Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li girtîgeha Sîncanê tecrîd, astengkirina tedawî û muameleya xerab
Rojane

Li girtîgeha Sîncanê tecrîd, astengkirina tedawî û muameleya xerab

Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan da zanîn ku li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya Sîncanê mafên tenduristiyê, azadiya xweîfadekirinê, agahîgirtin û mafên civakî tên binpêkirin û ev yek tên wateya binpêkirina qedexeya êşkence û muameleya xerab.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinan aşkera kir. Rapor, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate aşkerakirin. Endamê ÎHD’ê parêzer Bariş Barişik rapora lêkolînkirinê ya 12’ê Adarê aşkera kir û got ku girtî di şert û mercên tecrîda girankirî de tên ragirtin.

Barişik, diyar kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin, mafên civakî tên bisînorkirin û mafên azadiya xweîfadekirin û agahîgirtinê tên binpêkirin. Barişik, got ku di dema serdanan de bi girtiyan re yek bi yek hevdîtin tên kirin û binpêkirinên hatine tespîtkirin wiha rêz kir:

“*Bêyî cureyê cezayê û dema wê were nihêrtin, li tevahiya girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin mercên înfazê yên hikûmxwarên cezayê muebbeta girankirî tên ferzkirin.

*Girtiyan bi tena serê xwe dişînin hewşa girtîgehê, hewş hevpar nînin, odeyên din li blokên dûr in, saetên derketina hewşê bi awayekî derî mewzûatê tên bisînorkirin, piştî dinya tarî bû li girtîgehan her saetê carekê ronahî tên vêxistin, her serê saet hejmartin tê kirin, girtî di mercên tecrîdê de dibin hewşa girtîgehê û qedexeya êşkence û miameleya xerab tê binpêkirin.

*Qawîşên girtîgehan bi şêweyeke ku hewa û tav nekeve hundir hatine çêkirin, têlên ku têketina ronahiya tavê û hewayî asteng dikin bi pacan ve hatine xistin lewma rewşa girtiyan hêj girantir bûye, ev rewş ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve bandoreke neyînî li girtiyan dike û bi vê yekê re qedexeya miameleya xerab û êşkenceyê tê binpêkirin.

*Mîhat Ozturk ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ev 56 û Bakîcan Işik ev 112 roj in; li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê Alî Araci û Alî Hasan Akgul jî ev 51 roj in bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind di çalakiya greva birçîbûnê de ne.  

*Hat tespîtkirin ku sewqên girtiyên ên ji bo nexweşxaneyan qet nayên kirin an jî tên vehêlandin, bijîşkên revîra nexweşxaneyê birêkûpêk nayên, tedawiyên diranan nayên kirin, derman nayên peydakirin, daxwaza wan a xwarinên diyetê nayên pêşwazîkirin, di rewşên lezgîn de jî li şûna ambulansê girtiyan bi wesayîta rîngê dibin nexweşxaneyê, mercên neyînî yên wesayîtên rîngê û qawîşên girtiyan ên nexweşxaneyan hene, di wesayîtên rîngê de destên girtiyan tên kelemçekirin, ev yek jî bi xwe re binpêkirina mafê tenduristiyê tîne û binpêkirina qedexeya miameleya xerab û êşkenceyê ye.

*Hinek bijîşkên ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê çendek rojên hefteyê tên Nexweşxaneya Kampusê û xizmetê didin, bijîşkên kadroya wan li Nexweşxaneya Kampusê jî nayên lewma ev yek li pêşiya mafê xizmeta tenduristiyê dibe astengî û mafê tenduristiyê binpê dike, li Nexweşxaneya Kampusê 3 Polîklînîkên Diranan hene lê gelek nexweş nikarin tedawiya diranan bibin, ev rewş nayê qebûlkirin û binpêkirina mafê tenduristiyê ye.  

*Xwarinên tên dayin kêm in, bihayê tiştên kantînê giran e, tiştên kantînê bêqelîte ne, destûr nayê dayin kevçî, çetel û firaqên hesin bên bikaranîn lewma girtî ji neçarî yên plastîk bi kar tînin, ev rewş zorê dide girtiyan, bi vê yekê re mafên xwarinê û tenduristiyê tên binpêkirin.

