Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.
Di pêşangeha de ku dê 2 rojan vekirî be, 50 wêne û 150 pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Her wiha tabloyên bi gotinên Abdullah Ocalan jî hatin pêşandan.
Tevî koçberên li kampê, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajar di pêşangehê de amade bûn.
Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kampa Waşûkanî Mihemed El Elo anî ziman ku pêşangeh di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye organîzekirin û got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştiye asta pêkvejiyana pêkhateyan.”
Piştî axaftinan beşdar li hola pêşangehê geriyan.