Di civînê de, nûnera tevgera jinên Kurd a li Rûsyayê Zeyneb Agrîn axivî û diyar kir ku komplo ne tenê li dijî Rêber Apo bû, lê di heman demê de li dijî hebûn, nasnameya neteweyî û xwesteka azadiyê ya gelê Kurd bû.
Agrîn destnîşan kir ku, ruxmî ku 28 sal in ku Rêber Apo di girtîgehê de ye, berxwedana gelê Kurd didome. Wê her wiha bal kişand ser helwesta Rêber Apo ya ji bo bidawîkirina şer û çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya danûstandinên siyasî.
Civîn bi dirûşmên “Bijî Rêber Abdullah Ocalan!”, “Bê Serok jiyan nabe!” û “Jin, Jiyan, Azadî!” bi dawî bû.

