Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, ku bi erka Komîsyona Hevgirtina Millî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê hatî avakirinm çûn Îmralıyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, li ser vê pêvajoyê ji rojnameya Sabahê re axivîn.
Huseyîn Yayman, da zanîn ku pêvajo li dewsa axaftina li ber çavên her kesî, pirtir bi bêdengî tê meşandin û destnîşan kir ku ev pêvajo wek siyaseteke dewletê bi xwe ye.
Yayman, anî ziman ku di lêkolînên meha îlonê de piştgiriya ji bo pêvajoyê gihîştiye ji sedî 73,4’an û qanûna çarçoveyê ya ku li Meclîsê bi 467 dengan hatibû pejirandin, wekî misogeriya pêvajoyê bi nav kir.
Yayman got: “Piştî ku di Meclîsê de 467 dengên erê hatin dayîn, êdî kes nikare bêje ‘Ez di nav vê karî û pêvajoyê de nînim.’ A dikeve ser milê me hemûyan ew e ku em vê pirsgirêkê çareser bikin û li siberoja xwe binêrin.”
Fetî Yildiz, jî îdîa kir ku çar madeyên yekem ên Destûra Bingehîn nayên guhartin û pêşniyara guhartina wan jî nayê kirin.
Yildiz, têkildarî siberoja pêvajoyê axivî û got: “Heta dawiya meha Mijdarê dê encam bê girtin. Paşê jî ji bo girtiyên ku sûcê ‘terorê’ li ser wan hene karûbar dest pê dikin.”
Yildiz, anî ziman ku nêzî 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê qanûnê sûdê wergirin, lê ew kesên ku ji sala 1984’an vir ve di nav kadroya damezrîner a rêxistinê de ne û nêzî 230 rêveberên asta bilind dê li derveyî vê qanûnê bimînin.

