‘’Ji bo ku hûn bibin xwediyê armancek mezin, divê hûn xwediyê jiyanek mezin bin. Ruhê we wê mezin hîs bike. Ew ê azadiyê bibihîze, wê axê bibihîze… Mezinahiya mirov bi doza wî ve girêdayî ye û lihevhatina ku li hember doza xwe nîşan dide. Kesê ku vê yekê ji xwe re esas bigire û ji vê tawîzê nede mezin e.”Rêber Apo bi van gotinan balê dikşîne ser girîngiya armanc û têkoşîna kes ya di nava xwe de.
Bêgûman ji bo mirov li ser koka xwe û bi zanebûna çandî, dîrokî, civakî ya welatê xwe rabe ev pîvanên kû Rêber Apo destnîşankirine xwedî girîngiyek mezin in. Lê di vê serdema ku weke her tiştî rastî jî hatine berovajîkirin û tine têne hesibandin gelo mirov çiqas dikare li hebûna xwe derkeve?
Bi taybet dema mirov li welatên xerîbîye tê dinyayê, wek her hemwelatîyek wê erdnîgariyê bi çîrok û efsaneyên wî welatî mezin dibe bêyî ku di ferqê de be ji rastiya welatê xwe jî dur dikeve. Ji ber ku li dibistanên wî welatî hînî rastîyên hatî berovajî kirin dibe û bi wan tê fêrkirin. Ji ber zarok ne di temenên femkirin û ji hev derxistinê de ne, bêtir dikevin bin tesîra van nerînên ku li gorî îdeolojiya wan welata hatine avakirin. Di vê mijarê de ger çanda malbatî ne xurt be û li ser kevneşopiya resteqîn ya axa welatê xwe nehatibe kurkirin, ne mumkune ku bikaribe li himberî van êrişên îdeoljîk ku bi her awayî mirov ji rastiya xwe durdixe biparêze.
Di vê rewşê de ger rastiya malbatê nebe ferqnake ku tu li Rûsya ango welatekî Ewrûpa hatibe dinê.
Ya girîng xwedî derketina li çand, dîrok û civakbûyina xwe ye. Di nava vê rastiya ku bi her awayî hatiye berovajîkirin da tişta ku tu bikî xwedî derketina li rastîya xwe ye. Pergala ku êdî ne tenê civakê û malbatê, hucreyê herî biçûk ango ferdên malbatê jî dike qurbana têgeha netewe-dewletê hewil dide li ser vê rastiya ku hatiye berovajîkirin temenê xwe dirêj bike. Ji bo vê jî herî zêde pêdivî bi pêşxistina jiyana takekesî û asîmîlasyonê dibîne. Pergala ku di meşandina vê siyasetê de bûye pispor bêyî ku tu ferqbike te dikşîne nava xwe û roj bi roj gav bi gav te dihelîne û ji rastiya te dur dixe.
Bi awayekî xwezayî bêyî ku em ferq bikin ev pergala ku li dijî civakbûyîn hatiye avakirin xwe bi mirov dide hezkirin, qebûlkirin û parastin. Ji ber vê yekê di nava civakên Rojavayî de li himberî vê pergala ku êdî yek ji dijminê herî mezin yê civakbûyînê ye têkoşîn lewaz e. Bêgûman em dibînin di ciwanên serdemê de li himberî vê pergalê êdî têkoşîn lewaz bûye û hatiye asta sekinandinê. Ya herî bi êş jî ewe ku ev pergal dixwaza pêşî ciwanan teslîm bigre û ser nifşê ciwanan xwe ji nû ve ava bike.
Di mijara li himberî vê pergalê de, ciwanên ku li Ewrûpa’yê û Rûsya’yê ji dayik bûne ji yên piştre koç kirine bêhtir di nava têkoşînê de ne. Behtir xwedî li kevneşopiyên xwe yên çandî û civakî derdikevin. Ji xwe paradoksa herî mezin di vir da ye! Ciwanên koçî derveyî welat dibin pir zû ji rastîya xwe durdikevin û entegreyî ciwakên welatên Rojavayî dibin.
