Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Beştaş: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê malbatên girtiyan banga tehliyeyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14 girtiyên Kurd rû bi rûyê xeteriya darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hunerê ji dil dikin
Rojava

Hunerê ji dil dikin

Welat û Xelîl ku birayên hev in û nikarin bibînin, ji sala 2017'an û vir ve karê çand û hunerê dikin. Hesreta vegera li Efrînê bi stranan tînin ziman.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Welat Mihemed Xilo (34) û Xelîl Mihemed Xilo (40) ku birayên hev in û ji jidayikbûnê ve nabînin, ji sal a2017’an ve li nava Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ne.

Herdu bira ku ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ne, di zarokatiyê de dengê hunermendên Kurd dibihîzin û bala wan diçe ser muzîkê. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin klîbên ‘Dagirker’, ‘Tu ji dilê min nêzîktir e’, ‘Ax gundê min’ ên herdu birayan hatin weşandin. Her wiha klîba li ser strana ‘Hawara bira’ jî hatiye amadekirin û li ber weşandinê ye.

BANDORA BAVÊ SELAH Û CEMÎL HORO

Welat qala destpêka bala xwe ya li ser muzîkê kir, “Ji ber ku çavên me nabîne, bala me timî diçe ser deng. Me nedidît, lê me dibihîst. Dema ku karê dayika me hebû, stran ji me re lê dixist. Dikarim bibêjim ku em bi stranan mezin bûn. Dayika me li kasetên Bavê Selah û Cemîl Horo dixist, dema karê xwe diqedand jî kaset jî diqediya. Dikarim bibêjim ku em bi dengê Bavê Selah û Cemîl Horo mezin bûn. Wê demê ez nêzî 10 salî bûm. Kekê min Xelîl jî 16 salî bû.”

PERWERDEYA DENG WERGIRTIN

Welat ku li Helebê Fakulteya Hunerên Bedew qedand, kekê xwe Xelîl jî tevlî hunerê kir. Welat ji bo karibe dengê xwe bi rengekî rast û berhemdar bi kar bîne tevlî perwerdeya muzîkê bû û di sala 2017’an de bi Xelîl re beşdarî TEV-ÇAND’ê bû. Bi piştgiriya malbata xwe eleqeya wî ya ji bo muzîkê zêde bû. Welat got, “Sala 2014’an cara yekê di 1’ê Tebaxê de derketim ser dikê. Kekê min piştî du hefteyan beşdarî komê bû. Dema ku destpêkê derketim ser dikê bi kelecanî bûm. Bi fikar bûm gelo karim bikim yan na. Bi rengekî serketî min qedand. Piştre jî di sala 2017’an de tevlî nava karên TEV-ÇAND’ê bûm.”

DI NAVA KOMA MUZÎKÊ YA ENGÎZEK DE NE

Welat anî ziman ku li Kantona Efrîn-Şehbayê li nava Koma Muzîkê ya Koma Engîzek derdikeve ser dikê û got, “Nedîtin bandorê li jiyana me nake. Em bi çavên ji dil, bi hestên xwe jiyana xwe dewam dikin. Dibe ku em nabînin, lê belê em bi hestên xwe tevdigerin. Em ronahiyê nabînin, di nava tarîtiyê de dijîn, lê belê hildiberînin. Nabînin lê belê tevkariyê li hunerê dikin. Ji xizmeta ji gelê xwe re tiştekî din nîne ku me serbilind bike, kêfxweş bike. Tevlîbûna li nava karên çand û hunerê ji bo me têrê dike. Bi piştevaniya bi civakê re em tevkariyê li hev dikin.”

DAGIRKERIYÊ JIYANA WAN ZEHMET KIR

Welat û Xelîl ku piştî dagirkirina Efrînê hatin Şehbayê, bi zorê jî be li Şehbayê jiyana xwe bi rêk û pêk kirin û hunera xwe dewam dikin. Welat der barê hatina Şehbayê got, “Li warê xwe jiyaneke me ya bi kêfxweşî hebû. Em hînî Efrînê bûbûn, qutbûna ji warê xwe ne hêsan e. Çûn û hatina me bi hêsanî bû. Mirovên ku nikarîbûn bibînin jî ji bo wan zehmet e ku ji warê xwe qut bibe. Me zanîbûn ku li ku derê em dikarin çawa tevbigerin. Li gorî me işaretên me hebûn. Tevgera me bi sînor nebû. Piştî hatin Şehbayê demeke dirêj em hînî jiyana li vê herêmê nebûn. Cihek weke mal û gundê mirovan nîne. Em her tim bi hesreta li Efrînê dijîn û zanin ku em ê rojekê li Efrînê vegerin, em bi vê hêviyê dijîn. Çawa ku mirov bêyî nan û avê nikare bijî, bi dûrketina ji warê xwe jî nikare bijî. Hezkirina me ya ji warê me ji bo me bû hêvî û nefesa jiyanê.”

JI GOTINA STRANAN HEZ DIKIN

Xelîl dibêje ew tenê ji gotina stranan hez dike, Welat jî dixwaze xwe di amûrên muzîkê de bi pêş bixîne. Welat dibêje, “Li Darbûkayê dixim, lê belê bala min li ser amûrên muzîkê hemûyan e. Dixwazim bi Org re jî mijûl bibim, bibim pispor. Mîna her Efrîniyekî em li benda vegera li warê xwe ne. Çi dibe bila bibe em ê rojekê hewa Efrînê bikişînin hundirê xwe û jiyana xwe ji cihê mayî dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nasnameyên 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn hatin eşkerekirin
Nûçeya Pişt re TJK-E’yê bang li jinan kir: Dakevin qadên 1’ê Gulanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara qurbaniyên di şewata li Hong Kongê de derket 151’an

Rayedarên Hong Kongê, diyar kir ku ew ê li hemberî agahiyên nepiştrastkirî yê têkildarê şewata…

Ji aliyê Stêrk TV

Dogu: Divê jin ji bo pêvajoya çareseriyê tevkariyê bikin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu got, "Misogerkirina hebûna jin li navenda pêvajoya civakî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya CHP’ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir

Şandeya CHP'ê li qadên şewatê lêkolîn kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Qehreman Rojava: 1’ê Mijdarê encama berxwedana dîrokî ya şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li 3 jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kemîn li pêşiya hêzên Ewlekariyê hate danîn: 1 mirî, 2 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kamûran Reşîd: Polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan êrîşa li ser rûmetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?