Xizmên Windayan û endamên Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ ku 31’ê Çileya 2009’an hate destpêkirin, di hefteya 801’emîn de domandin. Xizmên û parêzvanên mafan li ber Bîrdariya Yaşam Hakki ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê, hatin ba hev. Nûnerê herêmê yê ÎHD’ê Erol Saçakli li ser navê çalakvanan axivî û nerazîbûn nîşanî biryara berdana polîsên ku di doza Tahir Elçî de dihatin darizandin, da.
Di çalakiya vê hefteyê faîlên Vejdîn Avcil hatin pirsîn ku 12’ê Hezîrana 1994’an li navçeya Dêrik a Mêrdînê piştî hat binçavkirin êdî agahî jê nehat wergirtin û piştre hestiyên wî di gora komî de hatin derxistin.
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Ferfîn Elçî çîroka Vejdîn Avcil xwend.
ÊLIH
Endamên Şaxa Êlihê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di cara 637’emîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan lidar xistin.
Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Sînan Fîdan û Salih Çalik ku 6’ê Hezîrana 1994’an li navçeya Karaz a Amedê hatin ‘windakirin’, hate pirsîn.
Rêvebera Şaxê Melet Atalay çîroka Çalik û Fîdan xwend.