Ev festîval, ji bo danasîna çanda Kurd û zindîhiştina nasnameya Kurd, ev 10 sal in tê lidar xistin.
Festîval, wê bi organîzasyona Meclîsa Jin a Amara, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navanda Çandê ya Teşî pêk bê.
Konsera pêşî ya festîvalê wê 1’ê Îlonê roja Yekşemê li Stockholmê (Hagelbyvagen 5-Tumba) bê lidar xistin.
Gelek hunermend û kom wê ji Kurdistan û Skandînavyayê tevlî konserê bibin. Di nava hunermendên ku dê derkevin ser dikê de Ayfer Duztaş, Çarnewa, Nahîd Hewramî, Rizgar Hewramî, Şerîf Omerî û Koma Yarsan hene.
Wekî din, Koma Teşî wê bi pêşandanên dîlanên kevneşopî ku beşeke girîng a çanda Kurd e, rengek bide festîvalê.
Di çarçoveya festîvalê de wê 31’ê Tebaxê ji bo zarokan çalakiyeke taybet bê lidarxistin. Ev çalakî wê ji aliyê Zarok Ma’yê ve bê rêxistinkirin û wê saet di 16:30’an de li Gamlastanê bê lidar xistin. Koma organîzasyonê bang li malbatên Kurd kir ku zarokên xwe bi cil û bergên Kurdî bînin çalakiyê.
Tê payîn ku gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û akademîsyen tevlî çalakiyê bibin. Organîzatorên festîvalê her kesên bi çanda Kurd re eleqedar in dawetî vê çalakiyê dikin.