Li eyaleta Rîo Grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê di rojên dawî de ji ber barana dijwar, erd şimitî û lehî rabû.
Li gorî raporeke nû ya ku roja Pêncşemê ji aliyê rayedaran ve hat belavkirin, 29 kes mirin û 60 kes jî winda ne.
Walî Eduardo Leite got, li eyaleta ser sînorên Uruguay û Arjantînê “karesata avhewayê ya herî xirab” a ku heta niha hatiye dîtin.
Êvara Çarşemê li herêmê “rewşa karesatê” hat ragihandin.
Li vê herêma ku başurê welêt e, di karesatê de 154 cih û war bi bandor bûn. Li gor rapora dawî ya Parastina Sivîl, zêdetirî 10 hezar kes neçar mane ku malên xwe biterikînin, ji wan 4600 kes li stargehan hatine bicihkirin.
Di meha Adarê de pêleke germê li Brezîlyayê ket. Li Rîo de Janeîroyê di 17’ê Adarê de pêla germê gihîşt 62,3 pileyê.
Li gorî pisporan, germbûna gerdûnî her ku diçe tundî û pirbûna bûyerên hewayê yên giran ku li pey hev li vî welatê Amerîkaya Latîn diqewimin, zêde dibe. Ev rewş ji aliyê diyardeya avhewayê ya El Nîno ve zêdetir dibe.