Di hilbijartinê herêmî yên ku 31’ê Adara 2019’an li navçeya Qereçoban a Erziromê hatin kirin de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 5 hezar û 417 dengan rêveberiya şaredariyê qezenc kir, AKP jî bi 4 hezar û 154 dengan bû partiya duyemîn.
Her kes wisa dinirxîne ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyê xurt e û teqez wê bi ser bikeve. Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê 320 hilbijêr li navçeyê hatin bicihkirin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li cihê bicihbûnê ya bi hejmara 14’an a Cadeya Gunduz a Taxa Hacilar ku 3 hilbijêr lê hebûn, hejmara hilbijêran derket 257’an. Dîsa li cihê niştecihiyê ya bi hejmara 13’an a Cadeya Nexweşxaneyê ya Taxa Hacilar berê 1 hilbijêr qeyidkirîbû, lê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê tê dîtin ku hejmara hilbijêran bûye 63’an. Tê diyarkirin ku cihê destpêkê yê bi cihbûnê li avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Qereçobanê ye. Rêxistina Dem Partiyê ya Qereçobanê li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.
DEM PARTIYÊ ÎTÎRAZ KIR
Di daxwaznameya îtîrazê ya Dem Partiyê de hat diyarkirin ku ne pêkan e ku li avahiyekê ev qas hilbijêr hebin û midûriyeta emniyetê ya navçeyê weke cihê bicihbûnê bê qebûlkirin.