Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurdistanê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derketiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran wê pêkanînê li keştiyên li gorî rêgehê tevnegerin, ferz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êşa me giran e, lê em bi hêvî ne û serbilind in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî sererastkirina yasaya Rizgarbûyên Êzidî dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hikumeta Demkî protesto kir
Rojava

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hikumeta Demkî protesto kir

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên çeteyên Hikumeta Demkî yên li ser taxên Helebê şermezar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komên çete yên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zenkî yên ku dewleta Tirk perwerde kirin û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne, êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dewam dikin.

DIRBÊSIYÊ

Bi armanca şermezarkirina êrîşan û piştgiriya gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ve şêniyan daxuyaniyek li Akademiya Civakî Demokratîk da. Hevserokê Meclisa Bajêr Alan Meîş daxuyanî xwend.

TIL HEMÎS

Bi sedan xelkê bajêr û gundewarên wê bi meşekê êrîşên komên çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin.

Xwepêşandan ji pêş Navenda Çandê ya bajêr bi hildana alên QSD’ê û dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” dest pê kir.

Li navenda Kongra Star xwepêşandan veguherî çalakiyeke protestoyî. Li wir endama rêveber a Kongra Star a Til Hemîsê Efra El Ebas û endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Emaş El Ebdullah axivîn. Axêveran diyar kir ku berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana bi navê tevahî Sûriyeyiyên azad e, bi saya fedakariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva van êrîşan tên dayîn.

Xwepêşandan bi piştgiriya berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê bi dawî bû.

REQA

Gelê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek protestûyî li pêş Qada Jin a başûrê bajêr li dar xist.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl di çalakiyê de daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi top, hawan û tankan êrîşî taxên Helebê dikin. Ev sûcekî dermirovî ya zelal e.

DÊRAZOR

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê êrîş şermezar kirin. Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantonê Fayiz El Bêk bi amadebûna nûnerên ji Meclisa Rêveber, endamên sazî, komîteyên jinan û komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefgirtina taxên şêniyan sûcekî dermirovî ye, zehmetiyên welatiyan zêde dikin û derfetên kêmkirina rageşiyê û pêkanîna aştiyê qels dikin.

Şêniyên piştgirî da berxwedana gelê Şêmxeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd.

TEBQA

Xelkê kantona Tebqa û koçberên Efrîn-Şehba li dijî êrîşên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de bi sedan gelê kantonê û koçber, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa û desteyên wê, partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Demokratîk, hêzên leşkerî, meclisên sivîl, oldar, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên jinan amade bûn.

Xwepêşandan ji pêş kampa Azadiyê ya koçberan dest pê kir û li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr rewestiya.

Li wir berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Mensora Necah El Ehemed axivî. Necah da zanîn gelek caran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên tên kirin, ji Îlonê ve jî di dorpêçeke giran de ne.

Necah li ser navê gelê Tebqa û koçberan ev êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir ku komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de bi awayekî hovane û zanabûn êrîşî taxên Helebê dikin.

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bi dawî bû.

DÊRIK

Li dijî êrîşên ser taxên Helebê, koçberên Efrîn-Şehba, bi hezaran xelkê Dêrikê xwepêşandanek ji Qada Jinê ber bi kolana Kornîş ve li dar xist.

Li taxa Kornîş xwepêşandan rawestî, li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk a Dêrikê Mehmûd Kalî êrîşên li dijî taxên Helebê şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş redkirina hikumeta demkî ji pirrengiya pêkhateyên Sûriyeyê re nîşan dide.

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Sînan Sîdoş destnîşan kir ku yekrêzî bersiva rastîn a li dijî êrîşên hikumeta demkî li dijî welatiyan e.

Sîdoş got, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê modela berxwedanê ne, bi berxweadna xwe hebûn îsbat kir û çareser diyar kir.

TIRBESPIYÊ

Bi hezaran pêkhateyên bajarê Tirbepsiyê ji Kurd, Ereb, Suryan li dijî êrîşên komên çete yên hikumeta demkî xwepêşadanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de xwendekarên dibistanan beşdar bûn, qetilkirina zarokan bi destê komên çete yên hikumetê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji pêş Komeleya Perwerdê ya li rojhilatê bajêr dest pê kir û li sûka navendî belav bû.

Xwepêşandan li pêş avahiya Meclisa bajêr sekinî. Li wir endama Însiyatîfa Gel Nalîn Temo axivî û êrîş şermezar kir.

QAMIŞLO

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrîşî bi tundî hatin şermezarkirin û hikumeta demkî berpirsa van êrîşan hat dîtin.

KOBANÊ

Bi hezaran Şêniyên Kantona Firatê di bin dirûşma “Dorpêç û êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, em şermezar û nelet dikin” li Qada Jina Azad meşek dest pê kir.

Di meşê de şêniyan wêneyê zarokên şehîd, jin û birîndaran hatin rakirin û bê navber dirûşêmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Asayîş”, “Berxwedan jiyane” berz kirin.

Meşê heta Qada Aşitiyê dewam kir. Li wir piştî deqeyek rêzgirtin, heveserokê Desteya Kar û Barên Civakî yê Kantona Firatê Ehmed Xoce êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û wiha got: “Piştî şoereşa Rojava gelê me li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûn û di nava hemû zehmetiyan re jiyan dikirin, her wiha di nava tarîtî û dorpêçan de jiyan dikir û berxwedaneke bê hempa didan meşandin. Lê gel bi hemû hêz û berxwedana xwe heta roja îro li ber xwe didan û her tim dijmin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşî dikirin.”

Ehmed anî ziman ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwedî hêz û vîna her xurtin û wiha got: “Em wek bajarê berxwedanê Kobanê li pişta gelê xwe ne û em ê her tim piştgiriya wan bikin û her tim em ji bo piştgirya gelê xwe amade ne.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” û “Berxwedan jiyane” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DBP: Êrişên li Helebê zemîna lihevkirinê ji holê radike
Nûçeya Pişt re Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Guh nedin agahiyên derewîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîtanê pêşeng ê berxwedana Girê Amediyê: Welat Dalaho

Welat Dalaho ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana gel 9 roj li pey xwe hişt: Em ê li vir bin û bi ser bikevin

Endamê Meclîsa Edaletê ya Kantona Firatê Îbrahîm Metîn anî ziman ku ji bo rawestandina şer…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo perwerdeyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî diçin Şamê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?