Îro êvarê li nav Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê bîrdariya ‘Parêzerên Heqîqetê’ ji bo rojnamevanên şehîd yên Herêma Kurdistan û Iraqê hatin qetilkirin, hate danîn. Li ser bîrdariyê navê şehîdên Çapemeniya Azad Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn jî hate nivîsîn.
Di merasîma vekirina bîrdariya ‘Parêzerên Heqîqetê’ de Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî axivî got; “Em hêvîdarin ku her du jinên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku beriya sê hefteyan li navçeya Seyîdsadiq şehîd bûn, bibin navên dawî ku li ser vê bîrdariyê tên nivîsîn.”
Qubad Talabanî got: “Bîrdariya ‘Parêzvanên Heqîqetê’ ji bo bîranîna wan rojnamevanên ku ji sala 2003’ê ve li Herêma Kurdistanê û Iraqê şehîd bûne, hatiye danîn. Ev hewldaneke ku mîrasê wan biparêze û bingeha wan her û her zindî bihêle. Tevî ku em bi xemgîniyeke mezin dibêjin, em nikarin garantiyê bidin ku tu rojnamevaneke din li Iraq û Herêma Kurdistanê neyên şehîdkirin. Lê em ji dil hêvî dikin ku her du jinên rojnamevanên beriya sê hefteyan li Seyîdsadiq şehîd bûne bibin navên dawî yên li ser vê bîrdariyê werin nivîsîn.”
Li ser bîrdariya ‘Parêzerên Heqîqetê’ navê nûçegihanê Rojnews’ê yê Dihokê Wedat Hisên, şehîdên rojnamevanên jin yên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin nivîsîn û bi rêzdarî hatin bibîranîn.