Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, Wezîrê Parastinê Israel Katz nîvê şevê bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê DYE’yî Pete Hegseth re axivî.
Hate ragihandin ku Katz di axaftinê de ragihandiye ku Îsraîl bi biryar e ku “li herêmên ewlekariyê” yên li Lubnan, Sûriye û Xezeyê ava kiriye bimîne.
Katz îdîa kir ku hebûna leşkerî ya navborî “Ji bo rabûna li ber gefên ji ber komên cîhadîst” ên li ser sînorê Îsraîlê ye.

