Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hakki Boltan ji ber rexneya li Erdogan hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Çarşema Serê Nîsanê pîroz be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Komkujiya Enfalê navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ji bo pêvajo bi ser bikeve, şertê esasî azadiya Rêber Apo ye
Kurdistan

KCK: Ji bo pêvajo bi ser bikeve, şertê esasî azadiya Rêber Apo ye

KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek weşand û anî ziman ku ji bo pêvajoya heyî bi serketinê encam bibe, şertê esas azadiya Rêber Apo ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe, wê ji cîhana me ya îro re encamên bi bingehînî biafirîne û ji bo ku ev pêvajo bi serketinê encam bibe, şertê esasî azadiya Rêber Apo ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji bo afirandina vê rewşa dîrokî di serî de gelê Kurd em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, mirovahiya pêşverû, her kesê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze bi pêş bixe û li dijî hêzên ku dixwazin vê yekê asteng bikin helwestê raber bikin û hîn zêdetir têbikoşin.” Hate destnîşankirin ku hêzên rola wan di komployê de heye, divê dest ji vê helwesta xwe berdin û li hember îradeya gelê Kurd rêzdar bin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Li ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo re 26 sal derbas bûn ku di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girt. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi esareta Rêber Apo bi encam bû, ji ber şêwazê pêkanîna wê û armancên wê bûye yek ji êrîşên herî nemerdane ya dîroka mirovahiyê. Em Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêber Apo de pêk hat û di cewherê xwe de dixwaze gelan li dijî hev rake û hukmê sîstema modernîteya kapîtalîsta li Rojhilata Navîn bidomîne, careke din bi tund û nefret şermezar dikin. Şehîdên me li dijî vê komploya herî nemerd a dîroka mirovahiyê bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêber Apo xeleka ji agir çêkirin û sekna herî bi rûmet a dîroka mirovahiyê raber kirin. Em van şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bi tîr tînin. Di şexsê wan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û li ber bîranînên wan ên binirx bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Tevî ku nîv sed sal li ser derbas bûye, hîna jî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê weke yek ji bûyerên herî girîng a divê were fêmkirin e. Heta ku Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê neyê fêmkirin, ne li Rojhilata Navîn ne jî li cîhanê tiştên qewimîne rast nayê fêmkirin. Dema mirov li hêzên ku di vê pêvajoya ku bi esareta Rêber Apo encam bûye de rol lîstine dinêre, ev rastî derdikeve holê. Em ji hêzên kapîtalîzmê yên gerdûnî yên mîna DYE’yê bigirin heta kesan, gelek hêzan di Komploya Navneteweyî de cih girtine. Bê guman ev rewş bi geşedanên bi saya Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re eleqeder e. Di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de statukoya Rojhilata Navîn bi peymana Skyes-Pîcot hate dîzaynkirin. Yek ji lingên herî girîng a statukoya Rojhilata Navîn, parçekirina Kurdistanê û qirkirina Kurd e. Heta derketina PKK’ê û pêşketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, sîstema modernîteya kapîtalîst ev plan xistiye meriyetê. Lê belê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ev plan pûç kiriye. Bi vî rengî bingehê statukoya sed salan a li Rojhilata Navîn hejiyaye û kes nikare bidomîne. Krîza sîstema yekperest û netew-dewlet a qirker a Rojhilata Navîn û hişyariya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn, bi vî rengî destpê kiriye.

Rojeva jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, encameke vê geşedana dîrokî ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst ên ku nikarin statukoya heyî hîn zêdetir bi rêve bibin, jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn xistiye rojeva xwe. Ev pêvajo hîna di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de didome. Lê belê mîna îro, di vê dema dîrokê de jî hêzên modernîteya kapîtalîst dema Rojhilata Navîn jinûve dîzayn kirine, daxwazên azadî û demokrasiyê yên gel esas negirtine, berevajî berjewendiyên kapîtalîzma gerdûnî esas girtine. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe asteng dîtiye, xwestiye vê yekê tune bike. Komploya Navneteweyî bi vê armancê ketiye dewrê. Ji vir jî bi eşkere tê dîtin ku bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê têkoşîna azadiyê ya gelan û hêviya Rojhilata Navîn a demokratîk, hatiye hedefgirtin.

Rêber Apo tiştên îro diqewimin, di wê pêvajoyê de dît û biryar da ku pirsgirêka Kurd ji zemînê şer derbixe, pêşiya siyaseta demokratîk veke û bi vî rengî ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk û ji bo têkbirina lîstoka gerdûnî, xwest biçe Ewropayê. Rêber Apo li aliyekî fikirî ku kevneşopiya demokratîk a Ewropayê wê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bike û li aliyê din jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê ji bo Ewropayê jî bibe rêyeke derketinê. Lê belê weke tê zanîn geşedan li gorî xwesteka Rêber Apo neqewimîne. Li hemberî kûrahî û çarçoveya komployê, hêzên demokratîk lewaz ketine û sekneke ku komployê pûç bikin, raber nekirine. Bi nebesiyan re xiyanetên mezin jî hatin kirin û ev pêvajoya bi esareta Rêber Apo bi encam bûye.