*Pirtûk û nameyên bi Kurdî tên desteserkirin, tevî ku pirtûkên bi Tirkî qedexe nînin jî bi hinceta peyvên ‘fikaredar’ nayên dayin, bi vê sepana derhiqûqî re mafê agahîgirtin û azadiya xweîfadekirinê yên girtiyan tên binpêkirin.

*Mafê sihbetkirinê yê girtiyan bi qasî tê xwestin nadin bikaranîn, mafê wan ê atolyeyê tê binpêkirin, di hefteya hevdîtina vekirî de mafên atolye, spor û sihbetê nayên dayin û demek piştre ev yek nayê telafîkirin, astengkirina van mafan rê li ber îzolasyonê vedikin.

*Ji ber kamerayên li odeyên 3 kes tê de dimînin, mafê jiyana taybet ê girtiyan tê binpêkirin.

*Li dijî pirsgirêkên li girtîgehê tekane tişta girtî bikarin bikin bikaranîna mafê protestoyê ye lê ev maf tune tê hesibandin, der heqê girtiyan de lêpirsînên disiplînê tên vekirin, çalakiyên li dijî şert û mercên miameleya xerab û êşkenceyê tên lidarxistin ku mafê xweparastinê ne weke sûc tên qebûlkirin û bi cezayên disiplînê re mafê azadiya xweîfadekirinê û binpêkirinên girêdayî wê tên kirin.”

Barişik, da zanîn ku dê serdanên koordînasyonê bidomin û binpêkirinên tên kirin bişopînin. Barişik, daxwazên girtiyan wiha rêz kir:  

“*Divê polîtîkayên tecrîda sehekî, civakî û fîzîkî yên li ser girtiyan demildest bê bidawîkirin û şert û mercên girtiyan li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin.

*Divê tevahiya astengiyên li pêşiya xizmetên tenduristiyê bên rakirin.

*Hewceya cezayên disiplînê yên keyfî bên bidawîkirin û rêz ji mafên protesto û xweîfadekirinê re bê girtin.

*Kurdî jî di nav de, hewceye xwegihandina hemû amûrên weşan û ragihandinê yên zimanên din bê misogerkirin.

*Li dijî sepanên înfazê yên tecrîdê giran dikin û liijneyên îdare û çavdêriyê, hewceye mekanîzmayên venêrîn û sererastkirinê yên bibandor bên avakirin.

*Divê rê were dayin ku saziyên serbixwe bikarin li girtîgehan venihêrînê bikin û divê di van qadan de şefafî hebe.

Ev rapor, asta rejîma girtîgehên bi ewlekariya bilind ên li Tirkiyeyê gihiştinê û aliyên vê rejîmê yên rûmeta mirovahiyê tune dihesibînin radixe pêş çavan. Ji bo temamiya van binpêkirinên mafan bên bidawîkirin û der heqê berpirsyarên wan de mekanîzmayên îdarî û cezayî bên cîcibîkirin, di serî de Wezareta Dadê, em bangl i tevahiya saziyên cemaweriyê yên têkildar dikin ku li peywira xwe rabin. Di serî de Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind ên Sîncanê, ji bo li tevahiya girtîgehan şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê bên avakirin, em ê binpêkirinan bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Halîde Turkoglû: Jin dikarin civakê biguherînin
Nûçeya Pişt re KCK’ê şehîdên Enfalê bi bîr anî: Em dikarin rê li ber Enfalên nû bigrin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ji ber xayîntiyê axa başûrê Kurdistanê ji dest didin’

Siyasetmedarê navdar ê başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn dibêje: “Di qumara referandûmê de %51’ê axa Başûr…

Ji aliyê Stêrk TV

Pêwendiya pirsgirêkên li dibistanan bi pirsgirêkên pergalî heye

Psîkolog û Perwerdekar Şiyar Guldîken anî ziman ku êrişên dibistanan ên li Sêwereg û Mereşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Maduro serketina xwe ragihand lê…

Li gorî hejmarên fermî,li Venezuelayê di hilbijartinan de partiya desthilatdar bi rêjeya ji sedî 51,20…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?