Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Çalakî îro jî li gelek bajarên Kurdistanê dom kir.
AMED
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 90’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq û edalet hatin berzkirin.” Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê gelek caran stranên berxwedanê gotin.
ÊLIH
Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 31’an de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û nûnerên partiyên siyasî yên bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Kesên tevlî nobetê bûn têkildarî yekitiya Kurdan axivîn. Di çalakiyê de gelek caran stran hatin gotin.
MÊRDÎN
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dabûn destpêkirin îro jî domandin. Perwerdeya zimanê Kurdî îro jî hate domandin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û li ser paketa darazê ya dawî ku li Meclîsê hate qebûlkirin nîqaş hatin kirin.
Çalakvanan gotin ku bi vê paketa darazê re hiqûq bi temamî hatiye tunekirin û desthilata AKP-MHP’ê dê di rojên pêş de polîtîkaya “dijminatiya Kurdan” bidomînin.