Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a li Televîzyona Medya Haberê bû û li ser êrişên îdeolojîk ên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û rewşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:
Dema em têkildarî pêvajoyê li nirxandinên giştî dinêrin, dibêjin ku Tevgera Azadiyê tiştên ketine ser milê xwe pêk anîne, lê belê li aliyê hember gavên nehatine avêtin hene. Gelo çima ev gav nayên avêtin?
Di sala 28’an de ez berxwedana Îmralî ya Dîrokî û Rêber Apo silav dikim. Têkildarî pêvajoyê, Rêber Apo jî bi wesîleya 8’ê Adarê û Newrozê daxuyanî dan. Helwesta xwe nîşan da. Daxwazên xwe vegot, tiştên bêne kirin anî ziman. Tevgera me jî tiştên ketine ser milê xwe, pêk anî. Em di aliyê îdeolojîk û stratejîk de nêzî vê pêvajoyê bûn. Em tên guhertin, veguhertin. Em ê bên guhertin jî. Rêber Apo jî ev yek anî ziman. Vegera vê rewşê nîne. Ji bo me vegera guhertin û veguhertinê nîne. Em ê bên guhertin û em ê Tirkiyeyê jî rû bi rûyê guhertina demokratîk bihêlin. Yên vê asteng bikin, wê winda bikin. Em di vê yekê de bi biryar in. Tevî ku me pêdiviyên vê yekê jî bi cih anîne; fesixkirina partiyê, bi dawî kirina têkoşîna çekdarî, pratîkên cur be cur li holê ne lê belê hîna xisûsên weke helwesta rêxistinê zelal nîne û hwd, tên gotin. Eleqeya xwe bi rastiyê ve nîne. Divê mirov zelal îfade bike, pirsgirêk hinekê çavkaniya xwe ji desthilatdariyê digire. Yanî me fêm nekir jixwe, carekê dibêjin pêwîstî bi lezkirinê nîne, carekê dibêjin divê pir bi lez çêbibe. Bêîstiqrariyek heye, diyar e ku stratejîk nêzî pêvajoyê nabin. Di çarçoveya rojane, taktîk û siyasî de nêz dibin. Helbet nêzîkatiyeke wiha rast nîne. Lê xeter e. Bûyerên li Rojhilata Navîn diyar in. Encamên şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku 35 sal in diqewime, li holê ne. Statukogeriya netew dewletê hat çi rewşê. Sîstemên netew dewletê ji dema rêveberiya Seddam û heya niha ketin çi rewşê. Pêşeng û damezrînerên vê sîstemê di rastiyê dewleta Tirk bûn. Yanî hegemonyaya sîstemên netew dewletê ya ku niha tê xwestin were hilweşandin, bi rêya Tirkiyeyê hate avakirin. Modela ewilî Tirkiye bû, yên din versiyonên wê bûn. Yanî Îran hat, Tirkiye jî tê. Jixwe Tirkiye di nava van bûyeran hemûyan de ye. Lê belê nedîtina vê yekê û hewldana sûdwergirtina ji siyaseta rojane, xwexapandinek mezin e. Yanî ev tê wê wateyê ku şer rast nayê fêmkirin. Ji ber vê yekê xeterî nayê dîtin. Tê gotin ku plansaziyeke 50-100 salî ye. Lê belê tiştek wisa nîne. Her tişt li gorî berjewendiyên siyaseta rojane ye. Helbet ev şaş e. Ev yek sûdê nade xwediyên wê jî. Gel û civakên Tirkiyeyê wê ji vê yekê zirarên mezin bibînin. Eger ev rewş neyê guhertin, li Tirkiyeyê guhertin û veguhertina demokratîk çênebe, eger komar nebe komara demokratîk, eger pêşiya entegrasyona demokratîk neyê vekirin, biryarên qanûnê li ser bingehê demokratîk neyên dayîn, yanî nêzîkatiya mîna sedsala borî em sedsaleke din jî bimeşînin şaş e. Wisa bendewariyek heye ku dibêjin, ‘em li encamên şerê Îranê binêrin belkû ji me re deriyek were vekirin’. Jixwe desthilatdariya Tirk her dibêje, em alîgirê xizan û mazlûman in. Lê rastî ne wisa ye. Her tim alîgirê yê xurt û serwer in. Hewl didin bi yê serwer re li hev bikin. Baas û Îran jî hinekê dijberî siyonîzmê bûn, lê belê pîvanek wan hebû. Li Tirkiyeyê ew jî nîne. Yanî ti pîvaneke exlaqî nemaye. Di vê astê de ne. Weke ku bi her kesê re şer dikin, lê ne wisa ye. Li paş perdeyê bi her kesê re li hev dikin. Têkildarî Sûriyeyê bi Îsraîlê re li hev kirin. 4’ê Çileyê li hev kirin, di êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Ji raya giştî vedişêrin. Berê xwe gihandina tiştan hinekî kêm bû, peywendiya mirovan kêm bû, lê belê ma niha veşartina tiştan pêkan e! Her kes xwedî çavkaniyên agahiyê ne. Civaka Tirkiyeyê bila qet bi çapemeniya wir nexapin. Rastî berevajî tiştên hatine nivîsandin e. Her tim ji bo veşartina rastiyan li dijî civakê şerê psîkolojîk ê taybet tê meşandin. Her tim nêzîkatiyeke bi hesap heye, li gorî rewşa pêşveçûna şer siyasetê dikin. Dibe ev hesap sedsala borî kêr hat, lê eger dihesibînin ku wê cara duyem jî kêr were, xwe dixapînin. Eger vê carê kêr neyê, wê berdêlê wê ji bo wan giran be. Ez dixwazim vê bêjim. Ev ne gef e. Rastî çiye, ew e. Berê jî wisa bû. Ji bo ku raya giştî, civak fikrên me bizanin, me bi eşkere îfade kir. Gelek nîqaş meşandin. Lê belê rast û têrker nîqaş nakin. Bi kurtasî em li benda nêzîkatiyeke stratejîk bûn. Bendewariya raya giştî ew e. Her kes me jî rexne dike. Zexta li ser me pir e. Rexne ji derdorên cur be cur tên. Divê gavên qanûnî bên avêtin. Rêber Apo qonaxa duyemîn a pêvajoyê îlan kir. Wê demê divê pêdiviyên qonaxa duyemîn bên bicihanîn. Têkildarî vê yekê tişta ketî ser milê me hat bicihanîn, em bi cih tînin. Lê belê, ji wî alî tim wisa mijûlkirin û ji demê re hiştin heye, derengxistin heye. Piştre jî li ser çapemeniyê şerekî psîkolojîk tê meşandin, ‘wê teslîm bibin, Tirkiyeya bêteror pêş dikeve, em ê qanûn derxin wê ew hemû werin, wê yek bi yek werin …’ yanî bi vî rengî gelek tişt tên gotin. Evane mirov tahrîk dikin. Divê wisa nebe. Divê ev rewş were astengkirin. Erê, her kes li benda qanûnan e. Serokê meclîsê di nava liv û tevgerê de ye. Rapora komîsyonê jî hebû. Divê qanûnên ku Tirkiyeyê bikin demokratîk, hebin. Ev ê pêşiya siyaseta demokratîk veke. Wê entegrasyona demokratîk pêk bîne. Yanî di vî alî de ti pirsgirêka me nîne, em ji bo guhertin-veguhertinê amade ne. Lê belê tiştên ku divê aliyê din pêk bîne hene, evane di destê me de nînin. Çi pêwîste di vî alî de, erê divê hîn zêdetir were nîqaşkirin, hîn zêdetir têkoşîn pêwîst e, yanî têkoşîn girîng hatin dayîn tên dayîn.
