Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Em ê her tim xwedî li bîranîna hevrêyên xwe derkevin
Kurdistan

HPG: Em ê her tim xwedî li bîranîna hevrêyên xwe derkevin

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, "Van hevrêyên me yên hêja bi şehadeta xwe nîşan dan ku sekn û berxwedana milîtaniya fedaî ya Apoyî divê çawa be. Em ê her tim xwedî li bîranîna hevrêyên xwe derkevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“7 û 8’ê Cotmeha 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dijmin de ewladên leheng û milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Şoreş, Rizgar û Newal heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Hevrêya me Şoreş lêgerîna xwe ya li heqîqetê her tim dewam kir û têkoşîneke bênavber di kesayetiya xwe de şênber kir, bi vî rengî bû milîtaneke YJA Starê ya serketî. Lêgerîna xwe ya heqîqetê bênavber û bi eşqê dewam kir. Meşa xwe ya azadiyê ku ji Semsûrê destpê kir li çiyayên Kurdistanê gihand asta herî bilind û bi huner û şerê xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêya me Şoreş ku bi têgihiştineke mezin nêzî her wezîfeyê bû bi taybetmendiya xwe ya hunerî da ser şopa Şehîd Mizgîn, Berçem û Delîla. Bi zanebûna ku şoreşgerî û gerîlatî hunera herî mezin e hunera xwe kûr kir, têkoşîna xwe mezin kir û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.

Hevrêyê me Rizgar di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî de bû milîtanekî Apoyî yê bi îdîa û wezîfeyên herî zehmet bi ser xist. Ruhê ciwantiya Apoyî di kesayetiya xwe de temsîl kir û li her qada ku lê ma ji bo bilindkirina berxwedanê kedeke mezin da. Hevrêyê me ku bi danheviya xwe ya îdeolojîk û şarezabûna xwe ya leşkerî dihate naskirin, ji xwe re kir armanc ku wezîfeyên partiya me hemûyan bi rengekî hêja bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û şervaniya xwe ya bi wêrekî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku neyê jibîrkirin.

Hevrêya me Newal kuk bi çanda qedîm a Rojhilatê Kurdistanê tevlî têkoşînê bû, ji roja destpêkê heta şehadetê ji sekna xwe ya esîl û leheng ji bo kêliyekê jî tawîz neda. Li herêma Xakurkê beşdarî çalakiyên serketî bû, weke milîtaneke pêşeng li gorî ruhê demê tevgeriya. Bi hevrêtiya xwe ya kûr û xurt, bi sekna xwe ya ji xeta PKK û PAJK’ê tawîz nedida, ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne bêeman têkoşiya. Bi pêşengiya xwe ya li nava jiyanê û şer şopên xurt li dilên hevrêyên xwe hişt.

Van hevrêyên me yên hêja bi şehadeta xwe nîşan dan ku sekn û berxwedana bi milîtaniya fedaî ya Apoyî divê çawa be. Em ê her tim xwedî li bîranîna van hevrêyên xwe derkevin. Li ser vê bingehê bila serê malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me Şoreş, Rizgar û Newal, serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Şoreş Semsûr
Nav paşnav: Devrîm Çoban
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Zelîha-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Cotmeha 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Rizgar Nûhat
Nav paşnav: Halûk Baş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Emîne-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Cotmeha 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Newal Rûbar
Nav paşnav: Gulistan Şems
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Xezal-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Cotmeha 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ŞOREŞ SEMSÛR

