Hat hînbûn ku gelek girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê tên girtin di 7 û 11’ê Tebaxê de jehrkirî bûn.
Her çiqasî têkildarî sedema jehrîbûnê de ti daxuyanî nehatiye dayîn jî, hat ragihandin ku girtiyên ku jehrkirîbûne nebirine nexweşxaneyê. Girtiyan bûyer di axaftina telefonê ya bi malbatên xwe re anîn ziman û bi vî awayî derket holê.
‘JEHRÎBÛN HÎN JÎ BERDEWAM DIKE’
Yek ji girtiyan Ozan Bektaş di axaftinabtelefonê ya bi malbata xwe re bûyeran vegot. Bektaş diyar kir ku jehrîbûn bi rojan e berdewam dike û got, “Rewşa jehrîbûnê ji roja Înê ve berdewam dike. Hemû girtiyên di korîdorê me de jehrî bûne. Li qatên jorîn û jêrîn jî kesên jehrî bûne hene. Me nabin nexweşxaneyê. Têkildarî bûyerê qeyd negirtine. Ji bo nebe fermî girtrk negirtine.”
Bektaş anî ziman ku girtî bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cûrbecûr re rû bi rû dimînin û got, “Jehrîbûn bi rojan e berdewam dike. Êş, dilxelandin û îshal heye. Carinan ber çavên me reş dibe. Tevî ku em ji wan re dibêjin jî me nabin nexweşxaneyê.
MUDAXALEYÎ NÎŞANEYÊN DESTPÊKÊ YÊN JEHRÎBÛNÊ NEKIRIN
Bektaş diyar kir ku di 7’ê Tebaxê de dema ku nîşaneyên jehrîbûnê çêbû gardiyana agahdar kirine, lê demek dirêj mudaxele nekirin.
Bektaş destnîşan kir ku nîşaneyên destpêkê dora saet di 16.00’an destpê kirû wiha berdewam kir, “Nîşanên destpêkê piştî nîvro saet derdora 4’’an dest pê kir. Nîvê şevê saet di 11 û nîvan de hatin ber derî û pirsa, ‘Çi we heye?’ kirin. Li wir jî ti tişt nekirin.”
‘DI NAVA XWARINAN DE MÊŞ Û NEYNÛK DERDIKEVIN’
Bektaş anî ziman ku rêveberiya girtîgehê sedema jehrîbûnê bi avê ve girêda û diyar kir ku di xwarina ku di girtîgehê de tê dayîn de pirsgirêkên cidî hene.
Bektaş got, “Di nava xwarinan de mêê û neynûk derdikevin. Li kantînê jî bi qasî tê xwestin xwarin tineye.”

