Şêwirmendê Leşkerî yê Lîderê Olî yê Îranê Mûhsîn Rezayî li ser rewşa li Tengava Hurmuzê daxuyaniyek da.
Li gorî medya Îranê Rezayî hişyariyê dide ku ger cezayên li ser benderên welatê wî neyên rakirin, wê keştî û hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rûbirûyê metirsî û zirarên canî yên cidî bibin; ji ber vê yekê pêwîste Washington bi lez reftarên xwe biguhere, nexwe Tehran dê êdî li hember vê rewşê bêdeng nemîne û sebrê neke.
Derbarê hewldanên ji bo vekirina korîdoreke nû de Şêwirmendê Lîderê Olî yê Îranê Rezayî diyar kir ku ew bi tu awayî rê nadin korîdora duyem di Tengava Hurmuzê de were vekirin.
Ev daxuyaniya Rezayî di demekê de ye ku civînên di navbera Îran û Umanê de ji bo asayîkirina rewşa Tengava Hurmuzê dewam dikin û berpirsyarên Îranî jî van danûstandinan weke “erênî û berhemdar” pênase dikin.