Ewlada leheng a gelê me yê ku li dijî zilma dewleta Tirk a li ser înkar û tinekirina gelê Kurd ava bûye li ber xwe dide; hevrêya me Şoreş li Kurdistana ku mêtingeh e ji dayik bû. Li bajarekî kozmopolît û dergûşa şaristaniyan Semsûrê ji dayik bû, salên xwe yên zarokatiyê bi guhdarîkirina li çîrokên gerîla derbas kir û bala wê timî li ser gerîla bû. Her ku temenê wê mezin bû lêgerîn û nakokiyên wê jî zêde bûn û bû heyranê berxwedana destanî ya bi pêşengiya gerîlayên jin di şer de tê kirin. Hevrêya me dema diçû lîseyê li jiyanê dipirsî û di mijara statuya jinê ya li nava civakê de bû xwedî nakokiyên kûr. Ji bo lêkolînkirina felsefeya partiya me hewl da. Hevrêya me şahidî ji lehengiya berxwedana destanî ya li Kurdistanê û zilm û êşkenceya dewleta Tirk a dagirker re kir ku ji gelê me re rewa didît. Bi vî rengî kete nava lêpirsîneke wijdanî. Rastiya dewleta Tirk ku li hemberî maf û daxwazên rewa yên gelê me bi rengekî bêrehm û xwînxwarî êrîş dikir, hîn di salên lîseyê de baş fêm kir. Weke jineke ciwan rola ku sîstemê li jinê ferz dikir ti carî qebûl nekir. Li hemberî serîtewandin û koletiya ku li jinê dihate ferzkirin, sekneke serhildêr nîşan da. Hevrêyên me yên li refên partiya me PKK’ê ji bo azadiya gelê xwe şer dikin û bi çanda xwedawendiyê xwe ji nû ve diafirînin, ji xwe re kir mînak. Hevrêya me ku sînorên heyî nas nedikir û ji bo jiyaneke azad di nava kûrbûnê de bû, tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger welatparêz bû. Di nava vî karî de bi tevlîbûn û kûrbûna xwe her xebat bi rengekî hêja bi cih anî. Bi ruhê xwe yê ciwantiyê ji bo her karî dibeziya û di nava hevrêyên xwe de hate hezkirin. Di dema xwendina zanîngehê de pêşengî ji kar re kir û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Ji çalakiya xwendekarê lîseyê Ebû Muslum Dogan gelekî bi bandor bû ku 15’ê Sibata 2010’an ji bo şermezarkirina komplo û tecrîda li ser Rêberê me di 18 saliya xwe de bedena xwe da ber agir. Beşa mamostetiya wêne ya ku dixwend û hemû derfetên sîstemê red kir, weke ciwaneke Kurd a bi rûmet biryar da ku têkoşînê mezin bike. Li hemberî zilmê û ji bo bersivdana li bendewariyên pêvajoyê gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî mezin li nava refên gerîla ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Sala 2015’an ku Berxwedana Kobanê dewam dikir û li her derê Tevgera me têkoşîneke bêeman dimeşand, di ser Bakurê Kurdistanê re beşdarî nava refên gerîla bû û ji bo perwerdeyê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û tevlîbûna xwe ya bi coş bû mînak û bi perwerdeya îdeolojîk bi xurtî tevlî nava karên partiyê bû. Kûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir û bi nîqaşên rêxistinî xwe kir milîtaneke xurt. Hevrêya me Şoreş ku jineke azad a bi ruhekî zirav bû, karên şoreşgerî bi berfirehî meşand û ev taybetmendiya xwe timî parast. Hozan Mizgîn, Sefkan, Berçem, Hozan Serhed û Delîla ji xwe re kir mînak. Xwest germahiya şer carna bi stranan carna jî bi amûrên xwe nîşan bide. Li her qadê bi coşa xwe ya li nava jiyanê û bi moral ji hevrêyên xwe re bû cihê baweriyê. Hevrêya me timî dixwest aliyê xwe yê şervaniyê bi pêş ve bibe û bersivê bide pêvajoya şer. Hevrêya me ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qadên cuda tevlî gelek karî bû, ji aliyê leşkerî ve jî bû xwedî tecrûbe. Li hemberî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker, haya xwe ji wezîfeyên xwe yên dîrokî hebû ji her alî ve xwest xwe xurt bike. Ji bo karibe bibe xwedî danheviya îdeolojîk û tiştên hîn bûye bi hevrêyên xwe re parve bike, beşdarî dewreyeke perwerdeyê ya îdeolojîk bû. Di pêvajoya perwerdeyê de nirxandinên Rêberê me yê li ser kesayetiyê û nirxandinên têkildarî artêşbûna jinê xwend û kete nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me Şoreş her kêliya xwe bi kûrbûneke xurt derbas kir û xwe ji pêvajoya şerê germ re amade kir. Weke gerîlayeke YJA Starê ya serketî perwerdeya xwe temam kir. Demekê tevlî nava karên Kevana Zêrîn bû. Di her karî de bi coşa roja destpêkê tevgeriya û hewl da her roj berxwedana xwe hîn mezin bike. Her tim xwest bibe hêza çareseriyê. Bi saya berxwedan û dilsoziya bi Rêber Apo re xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir û ruhê demê di kesayetiya xwe de şênber kir.