Divê ev jî dubare were gotin, Rêber Apo di bin sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de zêde tê hiştin. Divê ji zûde derketiba, di aliyê hiqûqî de jî wisa ye. Dibêjin, gelo wê mafê hêviyê çêbe yan nebe. Lê belê rewşa heyî bêhiqûqî ye. Divê ev were guhertin. Divê demildest, Rêber Apo bikare di şert û mercên azad de bixebite. Ji dervey vê tiştek din nîne ku pêvajoyê ber bi pêş ve bibe. Her kes vê dibêje. Rêber Apo jî anî ziman. Me jî gelek caran got. Biryara me ya kongreyê jî wisa bû. Raste, me biryar girtin, lê me bi zelal îfade kir ku hêza bicihanînê di destê kê de ye. Ji destpêkê ve me helwesta xwe zelal nîşan da, em dikarin çi bikin çi nekin. Tiştên ku Rêber Apo divê pêk bîne, em ê çawa pêk bînin? Ev ne pêkan e. Yên ku dixwazin pêvajo pêş bikeve, bila dest ji gotin ‘gelo wê ji çiyê yek bi yek werin…’ berdin, rewşa Rêber Apo wê çi be? Rêber Apo wê bigihije şert û mercên xebat û jiyana azad, yan na? Pirsgirêk ev e. Pêşiya her tiştî ev ê veke. Eger wisa bikin, wê pêşiya pêvajoyê vekin, wê siberoja Tirkiyeyê ronî bibe. Eger wisa nekin, wê her cure tiştên xeter biqewimin. Em nizanin wê çi çêbibe jî, lê tiştên baş naqewimin. Yekane çavkaniya tiştên baş ew e ku Rêber Apo bigihije şert û mercên xebat û jiyana azad.
Civaka Kurd, bi taybetî jî jin vê xeteriyê dibînin. Li ser vê esasê çalakî tên lidarxistin. 19’ê vê mehê meşa Gemlîkê heye. Ji çalakiyên beriya vê re jî pêşengî kirin. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?
Kurd hemû dibînin. Hemû beşên civakê dibînin. Helbet jin di vî alî de hîn zêdetir hestiyar in. Lê belê ne tenê Kurd, her kesê ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze vê yekê dibîne, îfade dike. Dinivîsin, nîqaş dikin. Cîhan hemû vê dibîne. Çep, sosyalîst, akademîsyen, derdorên karker û kedkaran, sendîka hemû dibînin. Ji 10’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd kampanya tê meşandin ku ev ji aliyê raya giştî ya sosyalîst û demokratîk ve hate pêşxistin. Ev kampanya dewam dike. Tişta ez dixwazim bêjim, ew e ku her kes rastiyê dibîne û helwest jî nîşan dide. Her ku diçe ev helwest zêde dibin. Yanî kesên ku divê bi baldar nêzî vê yekê bibin, ji nedîtî ve tên. Di derdorên siyasî de jî kesên vê dibînin, pir in. Piraniya partiyên muxalefetê jî vê dibînin. Di rastiyê de derdorên desthilatdariyê behsa vê yekê dikin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pir xweş diaxive, tiştên baş dibêje. Yanî mirov nikare tiştên ku ew dibêje, red bike. Lê pratîka wê nîne, pêk nayê. Serokkomar Tayyîp Erdogan jî carna daxuyaniyên girîng dide. Lê tenê weke gotin dimîne. Lê belê hin berdevkên AKP’ê hene, hema bêje jehrê diavêjin. Weke ku dijminên sondxwarî yên Kurdan e, weke endamên şerê taybet in ku tenê ji bo tahrîkkirina Kurdan û derdorên demokratîk, li wir hatine bicihkirin. Navê wan pêwîst nake, jixwe her kes dizane kî çiye. Li pêşberî çapemeniyê ne jixwe. Niha gava pratîk nîne, nêzîkatiya stratejîk nîne, helwest nîne, îradeya siyasî ya ku pêşiya vê veke nîne. Nêzîkatiya stratejîk nîne. Nêzîkatiya taktîk a demkî heye. Ev yek wê ji Tirkiyeyê re karesatê bîne. Me timî ev yek anî ziman. Helbet civak jî çalakiyan dike. Civaka Kurd piranî nêzî sedî 100 tevlî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an a Aştî û Civaka Demokratîk bû, xwedî li vê bangê derket. Di 8’ê Adarê de jinan ev yek nîşan da. Di Newrozê de jî hemû civaka Kurd li her çar aliyên cîhanê ev yek nîşan da. Bi deh milyonan mirovan Newroz pîroz kirin û îlan kirin ku Newroz, Newroza Azadiya Rêber Apo ye, referandûmek çêbû. Her kesê dît ku desteka gel a ji bo Rêber Apo çend e. Bi rastî jî referandûmeke ji vê mezintir nîne. Ev tenê ji bo çendek pîrozbahiyan nebû, beriya wê jî çalakî hebûn. Çalakiyên bi ruhê yekîtiya neteweyî ji bo xwedî derketina li Rojava jî hatin lidarxistin. Piştre jî dewam dike.
