Çarşem, 25 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê ji ber ku beşdarî Newrozê bûne 10 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrîşa li ser pêşmergeyan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan di serdegirtinên Stenbolê de êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qowanciyan şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Parlamenta Ewropayê ji bo du rojnamevanan bang li YE’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Gavên demokratîk û hiqûqî wê qonax bi qonax bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    DEM Partî, YNK û KOMAW bertek nîşanî êrîşa ser pêşmergeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Êrîşên li dijî pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    15 gerîlayên YJA Starê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerboranê agirê Newrozê hate vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Coşa Newrozê li Agiriyê: Sema Yuce hate bîranîn, dayika wê agir vêxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi deh hezaran kes li Newroza Silopiyayê li hev civiyan: Divê gavên bi wêrekî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li sê bajaran çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin
Rojane

Li sê bajaran çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin

Di çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin” yên li Wan, Edene û Mêrsînê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û wiha hate gotin, “Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, li gelek bajaran çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” hatin lidarxistin. Xizmên girtiyan li Wan, Edene û Mêrsînê çalakiya xwe li dar xistin. 

EDENE 

Xizmên girtiyan ên li Edeneyê li pêşiya avahiya AKP’ê hatin gel hev û xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), Akdeniz Koeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re (AYKAY-DER) tev li çalakiyê bûn. 

Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re, aştî a niha” hatin berzkirin. Hevseroka AATUHAY-DER’ê Nûran Ozdeş tecrîda li Îmraliyê weke “derhiqûqtî û keyfî nirxand. Ozdeş, da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û sedema sereke ya pirsgirêkên heyî ye. Ozdeş, ji desthilatdariyê xwest ku temînatên hiqûqî yên saziyên navneteweyî pêk bîne û wiha bang kir: “Bi hiqûqa xwe bikin û tecrîdê bi dawî bikin.” 

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû. 

WAN

Çalakî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Deng bidin girtîgehan” hate hilgirtin. Di çalakiyê de gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Rêya Armûşê Veysel Şen anî ziman ku tecrîd û binpêkirinên mafan li tevahiya bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Bi domdarî Şen ev tişt anî ziman: “Ciwanên li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin girtin. Sepanên faşîst, deng, govend û dirûşmên Kurdan weke sûc dibîne. Girtina wan ciwanan, rewşa AKP ketiye nav nîşan dide. Li gorî Dadgeha Bilind, AYM û DMME’yê gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne û divê ev ciwan tavilê bên berdan. Divê rê li ber vê rewşa derhiqûqî were girtin.” 

Şen, bal kişand ser pergala tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî birêz Ocalan pergaleke tecrîdê ya sîstematîk heye. Di serî de Wezareta Dadê, gelek sazî û dezgehên navneteweyî berpirsyarên vê tecrîdê ne. Di serî de CPT, banga me li tevahiya rêxistinên hiqûqê, baro û rêxistinên mafên mirovan ew e ku li dijî sepanên keyfî û derhiqûqtiyên li Tirkiyeyê bi peywira xwe rabin.” 

MÊRSÎN 

Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsînê jî di nav de, girseyê xwest biçe pêşiya avahiya AKP’ê ya bajar. Polîsan destûr nedan û li ser vê yekê girseyê li nêzî avahiya AKP’ê ya bajar çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan li vir axivî û di serî de êrîşa li dijî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan a Meclisê hatiye kirin şermezar kir. Aşan, anî ziman ku di nava çendek rojên dawî de li ser medyaya dijîtal li dijî ziman û çanda Kurdî êrîş tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîmenên dawetan parve dikin û dikin hedef. Ev êrîş bi pêşengtiya AKP’ê tên kirin. Em van êrişan şermezar dikin.” 

Aşan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev êriş tevek eleqeya xwe bi tecrîdê re heye. Sedema bingehîn a van pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Dê ev yek we jî tune bike. Pirsgirêka Kurd li vî welatî gelek desthilatdarî têk birin. Dê AKP jî tesfiye bibe. Ji ber ku gelê Kurd di ferqa nasname, ziman, çand, bawerî û xaka xwe de ye. Dê kesek nekare vê rastiyê biguherîne. Ne AKP ne jî desthilatdariyên piştî wê dê nekarin vê rastiyê biguherînin. Divê hûn bi vê rastiyê re hevrû bibin û pêvajoya guftûgoyê bidin destpêkirin. Yek ji rê û rêbazên wê jî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Di vê çarçoveyê de em careke din bang li desthilatdariyê dikin; nebin parçeya neçaeseriyê lê bibin parçeyeke çareseriyê.” 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtîgehên li Marmarayê: Di 3 mehan de 2916 binpêkirinên mafan
Nûçeya Pişt re ‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

Tedawiya Kurd Zeneb Celaliyan a li Îranê girtî, tê astengkirin û tê gotin rewşa wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya

Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Derdora Qereqozaqê bi çekên giran tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê ya başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

DEM Partî, YNK û KOMAW bertek nîşanî êrîşa ser pêşmergeyan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê ji ber ku beşdarî Newrozê bûne 10 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK’ê êrîşa li ser pêşmergeyan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan di serdegirtinên Stenbolê de êşkence kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?