Ewlada leheng a Tolhildanê hevrêya me Şoreş ji karên ciwanên şoreşger welatparêz heta bi karên hunerî yên li çiyê û tevlîbûna xwe ya bêteredût a li qadên şer, di dîroka me ya têkoşînê de bû milîtaneke YJA Starê ya serketî. Hevrêya me şerê xwe yê azadiyê bi rengekî bêeman li hemberî dijmin meşand û di demên herî zehmet de wezîfeyên xwe bi ruhê fedaî bi cih anî. Di 7’ê Cotmeha 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wê em soz didin ku têkoşîna ji me re hiştiye bi rengekî hêjayî wê bi cih bînin û armancên wê li Kurdistana Azad pêk bînin.

RIZGAR NÛHAT

Hevrêyê me Rizgar li Êlihê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me ku ferdê malbateke bi eslê xwe ji Nisêbîn a Mêrdînê bû, li nava qadeke ku welatparêziya xwe xurt bû û tevlîbûn li nava gerîla kiribû, mezin bû. Welatparêziya malbata wî bû wesîle ku tevgera me zû nas bike. Mîna her zarokekî Kurd dema ku diçû dibistanên dewleta Tirk ên hêlîna asîmîlasyonê, ji ber ku nekarî bi zimanê xwe yê dayikê bi hêsanî biaxive, kete nava nakokiyan. Hevrêyê me şahidî ji şerê li Kurdistanê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker re kir, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dijmin hîn di temenekî biçûk de dît. Ji ber van kiryaran jî kete nava lêpirsîneke kûr. Dema ku li dibistanên dewleta Tirk dixwend, ji bo tevgera me hîn baş fêhm bike ekte nava lêpirsîn û lêgerînê, weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet hêrsa xwe ya li hemberî zilmê xurt kir. Her ku çîrokên lehengiyê yên ap û xalê xwe guhdarî dikir ku tevlî nava refên partiyê bûn û şehîd ketin, hêrsa xwe hîn mezin kir. Hevrêyê me ku haya xwe ji lîstikên sîstemê yên ji bo dejenerekirin û dûrxistina ji cewherê yên li ser ciwanan bû, biryar da beşdarî nava kar bibe. Hevrêyê me ku haya xwe ji wezîfeyên xwe yên welatparêziyê hebû, tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Her kar bêyî tawîzê ji xeta partiyê bide meşand û her roj bi coş û daxwazeke hîn mezin tevlî nava kar bû. Dema ku li zanîngehê dixwend, ji bo di asta kadro de tevlî nava kar bibe kete nava kûrbûnê. Li gel zextên dewleta Tirk a dagirker ji bo kêliyekê jî ji kar paşve gav neavêt û ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda. Tevî ku gelek caran hate binçavkirin jî karên xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir. Di operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û qada zindanê ji xwe re kir cihê amadekirina xwe ji çiyayên azad re. Hevrêyê me zanîbû ku cihê herî pîroz ê ku tolê ji dijimin hilîne û sekneke bi biryar nîşan bide çiyayên Kurdistanê ye û bi vê têgihiştinê xwe bi hêz kir. Hevrêyê me ku xwendekarê beşa Psikiyatrî ya Zanîngeha Dîcleyê bû, hemû derfetên sîstema kapîtalîst danî aliyekî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Di sala 2012’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê gihîştibû asta herî bilind, gerîla destan dinivîsand û derbên mezin li dewleta Tirk dihate xistin, di ser Bakurê Kurdistanê re tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla re ji ber pêkanîna xeyalên xwe yên zarokatiyê kêfxweş bû. Demeke kurt li Bakur ma û piştre ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji pêşwazîkirina germ û hezkirina hevrêyên xwe moraleke mezin wergirt. Hevrêyê me zehmetî nekişand ku hînî jiyana gerîla û şert û mercên zehmet ên çiyê bibe û ji ber tecrûbeya xwe ya rêxistinî ya berê, ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Di perwerdeya şervanên nû de hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir û bi rengekî serketî perwerde qedand û derbasî qadên pratîkê bû. Bi saya tevlîbûna li qada pratîkê û hevrêtiya xwe ya xurt, wezîfeyên herî zehmet bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me her tim li pêşberî şehîdan lêpirsînên kûr dikir û di pêvajoya şer de haya xwe ji berpirsyariyên xwe yên dîrokî hebû, lewma dixwest bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me zanîbû ku bi danheviya îdeolojîk û pisporiya leşkerî dikare bersivê bide pêvajoyê û pêşniyar kir ku tevlî nava perwerdeya pisporbûyînê bibe. Hevrêyê me ku beşdarî perwerdeyên pisporbûyînê bû, di pêvajoya perwerdeyê de xwe kûr kir. Li ser bingeha taktîkên demê ji bo karibe di şer de bi roleke hîn çalak rabe kete nava kûrbûnan û di her kêliyê de xwe perwerde kir, dema xwe baş nirxand. Li hemberî her cûre êrîşên dijmin weke gerîlayekî pispor xwe amade kir. Materyalên partiyê yên xwend û parêznameyên Rêbertî bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Weke gerîlayekî pispor perwerde qedand û tevlî nava karên partiyê yên li herêma Zapê bû. Li herêma Zapê di gelek karî de ked da û di branşên leşkerî de ji bo hevrêyên wî şareza bibe ked da, di bicihanîna taktîkên demê de israr kir. Ji bo hevrêyên wî di branşên leşkerî de şareza bibin kedeke mezin da. Li herêma Zapê beşdarî gelek çalakiyên serketî bû, bi fedakarî, dilnizmî û wêrekiya xwe ya di şer de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsî ku qet jê neçe.