Jin ji bo aştiyê hîn bêhtir hestiyar in. Aştî pêşiya azadiya jinê vedike. Di şeran de herî zêde jin û zarok zirar dibînin. Her kes vê dibêje. Lewma bang û manîfestoya aştiyê, bang û manîfestoya jinê ye. Civaka demokratîk jî wisa ye, civaka komunal e, civaka azadîxwaz a jinê ye. Civaka komunal a jinê temsîl dike. Lewma jin pêşengiyê ji têkoşîna civaka demokratîk re dike. Li her derê wisa ye. Mîna ku şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji Kurdistanê destpê kir û belavî her derê bû, niha hîn zêdetir bandor dike û weke şoreşeke jinê pêş dikeve. Meşa Gemlîkê jî xeleka vê ya hatî plankirin e. Îro meşa Gemlîkê, sibe meşa Enqereyê, roja piştre meşa Stenbolê, jinên Kurd jixwe qet nasekinin. Timî di nava çalakiyan de bûn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin. Li qadan bi eşkere îfade kirin ku azadiya Rêber Apo, azadiya jinan, gelê Kurd û mirovahiyê ye. Helbet civak û jin wê hîn zêdetir têbikoşin. Divê em pêvajoyê, weke pêvajoya têkoşînê fêm bikin. Divê em hîn zêdetir têbikoşin. Evane hemû wê çalakiyên di çarçoveya demokratîk de ne. Li ser vî bingehî ez Meşa Gemlîkê silav dikim.
Di pêvajoyeke wiha ya ku aştî tê axaftin, ji bo aştiyê çalakî tê lidarxistin de, em dibînin ku êrîşên nîjadperest zêde dibin. Divê mirov vê çawa fêm bike, rêyên çareseriyê çine?
Niha li bin netewperestiya li Tirkiyeyê pêş dikeve, ev heye. Dibînin ku pêvajo, pêvajoya guhertin-veguhertinê ye. Yanî sedsala borî, êdî bû dîrok. Hinek dibêjin sedsala şoreşan. Eger mirov ji aliyê Kurdan ve jî lê binêre, di rastiyê de sedsala qirkirinê bû. Yanî her kes li gorî xwe dinirxîne. Lê hinekan ji vê yekê sûd wergirt, bi taybetî ev mêtingerî, netewperestî, nîjadperestî û şovenîzma Tirk ji vê yekê sûd wergirt û bû hêzek. Li Tirkiyeyê gelek cihên rêveberiyê bi dest xistin. Yanî derdorên rantê yên ku ketine nava dewletê. Derdorên ku ji şer tîmar dibin. Evane niha dibînin ku pêvajo pêvajoya guhertin-veguhertinê ye, êdî nikarin mîna berê hespê xwe bidin bezandin. Dikevin rewşeke wisa ku wê hesab bidin. Ditirsin ku hesabê sedsala borî bidin. Lewma bi tundî li dijî aştî û demokratîkbûnê radibin. Kî behsa aştî û demokrasiyê dike, bi tundî êrîş dibin ser. Ti pîvaneke wan nîne. Yanî rewşa wan, wiha ye. Yanî ji vê rewşa ku bi mêtingerî û netewperestiyê hatî avakirin, sûd wergirtin û niha jî ditirsin ku wê derfet ji destê wan biçin û hesab bidin. Hewl didin pêşî li vê yekê bigirin.
Dema mirov behsa netewperestiya Kurd bike, erê, evane hinek ji ber rewşa Rojava derketin. Hîn kesan digotin, PKK xwe fesix kir, ma ev nirx wê wisa li holê bimînin, gelo em ê bikarin lê bibin xwedî û hwd. Hin kes hene ku dixwestin ji vê sûd werbigirin, para xwe ji vê bigirin. Kesên wisa berjewendîxwaz hene. Yek ji asta netewperestiya Kurd, berjewendîxwazî ye. Çi gotin, qaşo ‘bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tiştên ku ji meha Çileyê ve qewimîne nîşan daye ku teoriya Rêber Apo neketiye pratîkê, bi ser neketiye, çareseriya netewa demokratîk pêk nehatiye, çi karê Kurdan bi Ereb, Tirkan û yên din re heye, Kurdan ji dervey Kurdan çi dostên din nîne’, yanî bi vî rengî êrîş dibin ser xwişk-biratî û tifaqa gelê Kurd a bi gelên din re. Ew jî ji vê helwestê sûd werdigirin. Têkildarî vê yekê divê hemû civaka Kurd pir zelal be. Netewperestî xeteriya herî mezin, zirara herî mezin e. Eger Kurdan bikin dijminê gelên din, ev yek wê zirara herî mezin bide Kurdan. Ji ber ku Kurdan nekarî bi gelên din re tifaqê bikin, berê bi ser neketin. Ji ber ku ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îngilistan û hwd bawer kirin, ev yek hat serê wan. Yanî kê da qezenckirin, kê da windakirin, divê mirov baş bibîne. Niha erê pratîka Rojava tê nîqaşkirin, me cara din behs kir. Wê hîn zêdetir jî were nîqaşkirin, ev ê bi pêvajoyê re çêbibe. Em ê ders derbixin. Kurdên Rojava ji ber ku bi Ereban, Tirkmenan, Ermenan, Suryaniyan, Çerkezan re têkilî ava kirin, li rojhilatê Firatê netewa demokratîk pêş xistin winda nekir, ji ber ku heman xet belavî rojavayê Firat, Şam û Helebê nekirin, belavî tevahiya Sûriyeyê nekirin rû bi rûyê vê encamê man û winda kirin. Divê mirov ne yekîtî û tifaqa wan a bi gelên din re rexne bike. Divê mirov vê rexne bike ku çima ev yekîtî û tifaq sînordar hiştin. Tişta ku bi Kurdên Rojava dayî windakirin, ev rewş bû. Halbûkî divê xeta netewa demokratîk belavî hemû Sûriyeyê kiriban. Ji Helebê heya Şamê, divê bi Sûriyeyê re jî sînordar nemaba. Divê belavî hemû qada Ereban kiriban. Tişta ku bi Kurdan bida qezenckirin, ev bû. Gava ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherandiba şoreşa herêmî, ev gav bû, lê ev gav nehat avêtin. Lewma divê mirov baldar be.
