Kampanya “Sêşemên na ji darvekirinê re” ku li Îranê li dijî cezayê darvekirinê tê meşandin, di hefteya 144’emîn de li 66 girtîgehan dewam dike. Di daxuyaniya nivîskî ya kampanyayê de hate ragihandin ku di nava 20 rojên dawî de herî kêm 87 kes haitn darvekirin, li hemberî gelek girtiyan jî cezayê darvekirinê hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, darvekirin ne tenê dawî li jiyana mirovan tîne, di heman demê de malbatan jî dixe nava şîneke kûr û ji bo tirsandina civakê tê bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê, li Îranê bi sedan, bi hezaran girtî li ber sêdarê ne û înfaz bi rengekî cidî di asta alarmê de ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Dîrokê nîşan da ku ti sêdarê nekariye daxwaza azadî û wekheviyê ya di dilê mirovan de derxîne; ti zext nikare dengê lêgerîna li maf heta dawiyê bêdeng bike.”
Kampanyayê bang li parêzvanên mafên mirovan, aktîvîstên sendîkayî û siyasî, malbatên li edaletê digerin û alîgirên azadiyê hate kirin ku piştevaniyê mezin bikin.
Ji bo şermezarkirina biryarên darvekirinê, rawestandina înfazan û rakirina cezayê darvekirinê ya bi temamî işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.