Hevrêyê me Rizgar Nûhat bi tevlîbûna xwe ya sade û xwezayî mîrateyeke têkoşînê ya bêhempa ji me re hişt. 8’ê Cotmeha 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Em ê bîranîna hevrêyê xwe Rizgar timî bidin jiyîn û li pêşberî bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

NEWAL RÛBAR

Hevrêya  me Newal li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe.  Bajarê Makû tê yê ku di dîroka Kurdistanê de bi karektera xwe ya têkoşêr û çanda xwe ya dêrîn tê zanîn,  bi hezaran ewladên xwe daye têkoşîna azadiyê. Hevrêya me Newal a ku yek ji wan ewladên resen e, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Welatparêziya malbat û derdora hevrêya me dibin wesîle ku hevrêya me Newal bi çanda Kurdî mezin bibe. Hevrêya me ya ku bi çandeke dêrîn mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Tevlîbûnên ji nava malbat û derdora wê dibin sedem ku hevrêya me eleqeyeke mezin nîşanî Tevgera me bide. Hevrêya me ya ku bi guhdariya çîrokên têkoşînê yên gelê me yê ku tevî parçekirina Kurdistanê û hemû îmha û tunekirinên netewe-dewletan jî ji sekna xwe ya birûmet tawîz nade, mezin dibe, ji bo ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike, hewl dide. Hevrêya me ya ku derfeta suhbeta li gel gerîlayan bi dest dixe, ji hemû tevgerên gerîlayan bandor dibe.  Hevrêya me ya ku bi saya kesayeta xwe  lêpirsîna jiyan û pergalê dike, di mijara rola jinan ya di nava pergalê de dikeve nava lêpirsînan.  Hevrêya me ya ku her çend rola jinên azad a di nava refên têkoşînê de dibîne ji Rêbertî û felsefeya Partiya me re hejmetkariyek li cem peyda dibe,  girêdayî tiştên ku dibîne û dibihîze nabe û ji bo tevlîbûnê lêgerînên xwe kûr dike. Hevrêya me ji têkoşîna xwişka xwe, meta xwe û sê keçmetên xwe ya di nava refên gerîla de hêzeke mezin distîne û fêm dike ku hêza jinên azad çi qasî mezin e û girêdayî vê yekê roj bi roj xwe nêziktirî têkoşîna me dibîne û xwest bersiva lêgerînên xwe peyda bike. Hevrêya me Newal ya ku di vê pêvajoyê de dikeve nava lêpirsînên kûr, ji bo alikariya malbata xwe dest bi karê raçandina mehfûran dike.  Hevrêya me di vî karî de ku ked, sebr û hendazetiyeke mezin dixwaze,  hem pîrozahiya kedê û hem jî îstîsmarkirina keda jinan baştir fên dike.  Lı hemberî îstîsmarkirina nirxên ku bi kedê hatine bidestxistin û paşguhkirina keda însanan hêrseke mezin li cem peyda dibe.  Hevrêya me pê dihese ku pergala heyî  pergaleke îstîsmarkirina kedê ye û avaniyeke mêran ya ku keda jinan îstîsmar dike, heye.  Hevrêya me Newal piştî şehadeta keça xalê xwe hevrêya me Sîdar- Şirîn Şems ya di sala 2012’yan li Şemzînanê ya di çalakiya Qerekola Harûnayê de û şehadeta kurmamê xwe hevrêyê me  Rûbar Makû- Bekîr Şems ya di heman salê de biryara tevlîbûnê digire.  Hevrêya me ya ku di pêvajoyeke ku li Kurdistanê Şerê Gel ê Şoreşgerî û lehengiyên dîrokî zêde bûn de biryarê dide ku tevlî nava refên gerîla bibe, di lêgerîna heqîqetê de rûpeleke nû vedike. 

