewlet vê fêhm bike vê demê aştiyê bê vî welatî. Bijî gelê Kurd, bijî jina azad.”
 
TATAR: EM Ê PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO AŞTIYÊ BERDEWAM BIKIN
 
Waliyê Dihokê Dr. Elî Tatar bal kişand li ser girîngiya foruma aştî û azadiyê û got: “Ev pêncî du sal li ser şehîdkirina Leyla Qasim re derbas bû. Qedera me Kurdan a yekemîn şehîdbûn û bombebarankirin bû. Ji ber vê yekê jî li ser rûyê vî welatî aştî û diyalog lazim e. Niha pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin û di rojevê de ye. Em ê wek Herêma Federe ya Kurdistanê bibin parêzvanê aştiyê. Gelek welatan de sîstema perwerdeyê sîstema demokrasiye nîne. Divê em aliyê siyasî û çandî aştiyekî pêk bînin. Dîsa dûbare dikim ku wek Herema Kurdistanê em ê piştgiriya xwe ya aştiyê her tim pêk bînin. Ji bo vê jî divê di serî tehemuka me ji aştiyê re hebe. Hemû dayikên me mafdar in û divê moralên xwe tu carî xerab nekin. Divê em ji bo aştiyê dev ji biryardariyê bernedin. Em li ser vî welatî bi hev re bi salane dijîn û xwişk û birayê hev in. Ji bo ev xwişk û biratiya me her tim bijî aştî hewcedariya yekemîn e. Ji bo forûmeke wisa jî em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû beşdaran dikin.”
 
Piştî axafitina Waliyê Dihokê peyama Waliyê Helebceyê Nuxşe Nasihî hat xwendin.
 
AKTAŞ: PÊDIVÎ BI VEGUHERÎNEK ZIHNIYETÊ HEYE
 
Weysî Aktaş jî di forûmê de axivî û da zanîn ku meseleya Kurd yek ji meselayên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û got: “Tevî xwezaya piralî, kûr û dîrokî-civakî ya vê pirsgirêkê, bi giştî di 200 salên dawî de û bi taybetî jî di 100 salên dawî de, dewletên ku bi meseleya Kurd re têkildar in, li şûna ku hebûna pirsgirêkê qebûl bikin, polîtîkayên tepisandin û tunekirinê meşandine. Ev polîtîka tê wateya ferzkirina înkar û cudakariya li ser Kurdan. Bi kurtasî; înkarkirina nasnameya Kurd û derxistina Kurdan a ji derveyî hiqûqê, bûye stratejiyeke bingehîn. Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi veguherîneke zihniyetê heye; divê dest ji înkarê were berdan û li ser bingeha hiqûq, demokrasî û azadiyê, rêyên avakirina jiyaneke hevpar werin nişandan.”
 
Aktaş diyar kir ku pirsgerêka Kurd, pirsgirêka herî bingehîn û herî girîng a Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye û wiha axivî: “Di çarçoveya polîtîkayên înkarê de, pereyên ku ji bo operasyonên leşkerî hatine xerckirin, di aboriya welat û qadên siyasî û civakî de krîzên mezin afirandine. Tê gotin ku di dema pevçûnan de 3 trîlyon dolar ji bo lêçûnên parastinê hatine xerckirin. Ev rewş li ser civakê wekî xizanî, bêkarî û birçîbûnê xuya kiriye. Beşeke mezin a binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê jî bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Di navenda negeşepêdana têkiliyên bi Yekitiya Ewropayê re jî meseleya Kurd heye. Di vê wateyê de, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke asayî ye, pirsgirêka herî bingehîn û kilît a Tirkiyeyê ye.”
 
‘DIVÊ EM RÊYÊN PÊKVEJIYANÊ AVABIKIN’
 
Aktaş bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd, ne wekî encama pêşdarazî an jî nefreta gelan ya li hemberî hev derketiye holê û wiha pêde çû: “Pirsgirêk di esasta xwe de encama hişmendiyeke înkarperest û tuneker e ku hebûn û nasnameya gelên li vê erdnîgariyê red dike û bi darê zorê yê dewletê, nasnameyeke yekperest û homojen ferz dike. Bi hincetên wekî “şert û mercên me yên taybet hene, hesasiyetên me hene” paşxistina çareseriyê, tê wateya ji dest dana fersendeke dîrokî û mehkûmkirina gelên me ya ji bo birçîbûn, xizanî û bêkariyê ye. Meseleya bingehîn ew e ku li şûna ferzkirina nasnameyên yekperest ên bi rêya tunekirina cudahiyan, divê em rêyên pêkvejiyanê ya mirovên xwedî nasnameyên cuda ava bikin.”
 
Aktaş destnîşan kir ku îro dîrok, ji bo avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a gelan  fersendeke pir girîng pêşkêşî me dike û got: “Di qonaxa ku em gihîştinê de mimkun e ku em bersiva banga dîrokê bi nûkirina xwişk-biratiya dîrokî ya gelan a li ser zemîna “hiqûqeke demokratîk” bidin. Gava ewil a vê yekê diyarkirina statuya rêzdar Ocalan e. Gelên vî welatî hejayî aştiyeke birûmet û pozîtîf in. Derfeta dabînkirina vê yekê îro çêbûye. Mafê tu kesî nîne ku vê fersendê paşguh bike an jî bike qurbana hesab û daxwazên kesane. Bi vê armancê, ez bawer dikim ku xebat û çalakiyên ku li ser bingeha “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” têne kirin, dê beşdariyê li aştiyeke birûmet û mayînde bikin.”
 
