Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Antalyayê li dijî wêrankirina ekolojoyê meş hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran li Banê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Evîn Zapsu û Emrah Nebîoglû bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Bagriyanık piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Sêrtê wê şaredariya pir zimanî destpê bike
Kurdistan

Li Sêrtê wê şaredariya pir zimanî destpê bike

Namzeta Hevşaredariya Sêrtê ya ji DEM Partiyê Safiye Alagaş anî ziman ku wê li bajêr xizmeta pir zimanî ya şaredariyê bikin û her pirsgirêkê bi gel re çareser bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

DEM Partî ji bo Şaredariya Sêrtê ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, bi coşeke mezin xwe amade dike. Namzeta Hevşaredariyê Safiye Alagaş anî ziman ku li hemberî veguhestina hêzên dewletê weke ‘hilbijêr’, ew ê xwe bigihînin hilbijêrên bê biryar û bi tevger.

AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de Şaredariya Sêrtê winda kir, lê piştî salekê qeyûm danî ser û bi vî rengî desteserkirin. Hemû derfetên Şaredariya Sêrtê pêşkêşî saziyên dewletê û hevkarên xwe kir. Di hilbijartinên giştî yên sala 2023’an de rêjeya dengên AKP’ê di asta ji sedî 9 de li bajêr kêm bû. Lewma ji bo hilbijartinên xwecihî dest bi veguhestina hilbijêran kir. Îtirazên DEM Partiyê ji aliyê dadgeriya di bin kontrola desthilatdariyê de ye hate redkirin. Ji namzetên Hevşaredariya Sêrtê yên DEM Partiyê Safiye Alagaş ji navçeya Berwarî ye. Alagaş di sal 1993’an de di dema valakirina gundan û koçberiya bi zorê de tevî malbata xwe neçar ma koçî Edeneyê bike û heta 18 saliya xwe li Edeneyê ma. Alagaş di sala 2008’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dest bi rojnamevaniyê kir, li rojnameya Şûjin a ku hate girtin, piştre jî li Jinnewsê rojnamevanî dewam kir. Alagaş di sala 2019’an de li Îtalyayê, di sala 2022’an de jî li Stenbolê hêjayî xelatên rojnamevaniyê hate dîtin.

Alagaş ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji ber qeyûman li bajêr xizmet nayê kirin, pirsgirêka ku ew ê destpêkê çareser bikin jî pirsgirêka avê ye ku bi salan e nehatiye çareserkirin.

XIZMETA BI ŞAREDARIYA PIR ZIMANÎ

Alagaş anî ziman ku ew ê şaredariya bi pir zimanî ji xwe re bikin esas ku yek ji pîvanên şaredariya gel a DEM Partiyê ye û got, “Em dixwazin vê projeyê li gorî şert û mercên heyî ji nû ve bixin meriyetê.”

Alagaş ragihand ku ew girîngiyê didin karên ji bo jinan, ji bo vê jî xwedî proje ne û got, “Em ê ji bo jinan qadên jiyanê ava bikin. Em ê stargehên jinan ava bikin, qadên ku jin karibin lê pirsgirêkên xwe vebêjin, lê bixebitin ava bikin.”

Alagaş bi bîr xist ku yek ji pîvanên herî girîng ên şaredariya gel a DEM Partiyê jî hembêzkirina hemû beşên civakê ye û got, “Ne tenê Kurd an jî Ereb li vî bajarî hene, bajarekî welê ye ku gelek gel bi hev re lê dimînin. Ji ber vê yekê em dixwazin di çarçoveya pîvanên xwe de şaredariyeke pir zimanî, pir çandî, pir olî pêk bînin. Sêrt bajarekî ji gelek ziman û gelek çandan e. Em ê kreşên bi Kurdî û Erebî ava bikin. Li gorî daxwaza herêmê em ê xizmetê bikin.”

Alagaş ragihand ku ew ê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin, xebatên hilbijartinê bi vî rengî bimeşînin, hilbijêrên bê biryar îqna bikin, hilbijêrên bi tevger bînin û bikin ku tevlî hilbijartinê bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊRT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî wê namzetên xwe di 29’ê Çileyê de bide nasandin
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê: Berxwedana me wê tecrîdê bişkîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêveberên Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê bi merasîmekî dest bi erka xwe kirin

Rêveberên nû yên Qamişlo, Çilaxa û Dêrikê bi girseyî ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Mala Jinê ber bi Meclîsa Edaleta Civakî ve – III

Di 20’ê Adara 2014’an de bi armanca parastina mafê jinan yekemîn rêxistinbûn li bajarê Qamişlo…

Ji aliyê Stêrk TV

NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

Komek sîber ya xwe wek ‘Handala’ da nasîn, li hember NûJINHA’yê peyamên bi gef weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rihayê Platforma Şiyar Be avakirina xwe îlan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?