Partiya Serokwezîr Narendra Modî Bharatiya Janata di hilbijartinên Hindistanê de weke favorî tê dîtin. Li gorî anketên dawî partiya Modî wê ji sedî 78 ê dengan werbigire.
Tê payin ku di nava şeş hefteyan de li tevahiya Hindistanê nêzî milyarek hilbijêr dengê xwe bi kar bînin.
Hate ragihandin ku encamên hilbijartinê jî wê 4’ê Hezîranê bêne eşkerekirin. Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê wê nûnerên bêne hilbijartin ji bo hilbijartina Serokwezîr li Parlamenta li Delhî ya Nû bicivin.
Narendra Modî sala 2019’an ji aliyê 353 parlamenteran ve jinûve hatibû hilbijartin. Ji bo dawî li rexneyên lê têne kirin bîne dixwaze 400 kursiyên parlamentê bi dest bixe.
Eger bi ser bikeve Modî yê 73 salî wê piştî qehremanê serxwebûnê û yekemîn serokê hikumeta Hindistanê Jawaharlal Nehrû bibe serokwezîrê duyemîn êw Hindistanê ku li pey hev sê caran bi ser ket.
Muxalefet bi fikar e ku Modî careke din bibe serokwezîr. Di dema Modî de azadiya fikrî kêm bû, meyla otorîteriyê xurt bû. Ji ber vê yekê jî muxalefet li ser mijara gefa li ser tinekirina demokrasiyê propagandaya kampanyayê dimeşîne.