Kurdên Bakur jî divê baldar bin. Bila baweriyê bi hin peywendiyên derdorên siyasî, hin hêzên di nava dewletê de neyînin. Gelo dikarin li ser Komara Demokratîk û xwişk-biratiyê bi gelên Tirkiyeyê re tifaqa stratejîk çêbikin yan na, bila li wê binêrin. Her wiha rewşa li Başûr li holê ye. Çi çêbû, ji Kerkûkê heya gelek cihên din di destê rêveberiya Başûr de bû. Ma di rojekê de nîviya Başûrê Kurdistanê winda nekirin? Ne ji bo demokratîkbûna Kurdîtiya li Başûr, ne jî ji bo demokratîkbûna Iraqê, ti tevkarî nekirin. 30 sal derbas bûn, hîna bi tirsa tunebûnê re rû bi rû ne. Bi taybetî Kurdên li Rojhilat jî, divê ders ji vê yekê derbixin. Dema ku azadî di demokratîkbûna Îranê de dîtin, hingê wê bi ser bikevin. Eger wisa nekin, bila ji parçeyên din ders derbixin. Bila ji paşeroja Rojhilat jî ders derbixin. Di paşeroja Rojhilat de jî tiştên heman qewimîn. Yanî netewperestiya teng, her tim dide windakirin.
Kurdan ji ber netewperestiya teng winda kir. Ji ber dostatî, têkilî û xwişk-biratiya bi gelan re winda nekir. Her tim ji ber vê dostatiya bi gelan re pêş ket. Konfederasyona Med wisa bû. Selahattîn Eyûbî li ser vê esasê meşiya. Yanî em li dîrokê binêrin û ji xwe re dersan derbixin. Yanî em li dîroka Kurd binêrin. Dibe dîroka Kurd hatibe nixumandin. Rêber Apo jî dibêje, dîroka Kurd a nixumandî. Lê belê bi têkoşînê re ev nixumandin hate rakirin. Rastî êdî hîn zelaltir tên dîtin. Divê em ji dîrokê ders derbixin. Divê em di aliyê dîrokê de xwedî zanist bin. Lewma divê ti kes bi van netewperestan nexape. Bi temamî divê bizanin li ser xeta yekîtiya demokratîk û xwişk-biratiyê tevbigerin. Tişta ku bi Kurdan bide qezenckirin, teqez ev xet e.
We berê jî nirxandibû, di şerê Îranê de hin kes dibêjin ku Îran bi ser ket, DYE têk çû, hûn tevlî vê dibin? Her wiha li Îslamabadê hevdîtin hebûn, mîna ku ev hevdîtin bêencam man. Ji vir û şûnde wê çi biqewime gelo?
Belê, şer hîna germ e. Bandorê li herêmê û hemû cîhanê dike. Her kes dinirxîne, nîqaş dike. Kî qezenc dike kî winda dike. Yanî di rewşa heyî de noqteya ku şer hatiyê gelo yê qezenckiriye heye? Zehmet e. Yê ku dibêje min qezenc kiriye jê re dibêjin Serketina Piruzê. Yanî yê herdûyan jî Serketina Piruzê ye. Yanî rewşeke wisa tuneye. Em pêşî vê yekê bi zelalî bînin ziman. Belê, Îranê li hemberî êrîşên DYE û Îsraîlê berxwedanek nîşan da. Di wateya parastina statokuya netewe dewletê berxwedanek nîşan lê heta kuderê? Dikare bibêje ku min pêşiya serketina tam a DYE û Îsraîlê girtiye, lê rewşa wê hatiye kuderê. Ewqasî nirx winda kir. Îran serobino bû. Ez timî vê yekê difikirim gelo Xumeynî bijiya wê rê bide encameke wisa. Wê rê bida an neda geşdanên bi vî rengî? Ji min re qet wisa nayê. Ji ber ku cudatir dixwend. Heke wî hawîrdoreke wisa nexwendiba, jixwe geşedaneke wisa nedijiya. Ji ber vê sîstema ku xwe spartiyê hiweşiyaye. Îran hîn jî dibêje ez ê yên berê biparêzim. Yên mane îdîaya wan ew e ku ew ê biparêzin. Na, nikarin biparêzin. Statukoya netewe dewletê hildiweşe û diguhere, wê Îran biguhere. Gelo êrîşa DYE û Îsraîlê qezenc kir? Ma êrîşa DYE û Îsraîlê çi qezenc kir? Vaye ewqas lêdan û hilweşandin, dibêjin em tune dikin û her roj bi qîreqîr dibêjin me tune kiriye. Encam li holê ye. Niha li ser maseya lihevkirinê rûniştine. Yanî di nava lêgerîna çareseriyê de ne. Yanî têkilî û tifaqên xwe winda kirin. Bandora DYE ya li ser cîhanê çû. Wisa tê fêmkirin. Demekî li ser şerê Ûkraynayê xwe dispart NATO’yê, li ser siyaseta Ewropayê venêrînek ava kiribû. Rêveberiya berê. Rêveberiya Trump di vir ketiye nava rehaveteke mezin. Bêyî ku ji dost û hevalbendê xwe bipirse ketiye nava êrîşeke wiha. Gotiye ez ê her tiştî bikim lê derket holê ku nekiriye. Ew jî winda dike. Geşedanên heyî yên DYE’yê, DYE bi spartina şerê Ûkraynayê re di hêzkirina NATO’yê ya li cîhanê û stratejiya hegemonyaya tekbirinê de bi ser neket. Dikarim bi rehetî bibêjim têk bir. Êdî wê serketiya vê çênebe. Mirov dikare wisa bibêje, yanî aliyên ku şer dikin wê bi ser nekevin. Neçarin ku li hev bikin.
Rêber Apo jî wisa dibêje.
