În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê gavên demokratîk tavile bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Komkujiya Dîgorê de peyama ‘aşitî girêdayî lêborînxwestinê ye’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê 15’ê Tebaxê bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Seîd Çomlek bi merasîmekî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Rojava Tifaqa Kurdan tê ragihandin
Jin

Li Rojava Tifaqa Kurdan tê ragihandin

Îlham Ehmed anî ziman ku Konferansa Jinê ya Neteweyî ya Kurd a Rojava zemînek pêşkêşî Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava kiriye û got, di navbera partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava de wê tifaqek bê ragihandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konfederansa Jinên Kurd a Yekemîn a Rojava di 23’ê Adarê de li Parka Azadî ya Qamişloyê bi dirûşma ‘Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi pêşengiya jinên Kurd pêk tê’ hate lidarxistin. 300 delege beşdarî konferansê bûn. Dîwan ji Bedevka Kongra Star Rîhan Loqo, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif, Endama Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim, aktîvîst Sîham Emoka û Seroka Tevgera Paşerojê ya Kurdistanê Narîn Metîni pêk hat.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de li ser bûyerên siyasî rapor hate xwendin û bi nîqaşên beşdaran rûniştina destpêkê bi dawî bû. Rûniştina duyemîn jî bi sernavê ‘Li Rojavayê Kurdistanê Konferansa Yekîtiya Jinê ya Neteweyî ya Kurd’ destpê kir û rapora ji 11 xalan a ji mijarên yekîtiya jinên Kurd, çand û nasnameya jinên Kurd, neteweya demokratîk, Jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna ji bo mafên jinan, parastina destketiyên şoreşê, xweparastina jinê û aboriya jinê hate xwendin û nîqaşkirin. Konfeans bi encamnameya ji 12 xalan bi dawî bû.

Ji beşdarên konferansê Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Nêrgiz Bekir li ser girîngiya konferansê ji ANF’ê re axivîn.

ATMOSFEREKE GIRÎNG JI BO GAVÊN RAST

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di demekê de ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd dewam dikin, rêxistinbûn, peydakirina nêrîneke hevpar û yekbûna li ser helwestekê gelekî girîng e û got, “Di konferansê de her kesî bi rengekî azad nêrîna xwe anî ziman. Di demeke bi vî rengî de weke gelê Kurd ji bo avêtina gavên rast, atmosfereke girîng hate afirandin. Jinê Kurd pêşengiyê ji vê re dikin. Gava li Rojavayê Kurdistanê hate avêtin wê ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê bibe gaveke dîrokî.”

DI DÎROKA JINÊN KURD DE RÛPELEKÎ NÛ

Îlham Ehmed ragihand ku jinên Kurd bi salan e di nava têkoşîneke bêeman de ne û bi dewamî got, “Jinên Kurd li çeperên şer fedakariyên mezin kir. Hinek jê şehîd bûn, hinek jî gazî bûn. Di heman demê de li eniya siyasetê jî bi roleke çalak rabûn. Ji bo doza Kurd, polîtîkaya qirkirinê ya li hemberî gelê Kurd li cîhanê bê bihîstin bi roleke mezin rabûn. Di encama têkoşîna piralî de ev konferans îro pêk hat. Di dîroka jinê Kurd de wê bibe rûpelekî nû. Bi wesîleya vê konfearnsê wê rêxistiniya xwe xurt bike, paşeroja xwe di vê çarçoveyê de ava bike û pêşengiya xwe mezin bike. Civakeke azad bi jineke azad dikare ava bibe. Eger em doza welatekî azad dimeşînin divê beriya her tiştî civak azad bibe, ji bo azadiya civakê jî divê jin azad bibe. Lewma ji bo pêkhatina nêrîna hevpar û helwesteke hevpar ev konferans wê bibe wesîleya gavên girîng.”

PÊŞÎGIRTINA LI ŞERÊ NAVXWEYÎ

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Konferansa Jinê ya Neteweyî ya Kurd a Rojava ji bo pêkhatina Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava bûye zemînek û got, “Ji bo Kurd nebin yek û parçe bibin, gelekî hewl hate dayin. Îro jin bi lihevkombûnê re eger nêrîneke hevpar diafirînin, ev yek wê bandoreke mezin li gelê Kurd jî bike. Ji ber vê yekê gavên destpêkê ye. Di demeke kurt de wê bigihêje encamê. Di navbera partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava de wê tifaqek bê ragihandin. Ji bo pêşî li şerekî navxweyî yê nû yê li Sûriyeyê bê girtin û mafên gelê Kurd bêne garantîkirin ev tifaq girîng e.”

GERDÛNÎBÛNA TÊKOŞÎNA JINÊ

Nêrgiz Bekir bi bîr xist ku di konferansê de nîqaş li ser wê yekê hatiye kirin, bê jin wê bi çi rengî tevlî paşeroja nû ya Sûriyeyê bibin û got, “Her nêrîn nîşaneya hêza jinê ye. Bi van nêrînan re wê rêxistinî, têkoşîn û îradeya jinê derkeve holê. Jinên Kurd zêdeyî 13 sal in ji bo guhertina çarenûsa Sûriyeyê têkoşîneke mezin meşandin. Bi têkoşîna jinê Kurd re divê jin dest bidin hev. Gerdûnîbûna têkoşîna jinê wê mejiyê serwer ê mêr ê li nava civakê biguherîne. Bi taybetî bi têkoşîna li Sûriyeyê re divê pêşengî ji çar parçeyên Kurdistanê re bê kirin. Êşa herî giran, zilm, tundî û komkujî bi serê jinê de hatin. Lewma divê têkoşîn jî ewqasî xurt be.”

PÊŞKETINÊN NÛ WÊ PÊK WERIN

Nêrgiz Bekir diyar kir ku bi têkoşîna jinên Kurd re ya ku li Şoreşa Rojava gihîşt asta herî bilind, bi pêkhatina yekîtiya jinên Kurd re wê pêşketinên nû rû bidin û got, “Nêrîna hevpar a jinên Kurd ji bo jinûve nivîsandina destûra bingehîn a Sûriyeyê gelekî girîng e. Her wiha jin wê bibe wesîleya belavbûna neteweya demokratîk û azadîparêziyê, yekîtiya Kurd û paradîgmaya neteweya demokratîk.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

Di deklarasyona ku li Amedê bi îmzaya 130 rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo diyaloga bi armanca avakirina Sûriyeya nû beyannameyek ji 10 xalan…

Ji aliyê Stêrk TV

2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

Yekîneya Antî Terorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê girtiye û depoyeke çekan îmha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?