Dema ku tê gotin ekolojiya civakî, ewil Murray Bookchin tê bîra mirov. Bookchin di sala 2006’an de jiyana xwe jidest da. Ramanger û teorîsyonîstê navdar ê Emerîkî Bookchin diyar dike ku, pirsgirêkên ekolojîk ne tenê bi xwezayê ve girêdayî ne, di heman demê de bingeha xwe ji newekhevî û zextên li nava civakê jî digire. Li gorî Bookchin, ji bo civakek domdar a ku bi xwezayê re lihevhatî be, divê pêkhateyên zordar û hiyerarşîk ji holê bên rakirin û pergalek li ser bingeha demokrasiya beşdar û rasterast were avakirin. Ev raman îro di warê felsefeya siyasî û civakî de girîng in. Bookchin di dema dawî ya jiyana xwe de bi rêya nameyê agahî bi Rêberê Gelê Kurd re parve kir û di nava ramangerên ku bi teorîk îlham dane Rêber Apo de cih girt. Lêkolîner-nivîskar Janet Bîehl, ku 19 salên dawî bi Bookchin re bû û li ser Şoreşa Rojava xebatên akademîk meşand, ji ANF’ê re axivî.
Janet Bîehl a ku bu şahida pêvajoya danûstandina nameyî ya di navbera Bookchin û Rêber Apo de, diyar kir ku pirtûkên Bookchin di nîveka salên 1990’î de bo Tirkî hatin wergerandin û di sala 1999’an de şandin Îmraliyê.
Bîehl, anî ziman ku Rêber Apo ji van xebatan bandor bû û di sala 2004’an de bi rêya çalakvanekî Tevgera Kurd xwe gihand Bookchin û eleqeya xwe bi fikrên wî re aniye ziman. Bîehl got, “Bookchin her çend ji ber temen û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî diyalogeke kûr bike jî, ji Ocalan re got ku ew kêfxweş e ku Tevgera Kurd di destê rêberekî weke wî de ye. Ocalan ji fikrên ekolojiya civakî û demokrasiya rasterast a Bookchin îlham girt, veguherand konfederalîzma demokratîk û pêşkêşî PKK’ê kir. Di demeke kurt de ev fikir bû paradîgmaya nû ya PKK’ê.”
Bîehl, diyar kir ku piştre ji ber wefata Murray Bookchin, PKK’ê peyama sersaxiyê weşand û wiha domand, “PKK’ê pêşengtiya wî ya li ser rêya ekolojî û demokrasiyê silav kir û soza avakirina civakek li ser esasê ramanên wî da. Ev peyam gelekî bandor li min kir. Di sala 2011’an de li ser vexwendina Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li Amedê ez beşdarî konferansekê bûm. Li wir min dît ku fikrên Bookchin çiqasî di nava Tevgera Kurd de hatine qebûlkirin. Ji nîqaşên parêzvanên mafên jinan, parêzvanên mafên mirovan û jîngehparêzan bandor bûm.”
Janet Bîehl, da zanîn ku yekem car di sala 2014’an de ew çûbû Rojava û piştre di salên 2015 û 2019’an de car din çûye Rojava û wiha got, “Li Rojava piştî şerê li gel DAÎŞ’ê gelek tişt guherîn. Faktora herî mezin jî têkoşîna hevpar a li dijî DAÎŞ’ê bû. Vî şerî baweriya di navbera Ereb û Kurdan de zêde kir û gel nêzî hev kir.”
Janet Bîehl, diyar kir ku serkeftina herî mezin a Tevgera Kurd ew e ku teoriyên rast tespît dike û wan li gorî pêdiviyên xwe bi cih tîne û got, “Ewil teoriya rast diyar dike, li gorî hewcedariya wê tevdigere, diguherîne, digihîne encamekê û piştre bi jiyanî dike. Di Şoreşa Rojava de jî ev yek hat pêkanîn. Hêza teoriyê bi jiyanî kirin gelek xurt e.”
Bîehl, destnîşan kir ku cureyên demokrasiyê hene û divê hemû tevgerên demokratîk li dijî rejîmên otorîter bibin yek û diyar kir ku ji bo parastina modela Rojava pêwîstî bi piştevaniya navneteweyî heye û got ku divê her kes zextê li hikûmetên xwe bike ku piştgiriyê bidin Rojava.