Geliyê Godernê yê navbera navçeyên Pasûr, Licê, Farqîn û Hezro yên Amedê ji ber çêkirina bendavê hate wêrankirin. Bendava Sîlvanê wê Geliyê Godernê yê ku dîroka xwe bi hezaran salî ye û pira Taşkopru ya dîrokî di bin avê de bihêle. Di çarçoveya projeyê de heta niha zêdeyî 10 gund di binê avê de mane û nêzî 50 gundên din wê di binê avê de bimînin.
‘BI ZORA LEŞKERAN GUND TALAN KIRIN’
Gundên Qokan û Kerika yên Pasûrê 2 ji wan gundan e ku wê di binê avê de bimînin. Gundî bi biryar in ku gundê xwe neterikînin lê belê ji ber karên çêkirina bendavê gelek zeviyên wan hatine talankirin. Gundî nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin lê belê rayedar vê nerazîbûna gundiyan ji nedîtî ve tên.
Maşallah Karaman anî ziman ku gundê wan hatiye talankirin û got, “Bi leşkeran dikevin nava gundê me. Bi zora leşkeran zeviyên me têne talankirin. Em naxwazin ji gundê xwe biçin, em naxwazin warê xwe biterikînin. Bi hezaran hektar zeviyê min ê bi tapû ji aliyê dewletê ve bi zorê hatin desteserkirin û dikin qurbanê bendavê. Ne darek, ne kulîlkek hiştin. Bi bendavê, bi petrolê xwezaya me tine dikin. Leşker bi kepçeyan dikevin nava zeviyên min, zeviyên min talan dikin. Li nava van zeviyan keda min, keda zarokên min heye. Zarokên min ji ber ku kar li vir nemaye diçin bajarên rojava li înşaetan dixebitin. Perîşan bûne. Li vir zeviyên me hene çima zarokên me neçar dihêlin ku biçin bajaren rojava û perîşan bibin.”
‘YÊN KU ÇAV BERDIDIN KEDA HINEKÎ DIN, MA OLDAR IN?’
Karaman got, “Gelo ev ji kesî natirsin? Ji Xwedê natirsin? Ji ol natirsin? Tu ji wan bipirse hemû wê bibêjin ku Misilman in, oldar in. Ev oldariyeke çawa ye? Ma oldarî çavbedana li keda hinekî din e? Ez ê keda zarokên xwe ji wan re nehêlim. Ez ê gundê xwe neterikînim. Ew dixwazin em gundê xwe biterikînin. Em ê bi ti cihî ve neçin, em ê xaka xwe biçînin. Ew ne mirov in, ji mirovahiyê para xwe wernegirtine.”
‘EM Ê QEBÛL NEKIN’
Arzû Karaman jî got, “Vê bendavê ne dar hişt, ne heywan hişt, ne dîrok hişt. Çend sal in li dijî vê bendavê em dengê xwe bilind dikin lê belê kes nabihîze. Kes xwedî li berxwedana vî gelî dernakeve, kes dengê vî gelî nabihîze. Kes li ber vê komkujiyê nasekine. Berî çend rojan tabûrek leşker xistin nava zeviyan. Ji bo ku em nikaribin li ber talankirinê rabin. Tevî vê jî me nerazîbûn nîşan dan, me nîqaş kir, leşkeran heqaret li me kirin. Me dîmen kişand, bi zorê dest danîn ser telefona me û dîmen jê birin. Ji bo hinek li ber vê rabin divê hîn çi bibe? Leşkerên dewletê tên li vê derê gefê li dayikên me dixwin. Ji operatorê kepçeyê heta ajokarên qemyonê yên li vir dixebitin gelo ti ji wan li ber xwe nakevin, ti ji wan nabêje ‘Em li vir çi dikin’. Hemû jî Kurd in, hemû jî li vê xakê mezin bûne. Eyb e guneh e. Çawa li rûmeta xwe tînin. Dema ku em nerazîbûnê nîşan didin dibêjin ‘Em jî Kurd in’. Hûn Kurd nînin. Kurd warê xwe wêran nake.”
‘BILA KES JI BO PEREYAN XAKA XWE NEFIROŞE’
Arzû Karaman anî ziman ku keyayên gund jî bi îhalekaran re hevkariyê dikin û got, “Dayik diçin li ber zeviyên xwe nobedê digirin. Her carê leşker tên bi zorê dayikên me ji wir dûr dixînin. Heqaretê li dayikên me dikin. Em çawa dikarin vê ji nedîtî ve bên? Tenê ji ber vê jî be divê em qiyametê rakin. Ji bo em nikaribin dengê xwe bililnd bikin çiqas leşker hebin anîne vê derê. Me bi leşkeran ditirsînin. Warê me bi temamî talan kirin. Bi kepçe û qemyonan ketin nava zeviyên me yên bi tapû. Em dixwazin dawî li vê wêrankirinê bê anîn. Divê gelê me destûrê nede vê yekê. Bila kes ji bo pereyan warê xwe nefiroşe. Em xwedî li xaka xwe, xwezaya xwe derkevin. Em xaka xwe, xwezaya xwe neterikînin.”