Îro li kantona Efrîn û Şehbayê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê merasîma veşartina cenazeyê şehîd Rustem Efrîn hate lidarxistin. Şervanê HRE’yê Rustem Efrîn 2’yê Mijdarê di encama nexweşiyekê de şehîd bû.
Gel li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bû û bi cenazeyê şehîdê xwe re ber bi goristana Şehîd Zozan Amanos ve meşiyan.
Li goristana Şehîd Zozan Amanos merasîm ji bo giyanê şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hate kirin. Li ser navê saziya malbatên şehîdan Ebdil Henan Mamo û li ser navê Kantona Efrîn-Şehbayê Medîhe Şêx Xelîl axivîn. Di axaftinan de şehîd hatin bibîranîn wiha hate gotin, “Êrîşên dewleta Tirk ên ku rojane li ser herêma me tên kirin û planên dewletên faşîzm, bi keda şehîdên me û berxwedana gelê me vala derdikevin. Me weke gel soz daye şehîdên xwe ji bo em tu car gav şûnde navêjin û em ê her tim li ser xeta şehîdên xwe bin.”
Piştre wesîqeya şehîd Rustem Efrîn hate xwendin û bi tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyan cenazeyê şehîd hate veşartin.