Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: ‘Pêwîstiyeke lezgîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka ÎHD’ê Oya Ersoy: Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Ocalan bê pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Girtiyên siyasî: Newroza Amedê, beyana îradeyê ye
Kurdistan

Girtiyên siyasî: Newroza Amedê, beyana îradeyê ye

Li Amedê bi sed hezaran kes di Newrozê de hatin ba hev. Di şahiyê de peyama girtiyên siyasî hate xwendin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li navçeya Rezan Amedê bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ bi sed hezaran kes li Parka Newrozê hatin ba hev. Coşa Newrozê didome.

Ji Tifaqa Kurdistanî Mehmet Kamaç axaftina ewilî kir û diyar kir ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim têkoşîna azadiyê dimeşîne.

Kamaç destnîşan kir ku banga Rêber Apo hêviya aştî û wekheviyê ye û got, “Demildest ji bo bersiva banga Birêz Ocalan, gav bavêjin.”

PEYAMA GIRTIYAN

Li qada Newrozê peyama girtiyan hate xwendin.

Peyama ku Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz xwendî, wiha ye:

“Silav ji bo bi milyonan kesên li Amedê kom bûne. Silav ji wan re yên ku li dijî Dehaqan çok natewandin, li hemberî zaliman serî netewandin, gelê me yê ku li hemberî bêmafiyan bêdeng nema. Silav ji wê îrade û qudretê re ya ku em kirine gelê Newrozê. Silav ji berxwedan, sekin û rêya Rêber Apo re. Em Newroza ku sembola herî xurt a berxwedan û hêviyê ye, pîroz dikin. Newroza we pîroz be.

Newroza Semayan, Viyanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Arînan, Gurbetelliyan, Binevşan, Veysiyan, Rahşanan, Zulkuf, Ûgur, Ayten û Çaran pîroz be. Em minetdarê wê ronahiyê ne ya ku li Amedê bi sê zilkên şiqartê belav bûyî û îro bûye meşaleya bi milyonan. Îro em li cihên cuda, lê bi heman hestê çîroka nû ya dîrokê pêşwazî dikin. Em hemû ruhê têkoşînê yê heman, parve dikin û heman êş û hêviyê dihilgirin.

Gelê me yê hêja,

Em ji dil piştgiriyê didin banga Rêber Apo ya çareseriya dîrokî û civaka demokratîk. Ev bang, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bingeh e û em ê bi gelê xwe re bi biryardarî parastina vê cesaret û îradeya aştiyê bidomînin.

Rêber Apo di Newroza 2013’an de dîsa li vê qadê got, ‘Yên ku ruhê demê fêm nekin, wê biçin sergoya dîrokê. Yên ku li ber herikîna avê li ber xwe bidin, wê ber bi valahiya bilindahiyê ve biçin’. Îro eger ruhê demê dibêje aştî, dibêje çareserî wê demê gelê Kurd ji vê re amade ye. Di siyaseta kûreyî de, hîn bêhtir polîtîkayên ewlekariyê, planên li ser esasê şer tên kirin. Di pêvajoyeke wiha de yê ku herî zêde fikriyeta aştiyê nîşan dayî, gavên vê yên pratîkî avêtî, bi berpirsyariya xwe pêşengtiya vê barê dîrokî yê mezin girtî ser xwe, Rêber Apo ye.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk li vê xakê, li Kurdistanê, Mezopotamyayê, Anatoliyê, Çûkûrovayê, Egeyê, Marmarayê, Derya Spî, Rojava, Hewlêr, Rojhilat, li her devera ku dilê gelê Kurd lê dide deriyên biharê yê gelan vedike. Vê bangê zimanê bêdengkirî, xeyalên zincîrkirî û hêviyên binaxkirî ji nû ve şîn kir. Ev dem dema bindestan e, dema gelan e. Ev dem herî zêde dema Kurdan e. Ji bo bersiv ji vê bangê re bê dayin, divê gelê me sekna xwe ya bi biryar hîn xurt bike. Mecbûriyeteke ku şert û mercên Rêberê me di nav de ne tavilê bêne sererastkirin û tecrîd bê rakirin, ev yek pêwîstiyeke xwezayî ya herikîna jiyanê ye. Avdana darekê, afirandina şert û mercên şînbûnê ji bo wê darê bê çi wateyê, zemîna siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê jî heman heqîqet e. Ev pêvajo bi afirandina rewşeke xumamî, bi belavkirina li pêvajoyê, bi hewldana tepisandina bi rêya zextê, bi çavtirsandina bi qeyûm û binçavkirinê nameşe. Ev rewş timî hatiye ceribandin û timî jî têk çûye. Ji ber vê yekê divê dest ji vê bê berdan û rêyên siyaseta demokratîk bêne vekirin. Roj roja xwedîderketina li nirxên civakî û rêbertî ye. Roja mezinkirina têkoşînê, meşa çareseriya mayinde ya bi rê û rêbazên nû ye. Newroza Amedê beyana îradeya ji bo aştî û çareseriyê ye. Weke girtiyên polîtîk ên azad em vê îradeyê silav dikin. Yên ku aştiya wan mezin be, destketiyên wan jî mezin e. Divê dewlet û desthilatdarî vê peyamê baş bixwîne. Bi vê bawerî, hişmendî, hest û hêviyê we hemûyan bi hurmet silav dikin. Hêvî dikin ku Newroza Azadiyê ya 2025’an bibe wesîleya saleke ji jiyaneke aştiyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê me.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Êrîşên li dijî YBŞ’ê êrîşên li dijî hebûna Êzidiyan e’
Nûçeya Pişt re Bi sed hezaran kesî li dengê Rêber Apo guhdarî kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ji bo yekîtiya Sûriyeyê divê dawî li polîtîkayên wêdekirinê bê anîn’

Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di amadekariyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Kerkûkê komek çekdar êrîşî ofîsa parlamenterê Iraqî Mehdî Teqî kirin û di encamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Aştî bi du baskan pêk tê

Dûran Kalkan got, ew bi biryar in ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bikin, lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

FilmAmed destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?