Yekşem, 18 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kira Legerhausen: Di karên Jineolojiyê de em derbasî pêvajoya avakirinê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê: Divê Jineolojî bi zimanê civakê biaxive 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aze Ronecan: Jineolojî li min da lêpirsînkirin ku ez dixwazin civakekî çawa ava bikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Kurdistanê agirê Newrozê gur dibe
Kurdistan

Li Kurdistanê agirê Newrozê gur dibe

Li Kurdistanê tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar agirê Newrozê gur dibe û li dora agir govend tê gerandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heta Rojhilat li gelek navendên Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin.

ŞENGAL

Li gelek navendên Şengalê agirê Newrozê hat vêxistin. Li Xanesorê ciwanan bi stranên şoreşgerî govend gerandin. Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kulî Newroza Azadiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz kir û xwest ku Newroz bibe Newroza azadiya gelên bindest.

Welatiyên ku li bajarokê Guhbelê hatin gel hev agirê Newrozê li girên bilind vêxistin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li cihên ku agirê Newrozê hat vêxistin, gel heta saetên şevê govend gerand.

AMED

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê li Sûr a Amedê resepsîyona Newrozê çêkir. Gelek nûnerên saziyan û partiyên siyasî û pêkhateyên paltformê beşdarî resepsîyonê bûn. Daxuyanî bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî hat dayîn. Ya Kurmancî ji aliyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, ya Kirmanckî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û ya Tirkî jî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Metna daxuyaniyê wiha ye: “Newroz a ku mizgîniya hatina biharê dide, di heman demê de roja Kawayê Hesinkar ku li dijî zilma Dehaqê zalim serî hilda û bi agirê ku pêxistî mizgîniya azadiyê da gelê Mezopotamyayê ye. Kurd li ku dibin bila bibin, 21ê Adarê (wek di dema Kawayê Hesinker) de wê rojê bi kelecan pêşwazî dikin û bi coşeke mezin pîroz dikin. Lê belê weke salên dawî em vê Newrozê jî di nava şert û mercên ku li deverên cuda yên cîhanê, bi taybet li herêma ku em lê dijîn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û zext û zilma li ser gelên bindest di asta hovane de didome de, derbas dikin.

Kurd her Newrozê weke destpêka serdemeke nû dibînin û hêviyên mezin li hatina wê dixin. Newroz li Kurdistanê bi salan bi qedexe, xwîn û hêstiran hate bibîranîn. Tevî wan pêvajoyên dijwar û bi êş jî, Newroza sala 2013’an di warê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di nava gelên welêt de hêviyek mezin çêkir. Pêvajoya ku bi ruhê Newrozê dest pê kir, berovajî hêviyên civakî, têk çû û li gelek bajaran; bi taybet jî niha qada ku em lê ne di Sûrê de, pêvajoyeke nû û dijwartir a pevçûnê derket. Li welêt dîsa behsa mirin, xwîn, hêsir, wêranî û koçberiya bi darê zorê hate kirin.

Tevî van hemû tiştên ku em dijîn jî divê em ji şer, pevçûn û tundiyê re bêjin NA û di aştiyê de israr bikin. Piştî hemû êşên ku hatiye sere me tenê tişta ku divê em li ser biaxivin AŞTÎ be. Berî demekê bi sedan rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û karsazî yên ku herî dawî li Amedê hatin ba hev, careke din bi awayeke xurt behsa aştî û çareseriyê kirin û xistin rojeva xwe. Li vir ji bo pêkhatina îradeyeke nû ya çareseriyê bang li her kesî hat kirin û bi raya giştî re hat parvekirin ku di dema pêş de ji bo vê yekê ew ê gav a însiyatîfa bên avêtin. Bi boneya Newrozê em careke din tekez dikin ku nakokî û tundî ne çareserî ye û divê dengê ku ji civakê bilind dibe ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd were guhdarîkirin.

Li vê qada dîrokî, weke berê îro jî bi hemû alî û rengên xwe, bi hêstên ku Hêviya Newroz me digihîne hev, em bi hev re ne. Em ê ti carî dest ji parastin û domandina vê hevkariya watedar û binirx bernedin. Bi vê boneyê em cejna Newrozê li hemû gelê Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejna xweş hembêz û pîroz dikin, pîroz dikin.

Newroz Azadî ye, Newroz Biratî ye, Newroz Hêvî ye, Newroz Aşitî ye.

Newroz pîroz be…”

AGIRÎ

Li Taxa Cezaevî ya Agiriyê jî agirê Newrozê hat vêxistin û banga tevlêbûna Newroza Agiriyê ya 25’ê Adarê bê lidarxistin hat kirin. Girseya gel a agirê Newrozê vêxist bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin.

Li vir namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Agiriyê Hazal Aras axivî û got: “Ji 31’ê Adarê re çend roj man. Em du meh in em li pirsgirêkên gelê xwe guhdar dikin û em rêyên çareseriyê pêş dixin. Em bawer dikin ku wê gelê vî bajarî di 31’ê Adarê de biryara rast bidin. Ez bawerim wê bibe hilbijartineke ku em hemû bi hev re bi ser bikevin. Newroz li me hemûyan pîroz be.”

Namzetê Hevşdaredariyê ya DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Akkuş jî axivî û bang li hemû şêniyên bajêr kir ku tevlî Newroza Mezin a Agiriyê û mîtînga fînalê ya 25’ê Adarê li Agiriyê bê lidarxistin bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza Qendîlê ji şevê ve dest pê kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 21’Ê ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

Karwana Dayikan a ji bo xurtkirina hevgirtina bi Rojava re û daxwaza jinan a aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev 40 sal in şanogeriyê dike

Yûnis Ehmed serpêhatiyên civaka xwe bi rêya şanoyê digihîne cîhanê. Yûnis Ehmed ev 40 salin…

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Jinê: Felaketa li Kurdistanê şewat nîne, dewleta Tirk bi xwe ye

Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê serhildan: Bi sed hezaran kes daketin qadan, 1200 binçavkirin, bi sedan birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nerazîbûna li dijî karên RES’ê yên li Ege a Bakur: ‘Derya ne tenê qada hilberîna enerjiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?