Di daxuyaniya li ser hesabê X’ê ya Nergîs Muhammedî de hate ragihandin aktîvîsta Kurd dawiyê rakirine nexweşxaneyê. Ev neh hefte bûn serlêdanên ji bo rakirina nexweşxayê dihatin redkirin.
Li gorî daxuyaniyê ev geşedan ‘’bi saya aktîvîst, piştgirya koalîsyona Free Nergis û zexta civaka navnetweyî û çapemeniyê’’ pêk hatiye.
Aktîvîsta 52 salî, li gel rehîngirtin û hepsa hucreyê di heman demê de ji ber ‘’paşguhkirin û mehrûmiyetê’’ bi mehan e bi ‘’pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê’’ re rû bi rû ye.
Hate ragihandin ku girêdayî şertên heyî sewqkirina nexweşxaneyeke jirêzê wê ji pirsgirêkên tenduristiyê yên Muhammedî re nebe çareserî û jê re serbestberdana bêyî şert û merc hate daxwazkirin.
Nergîs Muhammedî ji Mijdara 2021’an ve li Girtîgeha Evîn a li Îranê tê rehîngirtin. Aktîvîsta xwediya xelatê Nobelê ev demeke dirêj e li girtîgehê tê rehîngirtin. Nergîs Muhammedî bi taybetî jî ji ber têkoşîna wê ya li hemberî cezayên darvekirinê di sala 2023’yan de hêjayî Xelata Aşitiyê ya Nobelê hatibû dîtin.
Hêjayî bibirxistinê ye ku Nergîs Muhammedî nexweşa dil e. Her wiha li gorî raporeke wê ya di meha Îlonê de di damara xwînber a dilî de komplîkasyoneke cidî rû daye.