Di demekê de ku li herêmê rageşiya bi Çînê re zêde bûye, di navbera DYE û Fîlîpînê de tetbîqateke leşkerî destpê kir ku wê deh rojan dewam bike.
Ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Fîlîpînê ji her yekî zêdeyî hezar leşker tevlî vê tetbîqatê bûn.
Her wiha ji Awûstralya, Îngilîstan, Japonya û Koreya Başûr jî leşker tevlî tetbîqatê bûn. Fransa, Tayland û Endonezyayê jî çavdêr şandin.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, tetbîqat ji bo perwerdeya ‘teknîkên parastinê’ yên li dijî şerê kîmyewî û biyolojîk e.
Rojek beriya vê tetbîqatê Çînê jî li derdora Taywanê dest bi manewrayeke leşkerî ya berfireh kiribû.