- ‘Bêndera dexl û dan,dibe bêndera geşbûna çand û hunerê û me digihîne roja me ya îro…’ Nivîsa me ya hefteya borî bi vê hevokê qediya bû. Ya rast divê bê gotin ku ev her dû bênder di zik hev de pêş diketin û mirovahî rêya berdewamiyê peyda kiri bû.
Ev rê watedayîn, çand û hunera bedew bû ku weke yasayeke jêveneger di nav jiyana civakê de hatibû bicîhkirin. Mînaka vê ya herî berbiçav di nav 104 ME’yên dayika xwedawend de weke keşfên mirovahiyê derdiketin holê. Di nav van 104 ME’yan de derbarê nivîsa me de ya ku divê bê qalkirin, weke yasa cîh girtina Hunerê ye. ‘Huner, muzîk, lorî, her yek ji amûrên muzîkê mîna Gusulîm, Lîlîs, Ub, Mesî, Ala’ û bi van ve girêdayî ‘Kêfxweşîya dil’ yasayên ku jin derbarê jiyana civakê de peyda kiriye û weke remzên qudret û heqîqeta civakê ew parastiye jî. Her wiha divê bê gotin ku Aşitî bi xwe jî yasayek ji yasayên jinê ye ku ewlehî, tenduristî û aramiya civakê diparêze. Di encama vê yasaya qedîm de ye ku hê jî jin bi laçikên xweyên spî wê hêz û qudreta rawestandina şer di xwe de dibînin û di nav civakê de jî cihê wateyê ye.
Tevahî ev yasayên jin-dayika xwedavend bi demdirêjî di nav civakan de otorîteyeke xwezayî dane avakîrîn. Pejirandina wan bi dilxwazî bûye. Zoreke dijwar nehatiye kirin. Lê ji bo bidestxistina wan a ji hêla xwedayên mêr de şerekî dijwar pêş ketiye. Şerê bi destxistina van yasayan dikare bê gotin ku yekemîn şerê hişmendî û hegemonîk bûye. Ji ber ku bi destxistina 104 ME’yan ji hêla aqlê serdest ve, bidestxistina otorîteya li ser hişmendî û rêvebirina civakê ye. Destanên mîtolojiyê bi van şeran dagirtiye. Bi taybetî derbarê şerê bidestxistina van yasayan de şerê di navbera Xweda Enkî û Xwedawend Înanna de mînaka herî tê zanîne. Di vê çîrokê de Înanna bi ser dikeve. Lê serdestiya aqlê zilam bi şer û hevkariya hev, vê dîrokê serobin dike. Yasayên jinê li dijî jinê tên bikaranîn, di her qadekê de dorpêçkirin, bêbandor hiştin, beralîkirin û serdestkirina aqlê ku mirovahiyê ber bi hilweşandineke xirab û xeternak de dibe pêş ket. Berjêr çuyîneke dilşewat xwe li mirovahiyê rapêça.
Di vê berjêr çuyînê de ya herî zêde bandor bû jin bû. Ev bandorbûn ne bandoriyeke demkî an sivik bû. Bandorbûyîneke hebûnî û binyadî bû. Di qada çand û hunerê de ku bi dest û ruhê jinê hatibû avakirin, jin her diçû wê wateyê wenda kir. Jina ku muzîkê avakiribû ji dengê xwe hate dûr xistin, ji amûrên xwe bêpar hate hêştin, ruh û mêjiyê wê yê harmonîk ê avaker pîçûk hate dîtin. Êrîşeke hebûnî, binyadî û hişmendî, bi awayekî giştî û kur hate meşandin. Weke tevahî qadên din ê jiyanê yên mîna xweparastinê, perwerdeyê, aboriyê, polîtîkayê, zanistê, di heman demê de di qada çand û hunerê de jî jin hate dûr xistin. Bû qadeke ku jin û berhemên wê sedema gunehkariyê bên hesibandin. Tenê bedewiya bedena wê jê re ma ku ew jî tenê li gorî daxwaz û xemla berhemên aqlê serdest ên deshilatdar dema ku dihate bikaranîn bi nirx bû.
Helbet ev yek her çend bi dijwarî li derdora jinê bê rêsandin jî, aqil û hestên jinê yên herikbar xwedî wê hêzê ye ku vê çeperê beralî bike. Xwe bi hezar û yek rengî daye avakirin. Bedena xwe kiriye tuwal û hunera xwe li ser bedena xwe resimandiye, yasaya xwedawendê di nexşên xwe de xemilandiye, bi loriyan dengê xwe gihandiye heta roja me ya îro. Bi çîrokên xwe dîroka xwe parastiye. Û di roja me ya îro de êdî ji nû ve bi rêya çand û hunerê Xwebûn û binyada xwe bi destê xwe ava dike.
Em vê bi avakirina Konservatuareke jinê li Rojavayê Kurdistanê weke mînakeke şênber dibînin. Nivîsa me ya hefteya bê wê derbarê vê konservatuarê de be.