Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pûr Mihemedî hat birîn.
Soma Pûr Mihemedî ku mamostaya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn’e, bi “rêxistinkirina kom û rêxistinên zerarê didin ewlekariya Îranê” tê sûcdarkirin.
Beriya niha jî bi sûcdariya ‘zerardayîna li ewlekariya cemaweriyê’ salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.