Belê, em jî dixwazin ku lihevkirina demokratîk pêk were. Deriyê demokrasiyê vekin. Bila dev ji dîktatorî, şer, rijandina xwînê û hişmendiya bi çewisandin û eciqandina civakan re wê hebûna xwe bidomîn, berdin. Ya ku wan jî bide jiyîn ev e. Rêber Apo di sala 2001’an de di parêznameya Ji Rahîbên Sumeran Ber bi Şaristaniya Demokratîk ve van hemû nirxand û got ku wê herdu alî jî qezenc nekin. Dibe ku şoreş jî serketina tam bi dest nexe. Got ku di encamê de dibe ku lihevkirinek derkeve holê. Îxtamala mezin encama vî şerî wê ji bo aliyan lihevkirinek çêbibe. Niha ber bi vê yekê ve diçe. Geşedanên li Îranê vê yekê vekirî raxist ber çavan. Ji ber vê yekê qîreqîra serketinê vala ye. Em dibêjin ku bila hinekî di nava nêzîkatiya demokratîk de bin.
Di esasê de ez dixwazim vê binirxînim. Dema ku mirov li vir lê dinêre, tiştên diqewimin tenê di nava êrîşên DYE-Îsraîl û parastina Îranê de digirin dest û ev yek kêm e. Gelek derdor wisa dinirxînin. Wekî ku tenê ev herdu hêz hene û yek ji wan wê qezenc bike. Yek ji wan jî qezenc nake. Yên ku wisa lê dinêrin û dinirxînin xelet in. Yên ku tiştên heyî û pêvajoya qewimiye tenê di aliyê Îran û êrîşên DYE û Îsraîlê de girtin dest xapiyan. Hevalbendên DYE’yê li hemberî wê derketin. Ewropa û di serî de Îngiltere. Li îranê gel hene. Belê, nebûn alîgirê destwerdan derve. Lê nebûn alîgirê rejîma heyî jî. Li hemberî wê têdikoşin. Ji Belûcan heta Kurdan û Fars bi xwe jî. Yanî aliyên reformîst hebûn, gelek rêxistin û derdorên siyasî hene. Îrana demokratîk dixwazin. Dixwazin Îran demokratîk bibe û ber bi komara demokratîk ve biguhere. Divê êdî Îranî xwe ji têgehên rojavayî xwe rizgar bike. Bûne mîna ku li gorî xwe têgeh ava kirine. Ji komara îslamî re erê, heta vê derê hat. Wê îslamê demoratîk bikin. Herî kêm wê îslama demokratîk çêbikin. Dijberkirina îslam û demokrasiyê, dibêjin an hûn ê bibin îslam an jî demokrasî. Ev yek ne rast e. Rêber Apo bi Peymana Medîne piştrast kir û rastî danî holê. Ji ber vê yekê divê ew hêz jî vê yekê bibînin. Li Îranê alternatîfa sêyemîn heye. Vaye DYE, Îsraîl. Lêgerîna hegemonyaya cîhanî ya împaratoriya DYE’yê û hegemonyaya Îsraîlê ya Rojhilata Navîn û rejîma Îranê ya komara îslamê, di rastiyê de rejîma Xemaney bû û divê israra berdewamkirina rejîma dijberiya gel bê derbaskirin. Her wiha lêgerîna sêyemîn heye. Lêgerîna gel komara demokratîk. Lêgerîna yekîtiyê. Lêgerîna Îrana demokratîk. Li Îranê civakek bi vî rengî heye. Ev hêzên gel gelek caran namzetên Xemaney têk birin. Bûn serokomar, bûn serokwezîr. Di nava rejîma heyî de jî bi bandor bûn. Li derveyî vê hêzên demokratîk, hêzên gel hene. Civaka Îranê civaka ku herî zêde ji demorkasî û azadiyê re vekiriye. Rewşa wê ya dîrokî wisa ye. Dewletparêzî xurt e lê civaka demokratîk jî xurt e. Rêxistiniya jinan jî xurt e. 2 sal berê şoreşa Jin Jiyan Azadî ji Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û li seranserê Îranê belav bû. Jinan çawa li hemberî rejîmê helwest nîşan dan û rejîmê ji binî ve hejandin. Di çarçoveya azadiya jinê de wê ev rejîm demokratîk bibe. Divê mirov vê jî bibîne. Gelo ji binî ve şoreşeke demokratîk pêk tê, dibe ku ew jî nebe. Lê di encamê de ev rejîm wê wekî berî xwe nedomîne û ne jî pêşbiniya êrîşên DYE û Îsraîlê ku wê hegemonyaya Îsraîlê bi ser bikeve, wê bi ser nekevin. Di nava hêzên demokratîk de wê Îraneke nû ya çalak bê avakirin. Dibe ku em nizanibin bê çawa çêbibe û wê kengî bigihêjin vê armancê, lê li Îranê teqez e ku pêşketina alternatîfa sêyemîn gelekî xurt e. Hêza wan heye. Wê lihevkirineke bi vî rengî pêş bikeve. Wê hêzên demokratîk bi bandor bibin. Herî kêm wê lihevkirneke ku ji demokrasiyê re vekiriye. Wê rewşeke ku hêzên demokratîk, jin û gel mafên xwe bi dest bixin derkeve holê. Xuyaye ku ber bi vê yekê ve diçe. Di encamê de divê mirov vê yekê bibîne. Îran serobino bû. Dixwazin ew nirxên ku bi sedan, hezaran salan hatiye avakirin, tune bikin. Dîrokê tune dikin. Ev şer, şerê dijmantiya dîrokê ye. Şerê li dijî mirovahiyê ye. Yanî hemû nirxan tune dike. Li rojhilat, li Rojhilata Navîn naxwazin şopa dergûşa mirovahiyê bimîne. Êrîşên li ser Kurdistanê tên kirin jî bingeha xwe ji vê digire. Yek ji sedemên ku li Rojhilata Navîn şer tê derxistin ev e. Modernîteya kapîtalîst ji bo dîroka mirovahiyê tune bike êrîş dike. Çawa ku dixwaze xwezayê tune bike êrîş dike, ji bo dîrokê jî tune bike êrîş dike. Niha hat vê rewşê. Di aliyekî de em ê bibêjin wê lihevkirineke demokratîk wê çêbibe û pêşve biçe, lê piştî ewqas wêranî, wê pêşketin çiqasî baş bibe û mirov bextewar bin cihê nîqaşê ye. Bêyî ku ev biqewimin dikarîbû ev pêk bihata. Bêyî ku wêraniyeke wisa çêbibe dikarîbû pêk bihata. Lê vê yekê ji mirovahiyê re rewa dîtin. Berpirsyarên vê li holê ne. Ev berpirsyar wê di nava dîrokê de timî wekî berpirsyarê vê yekê bên dîtin. Divê vê jî zanibin.
