Li Mala Çandên Neteweyî ya li bajarê Krasnodarê bi înîsiyatîfa hunermendên ji herêmên Krasnodar û Stavropolê civîna hunermendan hate lidarxistin. Armanca civînê ya sereke di demên pêş de di bin banê otonomiya Kurdên li Rûsyayê de amedekariya avakirina saziyeke çandê bû. Hunermendên ji herêmê ji ber sedemên weke lawazketin û teşegirtina şêweyên stranbêjî û folklorî ya di bin bandora neteweyên herêmî de ku sal bi sal ji çanda Kurdên Qefqasyayê dûr dikeve, civîneke bi vî rengî li dar xistin. Çanda ku bi hezar salan e weke perê bilindahiya neteweyî dihat dîtin, xitimandina wê û rewşa wê ya di van demên dawî de rê li ber lêgerîneke bi vî rengî vekir.
Civîna hunermendan bi bibîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre Serokê Otonomiya Kurdên Krasnodarê Arif Ezmanî bixêrhatina hunermend û mêvanan kir û têkildarî mijarê axaftineke berfireh kir. Arif Ezmanî bal kişand ser girîngiya rola çand, huner û hunera kevnar û ya heta roja me ya îroyîn û keda hunermendên nemir. Arîf Ezmanî diyar kir ku weke otonomiya Kurdan ew ê bi hemû hêz û hebûna xwe piştgiriyê bidin van hewldanên hunermendan.
Piştre Hevserokê Otononomiya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiev li ser rol û mîsyonertiya huner û hunermendan axaftineke dirêj û berfireh kir. Patiev bal kişand ser hin mînakên nêzîkatiya hin Kurdên li qadên Sovyeta berê yên li hemberî çand û hunera Kurdî û ew nêzîkatî rexne kirin. Ferhat Patiev diyar kir ku ev nêzîkatî, kêmbûn û lawaziya hunermendên civaka Kurd ber bi helandinê ve dibe û dixe bin bandora çandên biyanî. Patiev di dewama axaftina xwe de girêdayî mijarê cudatiya stran û awazên Kurdên Qefqasyayê yên li ser Radyoya Êrîvanê dihatin weşandin û yên niha tên weşandin bi berfirehî da ber hev ew berawird kirin.
Hunermend Ahmed Ahmêdov jî axaftinek kir û diyar kir ku stran û awaz ne bi tenê ji ruhê Kurdayetiyê dûr dikevin di heman demê de tên veguherandin û di dawiyê de dibin nirxên neteweyên din. Ahmed Ahmêdov weke hunermendekî kêmasiya xwe û yên hunermendên din, ya nepêşvebirin û neafirandina xwendekaran rexne kir û anî ziman ku hunermendan ji ber vê yekê hewceyî bi avakirina saziyeke hunerê dît. Ahmed Ahmêdov piştre destnîşan kir ku hemû hunermend û civaka Kurdên li Sovyeta berê ji hunermendên Hunerkomê bi bandor bûne, bi stranên wan rabûne û Kurdayetiya xwe pêş xistine.
Piştre hunermend Arif Sadîkov axivî û diyar kir ku ne bi profesyonelî be jî hin hunermendan piştî hilweşîna Sovyetê di dewlemendkirina çand hunera Kurdî de roleke girîng lîstin, lê belê di van salên dawîn de çanda heyî ji ruh û hestê Kurdeyetiyê dûr dikeve û ev yek di nava civakê de dibe sedema guherîneke neyînî û got: ‘’Ji ber wê em nikarin li dû xwe xwendekaran biafirînin. Heta zarokên me bi xwe jî ku gelekî di bin bandora weşanên biyanî de ne, ji fêrbûna stranên Kurdî û amûrên awazsaziyê direvin. Ev yek xeteriyeke mezin e. Ji ber wê me jî pêwist dît ku em li herêma xwe saziyeke çandê ava bikin. Divê hemû qad jî barekî wiha hilgire ser xwe. Ne wisa be, e mê bi helandinê re rû bi rû bimînin, ya rast êdî em rû bi rû ne.’’
Piştre hunermendên Kurd yên ji Radyoya Êrîvanê tên naskirin Dîlbera, Şemam û Temama Wekîl bi dorê axaftin kirin. Her sê xwişkên hunermend û welatparêz, dîroka avabûna çanda hunerê ya di dema wan de anîn ziman, wan hunera wê demê bi rewşa îro re beralî kirin û kêmasiyên heyî weke guneheke mezin pênase kirin. Dîlbera Wekîl da zanîn ku hêjî ne dereng e ku mirov saziyeke çandê ava bike û têkoşîneke çandî bimeşîne. Dîlbera Wekîl piştre jî bi boneya salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci) helbestek xwend.
Hunermend Bazoyê Hesen ku ji malbeta hunermendan e, pirsgirêkên hunermendan yên ji pêşketinan re dibin asteng anîn ziman, ew rexne kirin û ji bo pêşxistin û sererastkirina hunerê ji Otonomiya Kurd alîkarî xwest. Bozoyê Hesen diyar kir ku ji aliyê wî ve çi bikeve berê wî ew amade ye ku bike.
Herî dawiyê jî hunermend Guhare Hesen axivî û bal kişand ser rola jinên hunermend ên têkoşer ya di bilindkirina pêlên hunerê de. Guhare Hesen anî ziman ku wê bi saya wan hunermendên jin berê xwe daye hunerê.