Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJ’ê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayfer Koçak: Qanûna Çarçoveyê gaveke girîng e, lê pêdivî bi qanûnên temamker heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akyol ê ku piştî 30 salan hate berdan: Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya girtiya 32 salan Nuriye Adet caran 6’an hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji Mexmûrê banga ji bo tevlîbûna li mîtînga li Amedê
Kurdistan

Ji Mexmûrê banga ji bo tevlîbûna li mîtînga li Amedê

Çalakvanên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kirin ku di 13’ê Cotmehê de li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di civîna Komîteya Werîzan a Konseya Ewropayê de ku di 17-18’ê Îlonê hatibû pêkanîn de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî binpêkirina ‘mafê hêviyê’ piştî 3 salan hate nirxandin. Lê belê di civînê de biryar hate dayin ku saleke din rewşê bişopîne, ku ev yek di nava gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk de bû cihê nerazîbûnan.

Têkildarî biryara hatî girtin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakvanên çalakiya Nobetê ku zêdeyî saleke ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Apo di nava çalakiyê de ne ji ANF’ê re axivîn.

Gulê Gûzereşî di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kir û got: “Dewletên navneteweyî yên ku qaşo mafê mirovan diparêzin, nikarin me bixapînin. Bi me dayîkan jî mabe em ê nehêlin tecrîda li ser Rêbertiya me tê ferz kirin, dewam bike. Em ê wek dayîk li ser lingan bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîn bikin. Em biryara dewletên navneteweyî ku saleke din jî rewşa Rêbertî bişopînin, napejirînin. Bila dewletên navneteweyî li erka xwe rabin. Serokatî maf daye jinê û mafê hemû mirovahiyê diparêze. Ez bang li tevahî gelê Kurd bi taybet jî dayîkan dikim ku li hemberî tecrîda girankirî rabin ser xwe, bi şev û roj di nava xebatê de bin. Her ferdek civakê çi ji destê wan bê pêwîste pêk bîne û bikevin nav xebatê. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê hemû berê xwe bidin mîtînga Amedê û dengê xwe li tevahî cîhanê belav bikin. Me soz daye em ê îsal Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin.”

‘EV BIRYAR TENÊ TAWÎZDAYINA DEWLETA TIRK E’

Xebat Pîran jî destnîşan kir ku ji salekê zêdetire iêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Rêberê xwe di çalakiyê de ne û wiha pê de çû: “Her ku diçe tecrîd tûndtir dibe. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tenê tawîzdayîna dewleta Tirk e. Dewleta Tirk girêdayî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye, ev jî dide diyar kirin ku hemû bi hev re hevkarê vî sûcê tecrîdê ne. Ji ber ku ev tecrîd di berjewendiyê wan yên aborî, siyasî û dîplomasî de ye, naxwazin dewleta Tirk tengav bikin. Dema mijar dibe Kurd û Rêbertî, avên çem û deryayan radiwestin. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dayî, ne li gorî pîvan û zagonên navdewletî ye. Di zagona bingehîn ya dewleta Tirk bixwe de jî her girtî dikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêkbîne. Ev demek dirêje li Tirkiyê di kesayeta Rêbertî de hemû girtiyên azadiya Kurdisanê rastî van binpêkirinên mafan tên. Ev 26 salin Rêbertî li hemberî hemû bê pîvanî û bê hiqûqiya dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, destûra bingehîn ya Tirk û zagona Neteweyên Yekbûyî li berxwe dide.”
 
‘DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ GELÊ KURD BI VAN BIRYARAN MIJÛL DIKE’

Xebat Pîran di dawiya gotinên xwe de da xuya kirin ku dewleta Tirk û dewletên navneteweyî dixwazin bi tecrîdê gelê Kurd di tariyê de bihêlin û îradeya Kurd teslîm bigrin û wiha got: “Bila baş bizanibin Rêbertî bi rêya parêzname û perspektifên xwe fikir û felsefeya xwe bi gel re parvekiriye û gel jî li ser wê rastiyê dimeşe. Rêbertî bixwe jî dibêje; ‘Dewleta Tirk tenê gardiyantiya vir dike, di rastiyê de ev girtîgeh girêdayî Konseya Ewropaye.’ Dewletên navnetewî gelê Kurd bi van biryaran mijûl dike. Doza Rêbertî wek doza kesekê digirin dest, ne mîna Rêberê netewa Kurd û bi van biryaran dixwazin mijara heyî normalîze bikin. Rêber Apo nûnertiya hemû netewa Kurd dike û bi fikirê xwe civakek ji mirinê rizgar kiriye. Rêbertî mebde û çarenûsa azadiya gelê Kurde. Ez bang li gelê Kurd dikim ku di 13’ê Cotmehê de li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kom bibin û dengê xwe bigihîn Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku li hemberî vê tecrîdê bê helwest nemînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanê leheng ê Nisêbînê: Kawa Dogan
Nûçeya Pişt re Li DYE’yê bahoz: Herî kêm 63 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê destpê kir

Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê ku wê 2 rojan bidome, li Enqereyê destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kobanê bi moralekî mezin li qadan in

Xelkê Kobanê bi moralekî mezin her şev li Qada Jina Azad kom dibin û li…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê li Sêrtê bi coş hatin pêşwazîkirin

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Qersê li navenda Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?