Her kes Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wekî dijberiya DYE, Çîn û Rûsyayê digirin dest. Lê bi şerê Îranê re derket holê ku gelo derzek heye. Wekî ku we jî got, Ewropa piştgirî neda, Îngiltere piştgirî neda. Gelo ev derizandineke? Divê hêzên demokratîk vê yekê çawa fam bikin?
Devlet Bahçelî dîsa wisa daxuyanî da, di civîna MHP’ê de ev hebû. Rûsya jî daxuyanî dabû. Li hemberî DYE’yê bila tifaqa Rûsya, Çîn, Îran û Tirkiyeyê bê avakirin. Di navbera Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û salên 90’î de serdemek hat jiyîn. Serdema alozî û pevçûnên di navbera bloka DYE û Sovyetan. Li hemû cîhanê siyaset xwe spart yek ji van hêzan û wisa jiya. Siyaseteke erzan ava bû. Wekî ku lêgerîna vê yekê ye. Lêgerînên di vî alî de hene. Lê piştî hilweşîna Sovyetan, wekî ku cîhaneke du bendberî ji holê rabû û yek bendberî jî rabû. Piştî du bendberî ji holê rabû DYE jî rabû got ku ez împaratorî ava dikim. Gelek derdor avakirina împaratoriya DYE’yê îlan kirin. Rêber Apo got; na. Împaratoriya DYE’yê li hemberî Yekîtiya Sovyetan bû. Yekîtiya Sovyetan a ku hilweşiya wê DYE bandora xwe winda bike. Niha noqteya ku em hatinê ev e. Yanî yek bendberî çênebû, cîhana kapîtalîst ber bi pir bendberiyê ve diçe. Gelek derdor xwestin vê yekê fam bikin û binirxînin. Lê yên ku bi qasî tê xwestin nedîtin û ne nirxandin, pêşketin nexwendin, pêvajo nexwendin, şerê Ûkraynayê nexwendin, şerê Kendavê û geşedanên li Rojhilata Navîn bi qasî tê xwestin nexwendin. Yanî daxwaza Rûsyayê bibe hêzeke kûrewî heye. Îran di hêla leşkerî û siyasî de hêzeke kûrewî yê girîng e. Lêbelê gotineke Serokê Çînê Mao heye dixwazim wê bi bîr bixim. Gotibû; Çîn wê tu carî nebe dewleteke super. Çîn di rêça Mao de nameşe û gelekî guherî. Yanî divê xeta Mao jî bê nirxandin. Lê pratîka heyî gelekî jê dûr ketiye. Lê hîn jî wekî DYE û yên din ne li pey dewleta super de ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Wekî ku hin heval dibêjin, Çîn bêdeng e û ji kûr ve tê. Li şûna aliyê leşkerî derxe pêş, di çarçoveya aborî û bazirganiyê de dimeşe û di siyasetê de bi bandor dibe. Yanî ev pevçûn hene. Pevçûnên DYE û Rûsyayê hene, nakokî û pevçûnên DYE û Çînê hene. Lêbelê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bendberiya Îngiltere û Elmanyayê çêbû. Ji xwe jê re şerê Îngiltere û Elmanyayê tê gotin. Bendberiyek çêkirin. Şerê Cîhanê yê Duyemîn dîsa di navber Elmanya û Îngiltere, Fransa û paşê DYE beşdar bû û Rûsyayê de qewimî. Hîtler bi êrîşa Rûsyayê re xwest bibe lîderê sîstema kapîtalîst. Xwest hemûyan dixe bin destê xwe û vê hêvî kir. Xeteke wisa xêz kir. Rê û rêgeha şer guharand. Belê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Şoreşa Cotmehê pêk hat. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, rojhilatê Ewropayê çêbû, li Çînê şoreş çêbû. Ev li ser navê şoreşa sosyalîst çêbûn. Sedsala 20’yemîn wekî sedsala şoreşan hat pênasekirin, lê encamên wan li holê ne. Di vê avaniyên wan ên îdeolojîk û teorîk bên rexnekirin û nîqaşkirin. Mînak destketiyên xwe neparastin. Rûsya neparast. Serobino kir. Ev jî rê li ber guhertina destketiyan vekir. Rêber Apo, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wiha pênase kir: “Pevçûna di navbera hêzên sermeyedar ên kûrewî û statukoparêz a netewe dewletê.” Bi rastî jî heta niha şer wisa berdewam kir. Şer di esasê xwe de li Rojhilata Navîn pevçûna hêzên sermeyedar ên kûrewî û netewe dewletê berdewam kir. Bi rêveberiya Seddam re bi şerê Kendavê dest pê kir, li Efrîkaya Bakur belav bû û heta Lîbyayê, li Misirê veguherî şer. Niha ji 7’ê Cotmehê ve bi şerê Xezeyê re xwe gihand navenda Îranê. Yanî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî ji nakokî û pevçûnên navxweyî yên sîstema modernîteya kapîtalîst derket. Niha li ser vê bingehê pevçûn hene. Bi rastî jî encamên ku şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn derxistin holê ne kêmtir e. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Çar hilweşiya û wê demê Lenîn got ku Çar hilweşiya. Cîhan serobino bû. Niha jî ji Seddam Huseyîn heta Husnu Mubarek, ji Kadafî heta Alî Xemaney û ji Hizbûllahê heta yên din, hemû siyasetmedarên ku li Rojhilata Navîn derketine holê, lîderên wan hatin tunekirin. Her yek ji wan di aliyekî de xwe xwediyê cîhanê didîtin. Di vê wateyê de divê ev şerê 35 salan biçûk neyê dîtin. Niha tişta ku şerê Îranê derket holê ev bû. Yanî di serî de Îngiltere, hin dewletên Ewropayê bi DYE’yê re ne di nava yekîtiyê de ne. Ya rastî DYE xwe dispart encamên êrîşên ku berê kiribû û serê wê gêj bibû, hevalbendên xwe yên NATO’yê li aliyekî hiştiye û bi hişmendiya ku wê her kes serê xwe li ber min deyne dest bi êrîşê kiriye. Bertek nîşanî vê yekê dan. Li hemberî şerê Îranê yê bi vî şêweyî derketin. Bi şerekî vî rengî guhertina rejîma Îranê rast nedîtin. Vê yekê ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst a ku ew jî di nav de ne, zirar dîtin. Di aliyê sîstemê de talûke dîtin û ev bû rewşeke nû.