Hevrêya me di sala 2013’yan de li ser Rojhilatê tevlî refên gerîlayan dibe û perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parasyinê yên Medyayê distîne.  Hevrêya me ya ku ne biyaniya jiyana çiyayan e, di demeke kurt de adapteyî şert û mercên çiya yên dijwar û jiyana gerîlayan dibe. Hevrêya me bi xwesteka xwe ya hînbûnê ya di perwerdeyê de û bi hewlên bidestxistinan tecrûbeyên di warê leşkerî de tevlîbûneke mînak nîşan dide. Hevrêya me bi taybetî jî di dersên dîroka Kurdistan û dîroka jinan de ji lehengiyên dîroka me hêzeke mezin digire û pê dihese ku çanda têkoşînê ya ku tu carî teslîmiyetê qebûl nake, wê hemû caran li ser piyan bimîne. Hevrêya me weke şervaneke nû ya serkeftî piştî ku perwerdeya xwe temam dike, li herêma Xakûrkê di nava xebatên Partiyê de cihê xwe digire.  Hevrêya me bi saya tevlîbûna xwe ya bicoş, dilsoziya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de û bi rûkeniya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin.  Hevrêya me ya hedef dike kui di hemû waran de ji hevrêyên xwe re bibe alîkar û di warê leşkerî de bibe gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrûbe, roj bi roj zanînên xwe li gel hevrêyên xwe parve dike û alikariya wan dike.  Hevrêya me ya ku di xeta jina azad de bi sekna xwe ya diyar û bi pratîka xwe ya serkeftî tê naskirin, li hemû qadên Xakûrkê dixebite.  Hevrêya me ya ku li hemû qadên Xakurkê digere û qadê baş nas dike, li hemberî operasyonên artêşa Tirk a dagirker, weke gerîkayeke xwedî tecrûbe di nava têkoşînê de cihê xwe digire.  Hevrêya me di pêvajoya amadekariya şerî de bi awayekî çalak cihê xwe digire û hewl dide ji bendawiriyên pêvajoyê re bibe bersiv.  Hevrêya me li herêma Xakûrkê di nava gelek çalakiyan de cihê xwe digire û bi werekiya xwe ya di şerî de û bi saya pisporiya xwe ya di warê leşkerî de karî bibe mîlîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me ya ku di gelek çalakiyên de cih digire, ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd, hemû caran ji bo ku derbên giran li dijmin bixe kete nava kûrbûnên mezin.  Hevrêya me ya ku dixwaze bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd hemû caran di jiyanê de zindî bigire û hewla layiqbûna ji şehîdan re nîşan dude, bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin li nêzî erk û wezîfeyên xwe dibe.  Hevrêya me Newal li qadeke ku hevrêya me Bêrîtan- Gulnaz lê têkoşiyaye û şehîd bûye ku Bêrîtan nûnertiya ruhê milîtaniya têkneçûniya partiya me PKK- PAJK’ê dike, gerîlatiyê dike û bi mirayeteye têkoşîna bênavber û bêdudulî navê xwe bi tîpên zêrîn li ser dîroka têkoşîna me dide nivîsandin.

Hevrêya me Newal ku şopdara xeta jinê ya azad bû ku bi keda mezin a Rêberê me û şehîdên me hate afirandin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel hevrêya me Şoreş Semsûr dema ku bi erka xwe radibû di 7’ê Cotmeha 2019’an de di êrîşa dijmin de tevlî karwanê nemiran bû. Weke şopdarên hevrêya xwe Newal em soz didin ku em ê têkoşîna wê bi ser bixînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwebûn bi manşeta ‘Komplo ne rojek e, pêvajoyek e’ hate weşandin
Nûçeya Pişt re MKG: Rojnamevanên jin ên Kurd wê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komalên Ciwan: Wezîfeya bingehîn a her ciwanekî Kurd, azadiya Rêber Apo ye

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Her ciwanekî Kurd ê dixwaze xwe azad bike, beriya her tiştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’

Li ber Girtîgeha Girtî Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rihayê avahiya xisar ji erdhejê dîtibû, hilweşiya: 2 kes mirin

Li Rihayê avahiyek ku xisar ji erdheja 6'ê Sibatê dîtibû lê nehatibû hilweşandin, hilweşiya. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?