Di pêvajoya 26 salên ku bi têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî derbas bûye de, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê geşedanên girîng hatine afirandin ku wê berê dîrokê biguherin. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li dora fikrên nû yên ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xistine, jinûve ketine pêvajoya sazkirinê. Li ber ronahiya paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk, zihniyet guhertiye, her cure zihniyeta dewletparêz û desthilatdar lêpirsîn kiriye û şoreşa zihniyet, wijdan û çandê jiyan kiriye. Bi vê hêza zihnî û moralê piştgiriya jinan, gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê qezenc kiriye û bûye hêviya wan. Bi vî rengî kariye Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku yek ji komployên herî tarî û herî nemerdane ya dîrokê ye, rawestîne û pûç bike.

Pêngava Azadiya Gerdûnî ya 10’ê Cotmeha 2023’yan hatî destpêkirin, ji bo pûçkirina Komploya Navneteweyî roleke pir girîng û dîrokî lîstiye. Li dijî plana tarî û nemerd a hêzên kapîtalîst, gelên cîhanê û hêzên demokratîk ên cîhanê îtîraz kirin. Ji vî alî ve ev pêngav pir bi wate bûye û encamên dîrokî afirandiye. Di encama têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî de ku ev têkoşîn bi Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re gihiştiye lûtkeyê, komplo tenê nehatiye pûçkirin, di heman demê de li dora paradîgmaya Rêber Apo ji bo afirandina jiyana demokratîk gavên destpêkê hatine avêtin. Bi vî rengî em dikarin bêjin ku tarî têk çûye û ronahiya rokê derketiye. Roja ku wê jinûve çêbibe, wê me hemûyan ronî bike û germ bike.

Raya giştî dizane ku di salvegera 26’an a komployê de Rêber Apo dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Ev demek dirêje Rêber Apo ji bo şer bide sekinandin û pêşî li siyaseta demokratîk veke, hewldaneke mezin raber dike. Lê belê em dizanin ku ev hewldanên Rêber Apo her carê ji aliyê hêzên dijberê demokratîkbûn û azadiyê ve tê astengkirin. Niha li Rojhilata Navîn di pêvajoyeke ku hevsengî hatine guhertin û jinûve avakirin tê nîqaşkirin de, Rêber Apo înîsiyatîf girtiye û ev yek potansiyelekê digire nava xwe ku wê li gorî berê hîn zêdetir encam bigire. Jixwe weke tê dîtin mudaxileyên hêzên modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn, geşedanan naafirîne. Tam berevajî weke mînaka li Xeze û Sûriyeyê, rê li ber êşên hîn mezintir û pirsgirêkan vedike. Aktorê herî cidî û amade ku derketina ji van pirsgirêkan pêk bîne, Rêber Apo ye. Çi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna şerê li Kurdistanê, çi jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, modela netewa demokratîk a Rêber Apo rêbaza çareseriyê ya herî îdeal e. Dîsa jiyana modernîteya demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, modela herî rast a jiyanê ye ku asoyeke nû bi sosyalîzmê da vekirin û jiyaneke azad û demokratîk muhtemel dike. Em dikarin li vê binêrin û bêjin ku ji bo serketina pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe, di roja me ya îro de wê encamên bi kok derxîne holê. Hem li Rojhilata Navîn, hem jî li cîhanê wê pêvajoya avakirina civaka demokratîk destpê bike. Bê guman ji bo ev pêvajo bi serketinê bi encam bibe, şertê esas azadiya Rêber Apo ye. Bi vê zanebûnê divê têkoşîn were mezinkirin û Rêber Apo li navenda vê cih bigire.

Ji bo afirandina vê geşedana dîrokî di serî de gelê Kurd em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, mirovahiya pêşverû, her kesê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe û li dijî hêzên ku dixwazin vê yekê asteng bikin helwest raber bikin û hîn zêdetir têbikoşin. Em li vir careke din diyar dikin ku hêzên rola wan di komployê de heye, divê dest ji vê helwesta xwe berdin û li hember îradeya gelê Kurd rêzdar bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayên HPG’ê gelên Kurd û Ereb ên li Tişrînê li ber xwe didin silav kirin
Nûçeya Pişt re Girtiyên PAJK û PKK’yî: Em her derê bikin qada berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

Polîsan êrîşê girseya ku li Mûşê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan a li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana şîna Şehîd Hasan Qerejdax kirin

Ji bo gerîlayê HPG'ê Hasan Qerejdax ê ku duh şehadeta wî hat ragihand, li Xana…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelîl: Sûriye di nava valatiyekê de tê hiştin, ev rê ber bi şerê nû ve dibe

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku desthilatdariya salekê ya HTŞ'ê Sûriye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?