Ev tiştekî derbasdar e?
Ev ne derbasdar e. Heta niha DYE, Îsraîl û Îngiltere bi hev re dimeşandin. Îngiltere ev sîstem avakiriye. Îngiltere hişt ku bibe kûrewî. DYE ji Îngiltereyê dewr girt û sîstema Îngiltereyê berdewam dikir. Niha wê wekî sîstema DYE’yê guherand. Îngiltere vê qebûl nake. Ji ber vê yekê Îngiltere ji Yekîtiya Ewropayê derketibû. Niha dibêjin ku dîsa nêzîkî Yekîtiya Ewropayê dibe. Ewropa tiştên xwe derdixîne holê. Ev tişt qewimî. Şerê Îranê rê li ber vê vekir. DYE bi şerê Ûkraynayê ya bi rêya NATO’yê re di şerê li hemberî Rûsyayê de bandora xwe ya li Ewropayê winda kir. Hem jî di serî de Îngiltere. Îngiltere avakarê sîstemê ye. DYE bêyî Îngiltereyê wê çawa bimeşîne, ne diyar e. Ev yek derxist holê ku sîstema kapîtalîst ne du bendberî ye, pir bendberî ye û hem jî nakokiya Îngilîz û DYE’yê derxist holê. Ji niha û pê ve wê bandorên vê yekê bê dîtin. Yanî wê bêhtir bi nakok be. Ev rewş ji bo gelan, hêzên demokratîk û jinan dikare bêhtir zemîna xwe rêxistinkirin û têkoşînê ava bike. Ji bo derbaskirina sîstema modernîteya kapîtalîst, wê bêhtir derfetê bide pêşxistina têkoşînê. Dîtina vê yekê girîng e. Belê wê gelek hêz di nav xwe de nakokiyan bijîn. Mesela bi rastî êrîşên DYE û Îsraîlê wekî kapîtalîzma hov hat pênasekirin. Êrîşeke bê ser û ber bû. Êrîşeke ku tu pîvanan nas nake pêk hat. Êrîşeke ku mîna hêza me ya teknîkê heye wê her kes teslîmî me bibe pêk hat. Êdî pêşiya vê tê girtin. Ev ji Xezeyê dest pê kir û heta Îranê berdewam kir. Ev êrîş êdî bû lûtkeya êrîşê. Wê ji vê bêhtir paşve biçin. Wê pevçûnek mîna vê dernexin holê. Em ê êdî geşedanan di vê çarçoveyê de bimînin. Êdî nêzîkatiyên yek an jî du bendberî ne rast in. Bi dîtina pir bendberiyan re ji bo azadî, demokratîk û jiyana azad a gelan encam derxistin girîng e.
Belê 1’ê Gulanê nêz dibe. Em ê bi taybetî di demek wisa de li qadan jinan, karkeran, kedkaran, ciwanan û gelan bibînin. Di rewşa şer di divê çawa nêzîkî 1’ê Gulanê bibin?
Di serî de 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran li karkeran, kedkaran, jinan, ciwanan, gelê me û dostên me pîroz dikim. Ev 1’ê Gulanê girîng e. Her tim 1’ê Gulanê girîng bûn. Bi rastî em lê binêrin, Yekîtiya Sovyetan hilweşiya, gelek dewletên ji xwe re digotin sosyalîst hilweşiyan, partiyên ji xwe re digotin sosyalîst û komînîst hilweşiyan, belav bûn, biçûk bûn û bandora wan nema. Lê 1’ê Gulanê ma û jiya. 1’ê Gulanê ji pîrozbahiya xwe tu tişt winda nekir. Divê mirov vê rastiyê bibîne. Demekî 1’ê Gulanê bi temamî bi wan ve ne girêdayî ye. Belê di nav wan de bû lê taybetmendiyên wê yên cuda hene. Ne rewşekî ku bi dewlet û desthilatdariyê re girêdayî ye. Girêdayî têkoşîn û şehîdan e. Girêdayî karker û kedkaran e. Bûye tevgera çînê. Ne tevgera partî yan jî dewlet û desthilatdariyê ye. Ne partiya sosyalist e. Tevgera mirovan a sosyalist e, tevgera kedkar û karkeran e. Tevgera hişmendiya sosyalist e. Ji ber vê yekê her tiştê girêdayî dewlet û desthilatdariyê hilweşiya, belav bû, lê tişta bi girêdayî gel, kedkar û karkeran hilneweşiya.Em vê yekê bibinin, ji ber ku pir girîng e. Divê em 1’ê Gulanê wiha fêm bikin. Divê em 1’ê Gulanê wekî yek jî nirxên sosyalist ên herî mezin bibinin û xwedî derkevin. Ev yek jî palpiştên bingehên ê sosyalîzma demokratik e. Sosyalîzma demokratik vê dîrokê esas digre. Divê em vê rastiyê bibinin. Yek jî girîngiya 1’ê Gulanê, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an xwedî lê hat derketin. Weke ku referandûma wê bangê hat kirin. Belê bang di dawiya Sibatê de hat kirin, par jî Adar, Nîsan û Gulan hat jiyîn, lê ne bang ne jî pêvajoya ku ew rê lê vekir, ji aliyê mirovan ve zêde nehatibû fêmkirin. Kêmaniya têgihîştinê hebû. Nêzîkatiyên teng hebûn. Cewhera wê zêde nehat dîtin. Weke netêkoşînkirinê hate fêmkirin, mirov ne rehet bûn. Ev yek di civaka Kurd de, di jinan de jî çêbû. Di hêzên sosyalist de çêbû, di dostên me de çêbû. Her kes pirs kir bê ka çi dibe? Ev ne tîştekî xirap bû. Wisa be tê dîtin ku meşekî çav girtî tune ye, meşekî bi hişmend heye, meşekî bi îrade heye. Dilsoziya bi Rêber Apo re, ne girêdanbûna bi berjewendî û derfetekî ye, girêdanbûna bi armancekî re ye, girêdanbûna bi jiyana nû re ye. Ev zehmet jî be, bi dayîna ber çav, girêdanbûna armancê îfade dike. Ew rewş, vê yekê eşkere kir. Divê lome nekin. Em ketin sala duyemîn a bangê. Adar, Nîsan û Gulanê bi tevahî salekî