Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Koordînasyona Ciwanan: Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin
Rojane

Koordînasyona Ciwanan: Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin

Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê li hemberî hewldanên hêzên derveyî Sûriyeyê her kes baldar be û got, “Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Sûriyeyê, têkildarê bûyer û geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Ciwanan, diyar kir ku herêma Rojhilata Navîn di qonaxeke mezin a dîrokî de derbas dibe û wiha got, “Ev herêm ji ber ku di gelek rastiyên dîrokî de, çi madî, çi manewî têr û tijî ye, di bin çavdêriya cîhanê de ye ku hemû hêzên herêmî û navneteweyî ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn hewl didin ku bi bandor bin. Armanc hêz û bandora xwe zêde bike. Hewl dide ku bi salan li ser desthilatdariyê bimîne. Eger mirov li ser rastiya dîrokê bêtir kûr bibe, em dê bibînin ku Rojhilata Navîn Dergûşa şaristaniyan û zayîna mirovahiyê ya ku ji bermayiyên cîhanê belav bûye. Lê tevî hemû tiştên ku me behs kirin jî, dewletên emperyalîst di van dused salên dawîn de bi pêşengiya Îngilîstan, Fransa û hevalbendên wan, bi Peymana Lozanê ya sala 1923’yan, bi armanca pêkanîna daxwazên xwe yên hevpar, netewa Ereban parçe kirin û kirin 26 dewlet û di nav xwe de parve kirin. Dewlemendiya li herêmê di gelek komkujî û binpêkirinên bi tundî û xwînê re derbas bû.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Di vir de pirsa girîng ew e ku çima van dewletan pêwîstî dîtin ku Rojhilata Navîn parçe bikin? Di bersiva vê pirsê de mirov dikare bêje ku tevî cudahiyên netewî, olî û baweriyê, gelan hebûna xwe bi avakirina konfederasyonên ku bingeha wan jiyana hevbeş bû, bi hev re rûbirûbûna li hember xeteriyên nêzîk û her cure dagirkerî û neheqiyê parastiye. Peyman û dîtinên taktîkî û stratejîk û dîrok bi eşkere behsa van peymanan dike û rastî û tijî tecrubeyên wiha ye. Lê bi dabeşkirina vê herêmê bi modela netew-dewletê re û bi xapandina ku ji bo her neteweyekê yekitiya xwe ava kirine, di vê tevgerê de ku di esasê xwe de nîşan dide ku armanca veşartî ya li pişt van parçebûnê kontrolkirin, dagirkerî û talankirin û bêparkirina gelan e ku xwe li gorî xwe û bi îradeya xwe rêve bibin.

Em wek ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ku di Konferansa Ciwanan a par li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat lidarxistin de li hev civiyan û bûn yek, em dixwazin çend rastiyan ji gel û dostên xwe re parve bikin:

Dewleta Tirk piştî rêkeftina Lozanê ya sala 1923’yan yekem netew-dewlet e û ajanê yekem ê Emerîka, Îsraîl û Îngilîstanê ye. Her tim ji bo xizmeta wan emperyalîstan tê bikaranîn, Divê em bi tundî li dijî dewleta Tirk rawestin, ji ber ku em bi teqez dizanin ku destên dewleta Tirk bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Xeze, Lubnan û Sûriyeyê heye û di encama van kiryaran de gelek keç û xortên gelên me kuştin. Em we agahdar dikin; bala xwe bidinê yekemîn welatê ku Îsraîl nas kir dewleta Tirk bû.

Erdogan ku hewl dide xwe weke dostê gelê Filistînê nîşan bide, di dema êrîşa li ser Xezeyê de jî ji bo berfirehkirina kontrola xwe û Tirkiyeyê, xetên bazirganiyê yên di navbera xwe û Îsraîlê de negirt. Ji bo vegerandina Împeratoriya Osmanî jî, her roj bi awayekî hovane û nedîtî êrîşên xwe yên li ser gelên herêmê zêdetir dikin.

‘EM KOMARA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Di van demên dawî de, piştî rûxandina rejîma Baas a dîktator, Erdogan û dewleta Tirk bi rêya çeteyên girêdayî dewleta Tirk ku îro êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û bi van hewldanan dixwazin Sûriyê bixin bin serweriya Tirkiyê û bi temamî dagir bikin. Êrîşên ji bo tasfiyekirina gelên li wir, gelê Elewî jî bi gelek binpêkirin û komkujiyan re rû bi rû maye.

Tiştekî em dixwazin ew e ku em Komara Sûriyeya Demokratîk ava bikin. Bêyî dewleteke hemwelatiyên jin û mêr, heya ku em nekevin pergala hêza demokratik a gelan em ji bermahiyên serdema Baas dernakevin.

Ji ber vê yekê em weke Koordînasyona Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê van pêkanînên li dijî gelên herêma xwe şermezar dikin û em ê ti carî qebûl nekin ku gel û baweriyan li Sûriyeyê bên tasfiyekirin. Pêwîste hikûmeta Sûriyê ya nû rê li ber van kiryaran bigire û eger wisa neke, wê ti cudahî ji Rejîma Esed tune be û ew jî bêîstîkrar be. Û divê em li ser niyeta desthilata Tirkiyê neyên xapandin, ji ber ku li pişt her nakokiyek navxweyî ye.

Divê gelê Sûriyê bizanibe ku sîstema dewleta Tirk a netewperestî dijminê hevparê hemûyan e û em tekez dikin ku tekane projeya ku li dijî van kiryarên netewperestî, olî û zayendî û zanistperestî radiweste, projeya demokratîk e ku rêzê li hemû ol û baweriyan digire û dihewîne. Bawerî û îradeya azad ji bo wan ava dike. Rê li ber avakirina civaka azad a demokratîk vedike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sala derketina taktîkî ya gerîlayên azadiyê: 2024
Nûçeya Pişt re Senator Savodelli hişyarî da Fransayê: Nabe ku em Kurdan tenê bihêlin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Agahiyên li ser nasnameya şehîdên Helebê hatin eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Helebê du endamên wan şehîd bûne.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tebqayê meş: Rêber Apo divê azad bibe

Li Tebqayê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de meşek…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê KANÛNA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Greenlandê hişyariya sondajê da şîrketa petrolê ya girêdayî Trump

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şerê Ûkraynayê: Êriş dewam dikin, windahiya sivîlan zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?