Dersim bi salan e yek ji navendên ku polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bi tundî lê têne meşandin e. Tora tiryakê ya ku ciwanan hedef digire û çeteyên ku ji ber bêcezatiyê mezin dibe û doza Gulistan Doku ku ji 6 salan zêdetire nehatiye çaresernekirin wekî encamên polîtîkayên ku li bajêr têne meşandin têne dîtin. Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk Zeynel Kete derbarê miarê de ji ANF’ê re axivî.
Kete diyar kir ku di salên destpêkê yên komarê de, bi taybetî di pêvajoya ku bi Destûra Bingehîn a 1924’an re Kurd, Elewî û Şafîî wekî welatiyên miteber nehatin dîtin û got, “Dersim ji hêla avaniya etnîkî, ziman, bawerî û çandê ve li gorî bîrdoziya fermî nebû. Zimanê fermî Tirkî bû û têgihîştina serdest netewe-dewletê Tirk bû. Lê Dersim cuda bû. Dersim xwedî çandeke ku bi hezaran salan e bi baweriya Rêya Heq a Elewî ve girêdayî bû û nasnameya wê Kurd bû. Nasnameya wê hebû. Ji ber vê yekê ji aliyê têgeha netewe-dewletê ve Dersim cuda bû. Ziman, çand, bawerî û avaniya wê ya etnîkî bi têgihîştina serdest re li hev nedikirin. Ji ber vê yekê difikirîn ku divê were kontrolkirin.”
‘JIN Û CIHÊN PÎROZ ÊN DERSIMÊ HATIN ARMANCKIRIN’
Kete anî ziman ku polîtîkayên li dijî Dersimê tenê bi destwerdanên fîzîkî ve sînordar nebûn û wiha domand: “Di raporên Dersimê de planên destwerdana li dijî cihên pîroz ên Dersimê, pîrên wê, ocaxên wê û rûspiyên wê hebûn. Her wiha di raporên Dersimê de gotina ku jinên Dersimê biçûkbixin û wan ji rûmeta mirovan dûr bixin hebûn. Heta di wêjeya serdema destpêkê ya komarê de jî têgihîştina biçûkxistin, wêrankirin û bêqîmetkirinê hebû. Ev polîtîka heta roja îro jî berdewam dike. Dersim bi komkujiya 1938’an teslîm negirtin. Piştî vê yekê dewletê polîtîkayên qirkirina çandî xist meriyetê.”
‘BI QIRKIRINA FÎZÎKÎ TESLÎM NEGIRTIN, KONSEPTA QIRKIRINA ÇANDÎ DEST PÊ KIR’
Kete anî ziman ku polîtîkayên li dijî Dersimê bi demê re guherîne û konsepta qirkirina çandî bi taybetî li ser jin û zarokan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Bi ketina sedsala duyemîn a komarê re bi Komkujiya Dersimê ya sala 1938’an de dest pê kir re Dersim bû yek ji kelehên dawîn ên civaka demokratîk, civaka razî ya li dijî modernîst a kapîtalîst û ji ber vê hedef hat girtin. Dersim hîn jî danahurîne û qebûl nake. Ji ber ku li Dersimê heqîqet qedîm e. Ne nû ye. Lêgerîna bi hezaran salan a heqîqetê heye.
Li Dersimê dema ku her giyan bi heqîqeta dîroka xwe, bawerî û çanda xwe re îqrar dibe wê demê bi nirxên xwe yên neteweyî yên azad û Kurdbûna xwe jî re îqrar dibe. Ji ber vê yekê xwestin serî li Dersimê bidin tewandin. Lê tevî hemû projeyan û qirkirinên fîzîkî yên civakî jî dersîm dîl negirtin.
Li ser vê yekê konsepteke nû dest pê kir: konsepta qirkirina çandî. Mîna ku di mînaka Sîdîka Avar de tê dîtin, di dema Komkujiya Dersimê de jin û zarokên ciwan ên Dersimê birin sêwîxaneyên Elezîzê, li wir bi çanda serdest a Tirkî re mezin bûn û piştre wekî hêmanên asîmîlasyonê şandin gundên wan. Pirsgirêka keçên winda yên Dersimê parçeyeke vê yekê ye. Polîtîkayên bi taybetî li dijî jinan hebûn û ev polîtîka heta niha jî berdewam kiriye. Lê gelê Dersimê li dijî vê yekê jî li ber xwe daye.”
Zeynel Kete diyar kir ku polîtîkayên roja îro şêweyeke hîn demdirêj girtiye û got, “Fihûş, tiryak, populizm, çanda girseyî, dûrketina ji heqîqeta dîrokî, ji baweriya xwe şerm kirin… Hewl tê dayîn ku girseyeke welê were afirandin ku ji dîrok û koka xwe dûr bikeve. Dersim navê bîr, ziman, çand, heqîqet, berxwedan û hişmendiyekê ye. Civakek bi rengekî herî xurt dikare xwe bi hişmendiya xweparastinê biparêze.”
‘DOSYAYA GULISTAN DOKU HÎNA NEHATIYE RONÎKIRIN’
Zeynel Kete bilêv kir ku piştî windabûna Gulistan Doku, dosya nehatiye ronîkirin û got, “Li gorî qanûnên heyî, dewlet neçar e ku ciwan û welatiyên xwe di aliyê ruhî, zihnî û bedenî de biparêze. Ev qûraleke zagona bingehîn e. Gulistan Doku jin û ciwaneke Kurd e û ji bo xwendina zanîngehê hatiye Dersimê. Îdîa hene ku nêzî destê 30 kesan di bûyera Gulistan Doku de heye.”
Zeynel Kete destnîşan kir ku di dosyayê de divê tenê mekanîzmayên ewlekarî û edlî na, çêkera îdarî, sîstema tenduristiyê û saziyên din jî bên lêpirsînkirin.