OZGUR SEVGÎ GORAL: AŞTÎ BI TIFAQAN PÊKAN E
 
Dr. Ozgur Sevgî Goral bi rêya telekonferans tevlî forûmê bû û dest nîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo qeyran û krîza sîstemê wek bersivek û got: “Heke em qala aştî û azadiyê dikin û ev ê di têgeha avakirinê de derdikeve holê. Heke em behsa aştî û avakirinê dikin wê demê divê em rabirdûyê re hevrû bibin ku em bikaribin aştiyê avabikin. Aştî û avakirina jiyana nû bi tifaqên cur bi cur re pêkan e.”
 
BAKIRHAN: DIVÊ WEKÎ BANGEKE BIHÊZ BÊ DÎTIN
 
Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Amed ne bajarekî asayî ye û anî ziman ku tiştê ku bajarekî dike bajar îtiraz, wijdan û barê wan ê dîrokî ye û got: “Gelek siyasetmedaran ji vir peyamên girîng dan. Rêya aştiyeke birûmet û çareseriyeke mayînde di Amedê re derbas dibe. Kilîta gelek mamikên siyasî di îradeya Amedê de ye. Gava ku ev îrade bi perspektîfa çareseriyê ya Enqereyê re bigihîje hev, dê ew perspektîf pirsgirêkên herî aloz ên herêmê çareser bike. Amed, Tirkiye û hemû gel û baweriyên ku li vê erdnîgariyê dijîn, vê yekê heq dikin. Ev bajar êş, sebir û berxwedanê pir baş dizane. Lê îro divê em van tiştan bi hev re nîqaş bikin. Me êş, sebir û berxwedaneke mezin kom kir. Êdî em ê tenê van baran hilnagirin, em ê wan veguherînin. Tiştên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, em ê wekî xerca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê, tiştên ku dê di nava 5 rojan de bên gotin ne tenê daxwaz in; divê wekî bangeke bi hêz a ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bên dîtin.”
 
‘EM Ê LI PEY HEQÎQETÊ HERIN’

 
Bakirhan bal kişand ser Peymana Qadeşê û wiha got: “Peymana Qadeşê pir girîng e. Lewre bersiva pirsa ‘çima divê aştî hebe?’ di wir de ye. Qadeşê îspat kiriye ku şer tu pirsgirêkan çareser nake û pêşeroja du gelan tenê li ser naskirina hevdu dikare ava bibe. Qadeş bi bizmaran (nivîsa bizmarî) nivîsandin. Em jî dikarin di vê sedsalê de heman aştiyê bi hiqûq, aqil û bi wijdan binivîsînin. Bes e ku em bawer bikin aştî dikare tiştên ku şer çareser nekirine, çareser bike. Yek ji gotinên herî bi hêz ên komarê, ‘li welat aştî, li cîhanê aştî’ ye. Ev gotin berpirsyariya avakirina aramî, edalet û wekheviyê li hundir jî dide ser milê me. Aştiya li welat, tenê bi hiqûq û wekheviya li welat pêkan e. Dûrketina ji şer û parastina civakê ji hilweşînê, wêrekiyeke wisa ye ku bi xwe re serkeftinê tîne. Dewletek nikare pişta xwe bide rastiya civakê. Tehlûkeya esasî ew e ku mirov mafan tune bihesibîne. Îro pêdiviya Tirkiyeyê bi pergela (rast a siyasî heye. 

Divê ev pergel demokrasiya herêmî, edalet û azadiyê bi hev re xêz bike. Mesele ne meseleya serkeftina aliyekî û windakirina aliyê din e; ne meseleya li derve hiştina yekî û serbilindiya yê din e. Mesele avakirina sîwaneke çareseriyê ye ku rûmeta her ziman û nasnameyê diparêze. Navê ev aqilê hevpar ê bilind e ku her rengên li vê welatê dijîn di bin wê sîwanê de digihîne hev. Em ê bi xizmetkariya rêya aştiyê serbilind bin. Em şev û roj ji bo aştiyê xwêdanê dirêjin û xebatan dimeşînin. Em ê li pey heqîqeta ku jê bawer dikin, herin.”

Forûma ku tê payîn wê pênc rojan bidome, li ser aştiya civakî, demokrasî, azadî, hiqûq û lihevhatina civakî gelek panel û nîqaş werin lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê  2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 
Nûçeya Pişt re Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Desteya Giştî ya Meclîsê navber da xebatên xwe

Desteya Giştî ya Meclîsê ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder ji bo 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Ambargoya sotemeniyê ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike

Hate diyarkirin ku nêzîkî heftiyekî ye destûr nayê dayîn ku mazot derbasî Taxên Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê rewşa mirovî xirab dibe, deriyê sînor girtî ye

Li Kobanê ku 13 roj in di bin dorpêçê de ye, rewşa mirovî xirabtir dibe.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hunermend Serhedo hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?