Ji bo parastina jîngehê pêwîstî bi şoreşekê heye li dijî wan şîrket, kargeh û fabrîkayan ku bi awayekî berdewam klîmayên mezin dixin nav bazarê. Ev amûr odeyan hênik dikin, lê belê derve dişewitînin. Tu yek ji van amûran wisa nehatiye çêkirin ku zerarê nedin jîngehê. Mirovên vê serdemê yên xweperest û xwehez li şûna ku hênikiya siruşt û jîngehê biparêzin, jîngeh û daristanan ji agir biparêzin, her tiştî ji bo xwe û li dijî jîngeh û jiyanê bi kar tînin. Ji bo ku em bizanin bandora van amûran li ser pîsbûn û germbûna dinyayê çawa ye, em dikarin wan rojekê vemirînin û roja din ku hatin vêxistin, em dikarin pileya germiyê berawird bikin da ku em bizanin em di şewitandina jîngehê de roleke çawa dilîzin. Klîma dinyayê dişewitînin û şirketên ku li pey feydeyê ne, ev şewitandin ne xema wan e.
Mirovatî bi awayekî ji siruşt û ciwaniyê dûr ketiye ku ji bo wê tenê ya girîng ew e ku di nav çar dîwarên mala xwe de germa tune be û wekî din çi dibe bila bibe. Roj bi roj ev amûr zêdetir dibin û zêdetir pêş dikevin. Çêkirina vê hemû germayê ji bo derve wisa dike ku jîngeh û siruşt jî nêzîkî mirinê bibin. Gelo sed salên din çawa dibe? Divê em ji niha ve li bersiva vê pirsê bigerin.
Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî. Ev jîngeha çêkirî jîngeheke sexte ye û bi nexweşiyan tijî ye. Hewaya hênik li deşt, çem, robar û çiyayan e. Klîmayan vemirînin û biçin derve nav siruştê, hewaya pak û hênik hilmijin, mirovatiyê ji şewitînê biparêzin. Ev yek tekane rê ye ji bo ku jîngeh dîsan bikeve ser pêyên xwe û dîsan giya, dar, ber û baxçe hest bi hebûna xwe bikin û hewaya neçêkirî û neguhertî hilmijin. Berjewendî ne di wê yekê de ye ku şîrket çi qas pere qezenc dikin û dikarin çi qas dolar kom bikin, berjewendî di wê yekê de ye ku mirov ji nexweşî û jîngeha wêran bê dûrxistin. Dinya bi wan keresteyan hatiye dagirtin ku roleke wan a metirsîdar li ser xerabkirina siruştê heye. Lewma pêwîst e em her kes li ser çareseriyekê bifikirin. Em hest bi berpirsyariyê bikin li hember mirovatî û jîngehê. Ev yek şerê navbera berjewendiya giştî û monopolîzmê ye. Di vê mijarê de çênabe ku hinceta me hebe, ji ber ku ev yek têkildarî siberoja neviyên me û hemû bûneweran e ku heta niha di mala cîhanê de dijîn.