Xelkê bajarê Qamişlo, endamên partî, rêxistinên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo merasîma salvegera 3ˋemîn a şehadeta Yûsif Gulo, her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo û şehîd Enter Dêrsim li dar xist.
Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo di 9ˋê Mijdara 2021’ê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin, şehîd Enter Dêrsim jî di 11ˋê heman mehê û salê de hat şehîdxistin.
Di merasîmê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emar Mûsa axivî û got: “Em bi boneya salvegera 3’emîn a şehadetê de Yusif Gulo û her du neviyên wî û Enter Dêrsim bi bîr tînin.”
Mûsa wiha domand: “Têkoşer Yûsif Gulo li ser rêya şehîdan meşiya û îro jî ji bo gelê xwe bû sembol û meşale.”
Birayê şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û got: “Em îro bi tevahî pêkahteyên herêmê li vî cihî pîroz salvegera 4 şehîdan bi bîr tînin.”
Di dawiyê de şêniyan kulîlk danîn ser gorên şehîdan.