Di 23’yê Tebaxa 2024’an de, piştî ku wesayîteke kanala Stêrk TV’yê bi armanca tomarkirina bernameyeke hunerî li Hewramanê ber bi wê herêmê diçû, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker otomobîl kir armanc û her du rojnamegerên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û rojnamegerekî din jî bi giranî birîndar bû.
Piştî vê kiryara terorîstî ya dewleta Tirk a faşîst nerazîbûneke mezin çêbû û endamên partiyên azad, çalakvanên siyasî, rojnamegerên çapemeniya azad û xelkê welatparêz helwesta xwe nîşan dan û bi tundî ev komkujî şermezar kirin.
‘HER JINEKE AZAD A VÎ NIŞTIMANÎ DIBE ARMANCA DAGIRKERAN’
Têkildarî mijarê çalakvana siyasî û hevjîna şehîd Fexredîn ji ANF’ê re axivî û got: “Şehîd Gulistan û şehîd Hêro her du jî xwedî fikr û ramanên çapemeniya azad bûn. Mixabin li vî niştimanî her jineke azad û her jineke xwedî fikr û ramanên azadîxwaz dibe armanca dagirkeran. Helbet ev armanckirin bêyî hevkariya xeta xiyanetê pêk nayê û dijmin ew qas ne wêrek e ku bikare bigihîje wan lehengên ku di hebûna xwe de azadî hilgirtine. Mixabin em di hembêza niştiman û dayika xwe de têne qetilkirin û dagirkirin. Her kolaneke vî niştimanî şehîdek li xwe girtiye.”
Divê nerazîbûn û helwest berfirehtir bibin û ev mijar bibe rojev û bibe pirseke neteweyî û navneteweyî. Divê xiyanet bê şermezarkirin. Divê medyayên din bi berpirsyarî vê rewşê rapor bikin. Jina azad metirsî ye ji bo fikra paşverû û dagirkeriyê, lê xebat û têkoşîna Gulistan û Hêroyê gihîştiye armanca xwe. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelek jinên azad li meydanan in. Ji Bakur heta Germiyanê xebat û rê û rêbaza wan didome.”
‘TÊKOŞÎNA JINÊN AZAD DÊ BERFIREHTIR BIBE’
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê Tara Hisênê li ser qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadînê de ev tişt anîn ziman: “Êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve ne tiştekî nû ye, lê ev rewşa çend mehên dawî û êrişên li ser başûrê Kurdistanê û armancgirtina rojnamegerên jin ên çapemeniya azad û qetilkirina wan, ji me re dibêje ku rewş metirsîdar e. Divê Hikûmeta Iraqê û PDK bizanin ku di plana nû ya dewleta Tirk a faşîst de, ku berdewamiya plana Osmaniyan e, başûrê Kurdistanê beşeke mezin e ji projeya wan û alîkarîkirina wan di rastiyê de ji wan re zerar e. Qetilkirina rojnamegerên jin ên çapemeniya azad paqijkirina rêya dagirkeriyê ye, lê divê bizanin ku jin di bin zextê de ne tenê dev ji têkoşînê bernadin, her wiha radîkaltir dibin û bêtir li ser têkoşîna xwe israr dikin. Heta jina azad bê armancgirtin, têkoşîna jinên azad dê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê berfirehtir bibe.”