Duşem, 31 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Gulşen Adet a ku 32 sal in girtiye cara 6’emîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdanên ji bo sersaxiya Mehdî Zana berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ridvan Aslan ê li Nisêbînê hate binçavkirin, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Îlonê û dema nû ya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana bîranînên şehîdan ên li Mêrdînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûltan Kara tevî giliyan jî nehate parastin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji binê axê ber bi wijdanê mirovahiyê: 561 qurbanî li benda navê xwe ne!
Kurdistan

Ji binê axê ber bi wijdanê mirovahiyê: 561 qurbanî li benda navê xwe ne!

Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gorên bi kom ên li Şengalê, yek ji şahidiyên berçav ên jenosîdê ye ku rêxistina DAÎŞ’ê ji Tebaxa 2014’an û pê ve li dijî Êzidiyan pêk anî. Ev dosya ku li ser sê stûnên bingehîn ên wekî bîra giştî (parastina navên qurbaniyan ji jibîrkirinê), dadperwerî (parastina delîlên edlî) û parastin (rêgirtina li destwerdanên ne pispor) ava dibe, nirxandineke qanûnî, hiqûqî û akademîk li ser van qadên tawanê pêşkêş dike. Ev gor ne tenê cihên veşartina komî ya qurbaniyan in, lê belê qadên tawanê û parçeyek ji bîra giştî ne ku mafên taloqkirî yên wan malbatên ku hîn jî li benda rastî û dadperweriyê ne di hembêza xwe de dihewînin.

Li gorî agahiyên fîzîkî û meydanî yên ku hatine bidestxistin, heta niha 96 gorên bi kom û 111 gorên kesane li Şengalê û derdora wê hatine tespîtkirin. Ji van cihan, 77 gorên bi kom û nêzîkî 40 gorên kesane bi fermî hatine vekirin û kolandin; di heman demê de 19 gorên bi kom hîn jî nehatine vekirin. Di encama van xebatan de, cenazeyên 857 kesan hatine derxistin ku tenê nasnameya 296 ji wan hatiye eşkere kirin û radestî malbatên wan hatiye kirin. Li aliyê din, 561 cenaze hîn jî wekî nenas hatine hilanîn an jî li saziya tiba edlî li benda temamkirina pêvajoyên lihevanîna genetîkî (DNA) ne. Pêvajoya fermî ya vekirina van goran di 15’ê Adara 2019’an de li gundê Koço bi piştgiriya tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) destpê kiribû, lê gavên paşerojê rûbirûyê hêdîbûneke giran û astengiyên saziyî bûne.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema rêxistina DAÎŞ’ê êrîşeke berfireh bir ser Şengalê, pênaseya olî û etnîkî ya Êzidiyan bi awayekî organîze kir armanc da ku hebûna wan a maddî û civakî ji holê rake. Mêr û xort li gundên mîna Koço, Herdan, Qenî, Hemdan, Sîba Şêx Xidir, Tilizêr, Xanasor û Sinûnê bûn armanca komkujiyan, jin û keç jî rûbirûyê revandin û koledariyê bûn. Ji ber vê yekê, nêzîkbûna rast a bi gorên bi kom re divê ji dîtina wan a wekî “qada tawanê” destpê bike.

Prensîbên bingehîn ên qanûnî daxwaz dikin ku ewlehiya van cihan berî vekirinê were parastin, rê li her destwerdaneke ne pispor were girtin û zincîreya xwedîtiyê ya delîlan were parastin da ku bikaribin di dadgehên neteweyî û navdewletî de werin bikaranîn.

Tevî derbasbûna salan, ev dosya hîn jî rûbirûyê astengiyên kûr ên qanûnî, teknîkî û mirovî dibe. Kêşeyên qanûnî û teknîkî di kêmbûna çavkaniyan, lawazbûna binesaziya teknîkî ya ji bo lihevanîna genetîkî û hebûna valahiyên zelal di koordînasyona di navbera saziyan de xwe nîşan didin. Di warê mirovî de, derengketina naskirina cenazeyan dibe sedema dewamiya êşa derûnî ya malbatên ku nikarin çarenûsa windayiyên xwe yekalî bikin. Her wiha rîskên xwezayî, mîna şewatên ku di salên 2019 û 2026’an de qewimîn, lehiyên ku wekî mînak di gora gundê Zilîliya de hestiyên şehîdan birin û zirarên ji aliyê heywanan ve, silametiya delîlan dixe bin metirsiyeke mezin. Li gora Herdanê jî kêşeya jibîrkirina hin cenazeyan di hundirê gorê de rû da, ku ev yek pêdiviya kontrolkirina hûr û dawî ya berî ragihandina bidawîbûna xebatan radixe ber çavan.

Di vê çarçoveyê de, rewşa her du gorên Xanasor û Birdiya metirsiyên qanûnî û îdarî bi awayekî berçav eşkere dike. Gora Xanasorê ku cenazeyên 67 şehîdên Êzidî li xwe girtibû, di 6’ê Sibata 2015’an de ji aliyê aliyên ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin û paşê di 13’ê Tebaxa 2015’an de li Mezargeha Şerefdînê hatin veşartin. Ev pêvajo bêyî ku pişkinînên DNA ji bo wan werin kirin û li derveyî zincîreya saziyî ya fermî (Saziya Şehîdan û Tiba Edlî ya Bexdayê) pêk hat, ku vê yekê mafê malbatan ê naskirina zanistî binpê kir. Li aliyê din, gora Birdiya ya li nahiyeya Zummarê ku di sala 2015an de hatibû vekirin, cenazeyên wê ji wî çaxî vir ve li cem aliyekî li parêzgeha Hewlêrê têne ragirtin û hîn radestî malbatên wan nehatine kirin; ev yek pirseke exlakî û qanûnî ya giran li ser çarenûsa wan cenazeyan ava dike.

Gorên bi kom li Şengalê parçeyekî bingehîn ji bîra giştî ya Êzidiyan pêk tînin û parastina wan ji bo rêgirtina li dubarebûna tawanên wiha pêdiviyeke jiyanî ye. Ji bo çareserkirina vê karesatê, rapor pêşniyar dike ku di vekirina 19 gorên mayî de lez were kirin, hemû cihên goran li dijî faktorên xwezayî û destwerdanan werin parastin, kampanyayên komkirina nimûneyên DNA ji bo malbatan li hundir û derveyî welat werin berfirehkirin û mekanîzmayeke zelal a peywendiyê bi malbatan re ere danîn. Her wiha divê nirxandineke qanûnî ji bo rewşên Xanasor û Birdiyayê were kirin, budceyeke domdar were terxankirin û muzexane yan navendeke bîranînê li Şengalê were avakirin. Gorên bi kom li Şengalê ne tenê parçeyek ji rabirdûyê ye, lê birîneke vekirî ne. Jenosîd bi ketina çekan bi dawî nabe û dadweriya rastîn tenê gava ku ev rastî ji bin erdê derkeve û navên qurbaniyan li wan vegere pêk tê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelek êriş li Başûrê Kurdistanê hate kirin
Nûçeya Pişt re Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dadgehê îtiraza CHP’ê red kir

Îtiraza parêzerên CHP'yî ku li biryara "Bêhukmiya Teqez" kiribûn, ji aliyê Daîreya Hiqûqê ya 36'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Rojnamevan Derya Ren taloqî 3 mehan hate kirin

Nûçegihana JİNNEWS’ê Derya Ren ku nêzî 2 sal in girtî ye, divê di serê meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barand

Çeteyên dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Helebceyê teqîn: 2 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Girseya gel serdana bîranînên şehîdan ên li Mêrdînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?