Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn, êrîşa dewlet a Tirk li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyeyê şermezar kir ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.
Rêxistinê bang li tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku li hember van êrîş û zehmetiyan, bibin yek, eniya xwe xurt bikin û ji bo sekna li hember pergalên zordest pêwîstî bi piştgiriyê heye.
Her wiha rêxistinê eşkere kir ku sûcên wiha têkoşîna wan ranawestînin û got, “Lê berovajî wê xwîna şehîdan wê bibe çirûska mezinkirina têkoşînê heta wekhevî û edaletê bi dest bixin.”