Bi salan e gaza xwezayî negihaştiye navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê. Qeyûmê ku ji sala 2016’an ve şaredarî desteser kiribû, ji bo vê ti xebat nemeşand. Armanca sereke ya hevşaredarên HDP’ê ew bû ku projeya gaza xwezayî bigihînin navçeyê.
Şaredariya Nisêbînê ya DEM Partiyê, hefteya borî dest bi xebatên gaza xwezayî kir. Hevşaredar Gulbîn Şahîn Daghan derbarê xebatê de ev agahî dan: “Ji bo navçeyên Mêrdînê û navenda Mêrdînê gaza xwezayî hatibû dayîn, lê belê tevî ku xeta gaza xwezayî li ber Nisêbînê re derbas dibe jî, xebatek ji bo vê nehatiye kirin. Ji sala 2016’an ve em agahiya ku gaza xwezayî dê bê Nisêbînê digirin, lê desthilatdarî vê yekê tenê ji bo propogandaya xwe ya hilbijartinê pêkaniye. Armanc ew bû ku fikra ku wan daye destpêkirin, nîşan dan bû û piştî hilbijartinê ti xebat nehatine meşandin. Me bi şîrketên gaza xwezayî re hevdîtin pêkanîn û giranî da vê xebatê. Di dawiya vê salê wê gaza xwezayî bigihêje Taxa Firatê. Em armanc dikin ku mesrefên germkirinê yên welatiyên xwedî hatineyeke kêm in, kêm bikin û pêşî li qirêjiya hewayê ya ji ber bikaranîna komirê bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku pêşketina li vir wê kalîteya hewayê ya taxên din jî baştir bike.”