derbasbûyî, jin, Kurd, hêzên sosyalist û çep, gel, mirovahî di çi astê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û li ser vê bingehê manifestoya Rêber Apo fêmkiriye, çalakiyên di biharê de hatin kirin, nişan da. Me dî serî de got ya referandûmek çêbû. Referandûma Banga Aştî û Civaka Demokratîk bû, 8’ê Adarê referandûma jinan bû, Newroz referandûma Kurdan bû. 1’ê Gulanê jî referandbûma karker û kedkeran e, dibe ku bibe referandbûma çep û sosyalist e, referandûma mirovahî. Wê bibe nîşaneya ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk û manifestoya wî ku li ser vê bingehê hat pêşxistin, çiqas hatiye fêmkirin. Ji ber vê yekê girîng e. Em wekî tevger girîngiyê didin. Jin, ciwan û Kurd girîngî didinê û divê wisa jî be. Çiqas girîngî bi 8’ê Adarê û Newroza 2026’an dabin, divê ewqas girîngî bi 1’ê Gulanê bidin. Di vê 1’ê Gulanê de jî referandbûma jin û Kurdan, biguherînin referandbûma sosyalîzma demokratîk. Divê ji bo ku veguherînin referandûma mirovahiyê kar bikin. Li ku derê bibin bila bibin, Kurd, jin û ciwanan divê wekî 8’ê Adarê û Newrozê xwedî li 1’ê Gulanê derkevin û qadan tijî bikin. 1’ê Gulanê li ser bingeha hebûn û azadiya Kurdan, azadiya jinan, wekî ceja bingehîn a sosyalîzma demokratik pîroz bikin û wekî roja têkoşînê bi bîr bînin. Çawa di 8’ê Adarê û Newrozê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şert û mercên xebîtîna azad qiriyan û xwedî lê derketin, di 1’ê Gulanê de jî divê di heman astê de xwedî lê derkevin. Ya rast ev e. Me çiqas sosyalîzma demokratik ku xeta veguherîna hebûnê ji bo azadiyê ye fêm kir, çiqas xwedî lê derdikevin, wê di 1’ê Gulanê de bê dîtin. 1’ê Gulan wê bibe nîşaneya vê. Helbet wê her tiş bi pîrozkirina rojekî re nebe, lê ew jî girîng e. Em dibêjin referandûm yanî bibe rewşekî ku her kes bibine. Yek jî êrîşên hovane hene, şer hilweşînê tîne ji bo her kesî. Li Îranê, li Libanê, 35 sal in li her derê Rojhilata Navîn çêbû. Kurd vî şerî her zêde jiyan kirin. Hemû gelên Rojhilata Navîn jiyan dikin. Jin, zarok, mirovahî di rewşa hilweşîner de ne. Hemû nirxên ku ew afirandine, tune dibe. Li aliyê din, di vê nuqteya ku em hatine de, pergala modernîteya kapîtalîst tenê wiha êrîşî mirovan nake, êrîşî xwezayê ku dergûşa wan e dike. Xwezayê jî ji qirkirinê derbas dike. Li Kurdistanê jî, li her derê jî wiha ye. Yanî niha li cîhanê êrîşekî wekî talana endîsturalîzmê di tu demên dîrokê de nebû. Mirovahî qet ew qas bi dergûş û xwezaya xwe re nakok nebû, biyanî nebû û dijber nebû. Yanî hat vê astê. Rêber Apo got ji bo zêra kulmek çiyayekî mezin tune dikin. Xwezayê tune dikin, hawirdorê tune dikin, bingehên jiyanê tune dikin. Têgîhiştina ekolojik girîng e. Rêgeza bingehîn a sosyalîzma demokratik bi azadîxwaziya jinê, civaka exlaqî û polîtîk, civaka demokratik re ekolojiya civakî, hevsengiya bi xwezayê, xwedîderketina nirxên xwezayê, nehiştina xirakirina xwezayê û veguherdina vê ji bo hişmendî û çalakiyê ye. Rêber Apo got ku têgihiştina herî bingehîn a azadiyê, têgihiştina ekolojik e, têgîhiştina jiyana bi hevseng a xwezayê re ye, hemû têgihiştinên azadiyê yên mirovan di serî de azadîxwaziya jinê, ji ber vê têgihiştina azadiyê ye. Pê re hevseng e, li ser bingehê wê ye. Ji ber vê yekê, di vê 1’ê Gulanê de jî li dijî êrîşên xirakirina xwezayê divê bi têgihiştina ekolojîk xwedîderketinek çêbibe. Divê 1’ê Gulanê veguhere têgihiştina vê jî. Ji ber vê yekê jî pir girîng e. Li her derê Kurdistanê, Tirkiyeyê rabûnên li dijî HES’ê hwd. hene. Di asta herêmî de, gundî, jin, mirov li ber xwe didin, lê nikarin asteng bikin. Divê li dijî êrîşa pergala desthilardar û dewletê, bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin û li ser lingan bimînin. Divê têkoşîn bê kirin. Divê 1’ê Gulan bibe roja ku em van hemû pêk bînin û xwedî lê derkevin. Heja ye ku van wateyan hemû hilbigire, ev hez û taybetmendiya wê heye. Di dîroka nêz a hatî jiyankirin de, dema ku gelek nirxên sosyalîzmê ket rewşeki dûrketinê, 1’ê Gulanê berovajî her tim li ser piyan ma. Her tim di têgihiştina karker, kedkar û gelan de ma, her tim xwedî lê hat derketin. Wekî roja têkoşînê, wekî cejna kedkaran hat pîrozkirin. Em di wê baweriyê de ne ku di 1’ê Gulanê de ev têgihiştin xurtir bibe, di heman demê de xwedî li pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk were derketin. Ez li ser vê bingehê carek din 1’ê Gulanê li her kesî pîroz dikim.

