Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûarîn bi şertê kontrola edlî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonay Mengutay a piştî 30 salan hate berdan: Em hemû beşek ji pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Die Linke Schwerdtner: Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû divê bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye
Kurdistan

KCK: 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û got, "Ev zayîn ji bo gelê Kurd jinûve vejîn e, ji bo gelên Rojhialta Navîn jî hêviya jiyana demokratîk e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêber Apo ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye û got, “Gelê Kurd, jin û ciwan sekna xwe ya bi coş, bi hêvî û bi biryar a ku li qadên Newrozê û li meşa Amarayê nîşan dan, di nava salê de wê bigihînin asteke bilind a çalakiyan û hêza rêxistiniyê ya hîn xurt. Weke tevger em ê jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin bingeha têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jin û ciwanan, her wiha dostên hêja dikin ku beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, li ser vê bingehê rêxistiniyê xurt bikin û çalakiyên demokratîk hîn bi bandor bikin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di serî de em 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, jinan, ciwanan, li gelê xwe, hemû gelan, dostan û li tevahiya cîhana demokratîk pîroz dikin.

Em careke din hevrê Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan şehîdên 4’ê Nîsanê ku sembolên ciwan ên dilsoziya bi Rêber Apo re ne, bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin.

Em meşvanên Amarayê yên ku di şexsê Rêber Apo de berê xwe dane nirxên demokrasî û azadiyê û hemû kesên ku beşdarî çalakiyên demokratîk bûne silav dikin.

Gelê Kurd heta rabûna Rêbertî, mehkûmê çarenûsa qirkirinê bû ku timî dubare dibû. Rastî qirkirina çandî û fîzîkî hatibû û ji rastiya xwe ya dîrokî biyanî bibû. Li ser esasê siyaseta înkar û tinekirinê ya li Kurdistanê dihat meşandin, ji bo Kurdan jiyaneke tenê di nava sînorên biyolojîk de hatibû dayîn û ev jî bi şertê înkarkirina nasnameya xwe ya çandî bû. Navê welat û çanda Kurdan jî ji dîrokê hatibûn rakirin. Di vê wateyê de jidayikbûna Rêber Apo temsîla ji nû ve vejîna hebûnî ya Kurdê ku navê wê jî dihat xwestin ji dîrokê were jêbirin. Tê wateya welatê me Kurdistanê bi roja xwe re carek din hevdîtin kiriye. Ji ber vê yekê, 4’ê Nîsanê ji dayikbûna Rêber Apo mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ya sed salî ye.

Bi rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê re li Kurdistanê dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Dîrokeke nû ya hebûn û azadiyê bi têkoşîna azadiyê ya Kurd a ku bi pêşengiya Rêber Apo re dest pê kir, hat nivîsandin. Rê li ber serdemeke nû ya jin û gelan, civaka demokratîk vekir. Ji bo vê jî gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd di 4’ê Nîsanê de wateyên kûr li vê rojê bar dikin. Gelê me tevî jin û ciwanên xwe, 4’ê Nîsanê ji bo xwe weke roja ji nû ve jidayikbûnê pênase dike û li ser vê bingehê li her devera lê dijî xwedî li vê rojê derdikeve û pîroz dike. Rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibîne. Dibêje “Rojbûna te rojbûna me ye.” Rastiya ku gelê me wateyên bi vî rengî yên kûr bi 4’ê Nîsanê ve girê dide û li her cihê lê ye pîroz dike, gav bi gav dibe nirxekî civakî yê hevpar.

Civaka Demokratîk û Vejîna Kurdê Azad ku bi rojbûna Rêber Apo re destpê kirî, di heman demê de tê maneya vejîna çandî, olî û nasnameyî ya gelên din ên li Rojhilata Navîn. Ev rastiya ku Kurd dijîn, bi rastiya dîrokî û civakî ya gelê me re dibe yek. Yê ku ev ruh û çanda jiyana bi hev re û xwişk-biratiyê gelê me ya civakî û dîrokî derxist holê Rêber Apo bû. Ev ruhê aştî û xwişk-biratiyê ku di dîrok û jiyana gelan de hebû, bi saya Rêber Apo li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bû. Li dijî zivistanên reş ên ku ji aliyê dewletên netewe ve hatine avakirin, îro ev ruh û têgihiştina civakî û çandî ya dîrokî ku weke civaka demokratîk û avakirina neteweya demokratîk di pêşengiya gelê Kurd de pêş dikeve, xurttir dibe.

Gelê me niha berê xwe daye armanca azadiyê ya Rêbertî. Rojeva wê ya herî sereke ev e. Gelê me êdî dixwaze Rêber Apo bi rengekî fîzîkî di nava xwe de bibîne. Di her firsendê de biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna demokratîk a vê armancê tîne ziman. Ji xwe ev rastî herî dawî li qadên Newrozê yên bi coş ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Ev daxwaz û îradeya gelê me ku êdî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve pêkan bûye, divê ji aliyê muxataban hemûyan ve bê dîtin û rast bê nirxandin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a sed salî û çareseriya pirsgirêka Kurd jî demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê ye.

Gelê Kurd, jin û ciwan sekna xwe ya bi coş, bi hêvî û bi biryar a ku li qadên Newrozê û li meşa Amarayê nîşan dan, di nava salê de wê bigihînin asteke bilind a çalakiyan û hêza rêxistiniyê ya hîn xurt. Weke tevger em ê jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin bingeha têkoşîna xwe û bi vê perspektîfê bixebitin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jin û ciwanan, her wiha dostên hêja dikin ku beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin, li ser vê bingehê rêxistiniyê xurt bikin û çalakiyên demokratîk hîn bi bandor bikin. Her wiha em bang li her kesî dikin ku li ser bingeha perspektîfa civaka ekolojîk a Rêber Apo li her derê şitlê daran biçînin û derdorê şîn bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî û AKP’ê piştî deh salan serdana hev a ji bo cejnê kirin
Nûçeya Pişt re Banga ji bo Festîvala Çandê ya Dersimê li Ewropayê: Em mîna Mûnzûrê biherikin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi sê moşekan êrîşî Şamê kirin

Bi 3 mûşekan derdora bajarokê Beyt Cin ê başûrê rojavayê Şamê hat bombebarankirin. Der barê…

Ji aliyê Stêrk TV

Marcelli: Ji bo Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe divê azad bibe

Ji heyeta Ewropî ya ku dixwaze hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?