Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad: Li dijî êrîşan divê em bi biryar bin
Rojane

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad: Li dijî êrîşan divê em bi biryar bin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad got, "Eşkere ye ku dijminê me bi biryar in ku êrîş bikin. Em jî weke gelê Kurd divê li hemberî van êrîşan bi biryar bin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji ANF’ê re axivî. Nirxandina Zeyneb Mûrad bi vî rengî ye:

“Em niha dibînin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê me êriş berdewam dikin. Dewleta Tirk hi hêzeke gelek mezin a leşkerî li ser axa Kurdistanê operasyonan dike. Em jî wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em di civata ya 22’yem de ku di 20 û 21’ê vê mehê de hat lidarxistin, li ser vê rewşê, li ser wan metirsiyên ku hîna hene, rawestiyan. Çinku em dizanin dijminê me îro texsîr nake û ew aloziyên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê hene, ji bo xwe wek derfet dibîne da ku hemû destkeftên gelê Kurd ji nav bibe. Li hember vê yekê, erk û berpirsyariya neteweyî ewil dikeve ser partiyên siyasî û paşê jî dikeve ser gelê me û hemû pêkhateyên ku em bi hev re dijîn. Ne tenê gelê Kurd, ew pêkhateyên din jî rû bi rûyî metirsiyeke mezin in. Lewma ev erk û berpirsyariya neteweyî dikeve ser her kesî. Di Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî de ev tişt hatin nîqaşkirin û dê di encamnameyê de jî bê diyarkirin ku em ê tu carî dagirkirina Kurdistanê û qetilkirina zarokên Kurd qebûl nekin. Diyar e ku dijminên me bi biryar in ku vê yekê pêk bînin, divê em jî wek gelê Kurd bi biryar bin. Li vir banga me ji bo partiyên siyasî ye ku bila tu carî nebin beşek ji wan plan û komployan ku li dijî gelê me tên kirin. Ji ber ku dîrokê selmandiye ku dijminên me bi biryar in ji bo ji navbirina gelê Kurd.

Di heman demê de em dibînin ku gelê me di nav fikareke mezin de dijî, hem rewşa siyasî, hem rewşa aborî, hem rewşa civakî bi taybetî li başûrê Kurdistanê di nav qeyraneke mezin de ye. Em dibînin ku li şûna ku birînên gelê me bêne sarêjkirin, rewşê aloztir dikin, em dibînin ku statûya başûr û rojavayê Kurdistanê dixin metirsiyê. Dewletên dagirker, çi Tirkiye be, çi Îran be, çi Sûriye be û hetta çi Iraq be çavên wan bar nade ku gelê Kurd gihîştiye vê astê, xwedî destkeft e, xwedî statû ye. Di civata me de jî hat nîqaşkirin ku dewleta Tirk çawa hewl dide ku Iraqê jî beşdarî komploya li dijî gelê Kurd bike. Her çend di navbera wan de nakokiyên siyasî, dînî û hwd. hebin jî, hetta dibe ku bi Îranê re û bi Sûriyeyê re jî lihevkirina wan hebe. Lê rastiyek heye ku ev dewlet li ser jinavbirina gelê Kurd di tifaqê de ne. Ji ber vê yekê ev qonaxa ji bo gelê me qonaxeke çarenûssaz e. Daxwaza me ji partiyên siyasî, ji saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û xwedî helwest bin. Cihê kêfxweşiyê ye ku gelê me xwedî helwest e, çi rewşenbîr û çi sazî hewl didin rê li ber van komployan bigirin. Lê ev yek têrê nake. Divê em bi biryareke siyasî bibêjin ku êdî em vê yekê qebûl nakin, em qebûl nakin ku xaka Kurdistanê wisa bê dagirkirin, zarokên me bêne qetilkirin. Ew propagandaya ku dewleta Tirk dike ku qaşo ev êriş li dijî aliyekî destnîşankirî yê siyasî ye ku tevgera azadiya Kurdistanê ye, lê ev yek derew e, ev êriş û komployeke mezin e li dijî hemû gelê Kurd û Kurdistanê.

Dijminên me gelek in, lê ew di asta herî lawaz de ne. Em dibînin bloka AKP-MHP’ê çawa di hilbijartinên xwecihî de têk çû û gelê me çawa bi ser ket. Ev yek tê wê wateyê ku her çend qonaxeke dijwar be, qonaxeke aloz be jî, derfeta şikandina dijmin heye. Ev yek jî bi yekrêzî û yekîtiya gel û aliyên siyasî û pêkhateyên civakê çêdibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker Şehba û Minbicê topbaran dike
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê: Em ê li çavkaniyên aboriyê yên şer bidin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê li dijî dagirkeran çalakî kir

QSD'ê ragihand ku ew li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarê bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pêrtag a Dersimê serê sibehê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

Hakî Karer têkoşîna azadiyê, hevrêtî û nirxên mirovahiyê di nava jiyana xwe ya kurt de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji ber lehiyên li Sûriyeyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?