Di cihana medya dijital de mirov vê rastiyê hîn bêhtir dibîne. Li malparên xweda xwedê giravî xwe Kurd didin naskirin lê di rastîya xwe de ji ber Kurdbûna xwe şerm dikin û hetta dawî henekên xwe bi çand, civakbûn û dîroja Kurda dikin. Mînak, ji welatê bîyanî diçe welatê xwe bi gund û deverên xwe dikene, bi zimanê bîyanî kevneşopiyên civaka xwe wek paşverûtîya gelê xwe vedibêje, lê nizane ma ew netew jî li wî/ê dikene. Hêj femnekiriye kesên ku nikarin ya xwe biparêze ne mumkune ku bikaribe tiştekî nû ava bike û biparêze.
Çîrokek hat bîra min dixwezim parve bikim. Li Qazaxistanê kurdekî welatparêz ji ber doza Azadiya Kurdistanê hatibû girtin. Dema wî derxistin dadgehê, dozgerê dadgehê axaftinek kir û got, “Ji bo gelê xwe dibêjim, ji kesên ûsa netirsin. Kesên ku welat û axa xwe hezdikin ji wan zirar nayê ji ber kesên wisa dizanin welatparêzî çîye û tû car welatekî din xirab nakin. Kesekî kû ew gilî kirîye bigrin û dadgeh bikin. Ji ber ên gelê xwe difroşin yên din bi hêsanî xerc bikin.” Piştî wan axaftinan ew Kurdê dilsoz hat berdan û hetta niha jî doza xwe dewam dike.
Qesta min ji vê mînakê eve kû em dikarin xwe bixapînin lê nikarin derdora xwe bi van kiryaran bixapînin û bibin perçeyekî ji wan. Li welatê me cureyeke gul a bi navê Şilêr heye herkes nas dike. Ev gul taybetmendîyek wî heye ji xeynê axa xwe li cîhên din çênabe. Gelek kes ceribandin bibin welatên xwe û biçînin lê ne wek xwe ye. Mirov jî wisa ye. Tu çi bikî jî li welatê xwe tû wek xweyî, bi çand û hunera xwe tu Kurdî û xwedî nasnameyî. Tu ti car nabî Ewrûpî ango Rûsî yan jî welatekî din. Tu çiqas bixwezî ji bîr bikî tu Kurdî, lê dijminê te tu car jî bîrnake. Ger tu tiştek jî nekî mafê te nîne bi nasname me bileyîzî û henekên xwe bikî.
Apê Silêman a li Şirnexê anî bîra me û got ‘’Biaxive, tu ji kûyî.’’ Biaxive netirse! Bêje, biqîre! Tu ne Kurdê belangaz û bê tiştî, tu Kurdekî xwedî gel û dîrokî, xwedî serok û artêşî, xwedî şehîd û welatî. Bes gazinc û hawar bikî, bes hêvya xwe ji dijmin bigrî. Em li kû bin jî her heman dijmin li pêşberî me ye a kû sonda qirkirina me da ye. Bi vê zanabûnê tevgerandin bi me nade wunda kirin.
Şerê herî mezin jî şerê zimane. Bi Kurdî biaxivin bi kurdî vebêjin. Ne bi devoka Tirkî lê bi devoka Kurdî doza Kurd û Kurdistanê bikin, biparêzin. Em ne “Kürdin” em Kurdin û em ne “Kürdistan”îne em Kurdistanîne! Bi hezar sala ev ziman li me hat ferz kirin pêwîste em jê xilas bibin. Wek Rêber Apo dibêje heger em ew jehra kû di me da em neverîşînin em nikarin jê xilas bibin.
Li kû bî û çi bî ji bîr neke tu Kurdî!